Osman Sebrî (1905–1993)
Jiyan, berhem û helbestvaniya wî
HEYDERÊ OMER
2 BEÞ
BEÞA
YEKEMÎN
Serdema Osman Sebrî
Gava lêkolînerek bixwaze helbestvanekî, nivîskarekî, kesayetiyekê, an
diyardeyeke civakî, rêzanî, an ramanî û wêjeyî, ji bo lêkolînêkê bike mijarek,
bê guman wê berê xwe bide serdema ewê mijarê, ji ber ku hemî diyardeyên
mirovane, çi zanistî bin, çi ramyarî, rêzanî, civakî, wêjeyî bin, ligel çerxa
xwe girêdayî ne, û bandûra wê çerxê li wan zor numa ye.
Lewre divê em seredanekê li serdema Osman Sebrî bikin, û bi awakî ji awayan,
li gor pêdiviyên vê lêkolîna xwe, em heyama wê çerxê nas bikin. Ev yeka wê li
ser du beþan parve bibe; yek ji wan wê ji beriya bûyîna Osman Sebrî dest pê
bike, û weha biçe ta þoreþa Þêx Seî’dê Pîran, û yê dî wê ji binxetbûna Osman
Sebrî de dest pê bike.
Jiyana rêzanî, civakî û rewþenbîrî di navbera þoreþên herdu Þêxan de
Dema O.Sebrî Çavên xwe li vê dinyayê vekirin, hinek bûyerên germ di
Kurdistanê, û hindirê Împeretoriya Osmanî de, dikeliyan. Zordestiya dewletê,
ji herdu hêlên civakî û netewî de gelekî dijwar bibû, ta bibû sedema sereke ji
bo xebata rizgarîxwaza hemî milet û neteweyên Împeretoriya nexwaþ, çi li
Belqanê û welatên Ereban, çi jî li yên Erman û Kurdan, gelek xebatên rêzanî û
çekdarî diyar bûn. Herweha di nav Tirkan de jî tevgerên berbiçav û hêzdar
peyda bûn, û gelek ramanên burjiwazî û dêmoqratîk, di bin bandûra êdeolojiya
burijwaza ewrupî de, derbasî nav Turkan bûn û di hiþên gelek ronakbîran de lûs
ji xwe re dîtin. Parta Ciwantirk xwe bi wan ramanan hêzdar kir û hewil da ku
Împeretoriya pîr û nesax ji mirinê û herifandinê rizgar bike, mozayîka wê ya
netewî biparêze(1) û hemî hêzan li dijî sultanê dewletê bixe hindirê refekî.
Pirsa netewî, di vê heyamê de, xwe bi hêz numa kir, û hemî tevgerên azadîxwaz
ên gelên bindestên Osmaniyan ketin doza xebateke netewî, ta ku nema agirê vê
xebata rûmetdar vedimre.
Gelê Kurd, wek hemî gelan, têra xwe xebateke dijwar ajot, û agirê gelek þoreþ
û serîhildanan pêxist, nemaze þoreþa Þêx Ubeydullayê Nehrî sala 1880-ê, ya ku
tirseke mezin xiste dilê destlata Osmaniyan. Evê þoreþê pirogrameke numa hebû,
hemî nîr û rewþên der û hindir li pêþ xwe sayî çav lê da bû, lê mixabin
berjewendiyên Turkan, Farisan û Rûsan gîhane hevdu, û hêzên wan hersê dewletan
ew þoreþ ji hersê aliyan ve dorpêç kirin, ta ku bi awakî hovane û xwînî
perçiqandin û gelek kesên kurd kuþt in û penaber kirin, û gelek gundên wan bi
qadê re dûz kirin(2).
Têkçûna evê þoreþê xebata Kurdan sist ne kir, lewre jî wê her gav bala sultanê
Osmanî dikþand, û derûna wî dixuran, ji ber vê yekê ewî berê xwe da dek û
pilanan, da Kurdan du-sê beþî bike. Bi vê boneyê sultan Ebdilhemîd, sala
1891-ê hêzeke leþkerî bi navê (Siwarên Hemîdî) ji Kurdan, di bin serpereþtiya
serokeþîran de, çê kir û gelek bexþîþ û diyarî dane wan siwaran da ku wan li
dijî her du gelên Kurd û Ermen bikar bîne, û birîneke xwînzê di refê Kurdan de
veke. Herweha gelek dibistanên olî û leþkerî li nava Kurdan ava kir, da tenê
zarokên serokeþîran tê de bixwînin, û bi awakî bêne perwerdekirin, ku her û
her dilsozên sultanê Osmanî bimînin. Ligel vê gavê, ewî dibistaneke taybet li
Qustentînê (Istenbol) bi navê (Dibistana eþîrtiyê – E’þîret mektebi), ji bo
zarokên serokeþîrên Kurd û hinek famîleyên Elbanan û Ereban ava kir, da ristên
leþkerî û zanînên olî tê de hîn bibin. Mebesta sultanê Osmanî ew bû ku zarokên
serokeþîran wek dîlan (êsîr) li Qustentînê bihêle, da ewana serêþiyan ji wî re
peyda nekin. Lazaryêf dibêje: “Sultan Ebdilhemîd ev yeka eþkere li xwe na”(3).
Dêmek sultanê Osmanî dixwaste wan zarokan bi xwe ve girêde, da ku her û her
bervedêriya wî bikin. Lê pir ne çû heya pirên wan þagirtan li hember wî rabûn,
û doza Kurdistana azad û serbixwe di dil û hiþên wan de bû baweriyeke bê
hempa. Bi rastî rabûn û rûniþtina wan li Qustentînê rê li pêþ wan vekir ku
pêrgî ramanên azad bên û bikefin bin nêrînên netewî, yên ku destlata dewletê
þerê wan dikir. Ji ber vê yekê sultanê osmanî, sala 1906-ê, deriyê wê
dibistanê girt.
Bajarê Qustentînê, wek Celîlê Celîl dibêje, hin bi hin bû navendeke rêzanî û
êdeolojî, ne tenê ji bo ramyarên azadîxwaz û ronakbîrên Turkan, belê ji bo
hiþyariya netewî a kurdî jî, ji ber ku gelek kesên Kurd li wî bajarî leþker
bûn, an karmendên dewletê bûn, an di bin çavdêriya rijîmê de, bi kotekî, li
wir cîwar bibûn, an jî xortên xwendevan bûn, ku ji ramanên netewî têr
vexwerin, û pirên wan, bi dizî, vegeriyan Kurdistanê(4).
Zordariya destlata dewletê gelek pêþverûyên Turkan û ronakbîrên Kurdan bêgavî
miþextiyê kiri bûn. Ewan ronakbîran berên xwe dabûn Ewropayê, û li wir jî, ji
bo hêviyên gelê xwe, bibûn xebatkarên hêja, û bizav dikirin ku hinek
guhertinên burjiwazî li welatê xwe peyda bikin. Lê mixabin bingeha civakî û
aborî ya Kurdistanê, li pêþ wan bizavan bû kend û bend. Lê tevî vê yekê, ew
ronakbîran bê hêvî ne bûn, û dest ji xebatên xwe yên rêzanî bera ne dan. Evê
xebatê rojnamegerî ji bo xwe wek alaveke kêrhatî dîti bû, û yekemîn car di
dîroka kurdî ya nû de, rewþenbîrê mezin Miqdat Midhet Bedirxan, sala 1898-ê
dengê xwe li ser rûpelên rojnama (Kurdistan) gîhande gelê xwe.
Ev rojname li Qahîreyê derket, û hejmarên wê di riya Sûriyê re derbasî hindirê
Kurdistanê dibûn. Lê pir ne çû, ji neçarî, cihê xwe guhart û çû Jinêvê li
Siwêsrayê, û Ebdilrehman Bedirxan bû sernivîserê wê. Erka wê ew bû ku roleke
ronakbîrî bilîze, lewre berê Kurdan berve xwendin, zanîn û yekbûnê dida, û
paþvemayîna gelê Kurd wek encamekê ji encamên zordestî û helwesta rêjîma
Osmaniyan didît. Lê ji hejmara 16-ê û pê ve, Ebdilrehman Bedirxan pênûsa xwe
ajot ser sultan, û ew jî wek kelemekê li pêþ birêveçûna gelê Kurd salix da.
Mirov dikare bêje, evê xebata rêzanî çarçewa xwe firehtir kir û hinek þêweyên
dî bikar anîn, wek raperîna Dêrsimê sala 1905-ê (sala bûyîna O.Sebrî ye) û
pêþandana Kurdan li Qustentînê sala 1906-ê, ya ku jînên Kurd jî tê de hevpar
bûn, û pêþandana sala 1907-ê, ya ku pênc hezar kes hevparên wê bûn. Li kêlek
van bizavan, ronakbîrên Kurd li Qustentînê çalakiyên xwe duqat û firehtir
kirin û li derdora Þêx Ebdilqadirê Þêx Ubeydulla civiyan. Hinek rewþenbîrên
Kurd ji Ewrupayê vegeriyan, û rayên gelekan li hevdu hatin aþlekirin, û
baweriya avakirina rêxistneke rêzanî û civakî ji wê aþlekirinê der kete holê.
Herdu kesayetiyên Kurd, Emîn Bedirxan û Þêx Ebdilqadirê Þêx Ubeydulla ev
rêxistin, sala 1908-ê li Qustentînê, di bin navê (Kurd tea’win ve tereqqî
cemi’yetî – Komela Hevkarî û Pêþveçûna Kurd) de damzirandin, û li goreyî
duruþmên (Ciwanturk), yên ku yekîtiya hemî gel û neteweyên Împeretoriya Osmanî
û vejandina destûra sala 1876-ê erk û mebesta wan bûn, li goreyî wan duruþman,
komela Kurdan jî pirogirama xwe saz kir, û ji bo pêkanîna evan erkên jêrîn
xebata xwe domand:
1-Avakirina dibistanan li her deverên ku Kurd lê hene.
2-Zimanê kurdî li Kurdis-tanê bibe zimanekî fermî.
3-Avakirina zangoyekê li Kurdistanê.
4-Çapkirin û weþandina roj-name û kovarên rêzanî bi zimanê kurdî.
5-Binavkirina nûnerkî kurdî yî domdar di komîta dewletê de, û avakirina
bingeha aborî li Kurdistanê. (5)
Gelek kesayetiyên Kurd, yên hukardar, bûn endamên vê rêxistina ku di demeke
kurt de karî bû, li nik rêxistin û nûnerên Ereb û Ermen û neteweyên dî, wek
nûnerê Kurdan bête naskirin. Evê rêxistinê rojnameya “Kurd” wek zimanhal, roja
9-ê Çiriya Paþîn sala 1908-ê, weþand(6).
Apo Osman Sebrî
Çalakiyên vê rêxistinê sînorên Qustentînê derbas kirin û gîhan Kurdistanê;
gelek liqên wê li Amedê, Betlîsê, Mûsilê, Mûþê, Erzreomê û Bexdayê jî ava bûn,
û pê re jî komeleyek ji bo xwendinê damezirand, navê wê (Kurd neþir me’rîfet)
bû.
Çalakiyên wan liqan, nemaze kilûpa Betlîsê, gelekî fireh bûn, endamên wê ji
yên kilûpa dewletê li Betlîsê (Îttîhad ve tereqqî – Hevgirtin û pêþveçûn)
pirtir bûn, lewre jî wê tirsek xisti bû hindirê kilûpên dî, ya Ermeniyan û ya
dewletê, nemaze jî çalakiyên wê sînorên rêzanî, rewþenbîrî û civakî derbas
kiri bûn, û gurûpên çekdarî ji endamên xwe çê kiri bûn. Ji ber vê yekê dewletê
çavên xwe li wê kilûpê sor kirin, heya ku deriyê wê, sala 1909-ê girt, di dû
re jî hemî kilûpên Kurdan, li deverên ku lê hebûn, hatin girtin.
Sala 1910-ê di dîroka têkiliyên “Ciwantirk” ligel neteweyên dî saleke bi nîþan
bû. “Ciwanturk” di wê salê de helwesta xwe li hember hemî neteweyên dî, yên ku
vêkra li hember rêjîma Sultan berxwe didan, guhart û li dijî erkên wan
neteweyan kar kir. Lê tevî vê yekê xebatên neteweyên ne Turk jar ne bûn, û
tevî ku hemî kilûpên Kurdan hatin girtin û qedexekirin, xebatkarên Kurd dest
ji erkên xwe bera ne dan. Ji vê salê û pê ve tevgera azadîxwaza Kurd derbas
qonaxeke nû bû, û raman û helwestên serkêþên rêxistina “Hevkarî û Pêþveçûna
Kurd” wek agirekî pêketî man, ta ku mirov diþê bêje, ew yekemîn rêxistin bû ku
doza kurd wek encamekê ji encamên qonaxa pêþveçûna rêzanî û civakî berve pêþ
de bir.
Rast e, hevkarên Turk (Îttîhad ve tereqqî) hemî kilûp û komeleyên Kurdan
qedexe kirin, lê cengên wan li Belqanê ew gelekî jar kiri bûn, û pê re jî
partiya (Huriyet ve îtîlaf) gelek rexnên giran dajote ser wan, ta wezareta
(Ciwnturk) þikest û heyameke layiq ji bo Kurdan lê hat ku hukardariya wan
rêberên pêþî berê xwe bide: xwendevanên Kurd li Qustentînê sala 1912-ê
komeleya “Hêvî” damezirandin.
Ev komele yeke çalak bû, serokê wê Omer Cemîl Paþa bû. Qedrî Cemîl Paþa jî
sekretêrê wê bû. Gelek endamên wê jîrek bûn, mîna Fuad Temo, Memdoh Selîm û
hinên dîtir(7). Têkiliyên wê komelê jî ligel neteweyên dî pir fireh bûn. Evê
komelê jî, mîna yên beriya xwe, çalakiyên xwe wek dîlên salonên Qustentînê ne
hêþt, belê liqên xwe li Erzeromê, Betlîsê û li Lozanê jî ava kirin, û rola
rageyandin û rojnamegeriyê baþ nas kir, lewre jî kovara “Roja Kurd”(8) derxist
û pênûsên jîr li derdora wê civandin. Ewan pênûsan rûpelên wê kovarê, bi nerîn
û helwestên zanistî, xemilandin.
Tiþtê balkêþ ew e, tevî ku ev komele ya xwendevanan bû, lê gelek endamên wê ne
xwendevan bûn, kar û xebata wê bi zanîn û serpêhatiyên (tecrûbe) xwe hêzdar
dikirin, nemaze Salih Bedirxan û Necmedîn Kerkoklî û hinên dî, yên ku doza
netewa kurd li ser rûpelên “Roja Kurd” þirove dikirin û pirsa rizgargirina
Kurd û Kurdistan eþkera digotin. Ji ber evan helwestan destlata dewletê ew
kovar, piþtî hejmara 4-ê, qedexe kir û gelek nivîsevanên wê, mîna Salih
Berdixan, avêtin hindirê zîndanan.
Endamên vê komelê, ya ku ji neçare û ji ber stema dewletê karê xwe li destpêka
Þerê Cîhanê yê Yekem rawestand, û nivîsevanên vê kovarê zanî bûn ku gelê nezan
nikare xwe pêþ ve bibe; nikare civaka xwe li ser bingehên zanistî ava bike.
Lewre roleke rewþenbîrî lîsti bûn û pirsa xwendinê kiri bûn erkeke sereke ji
erkên xebata xwe.
Pêþengên ronakbîriya kurdî, di vê qunaxê de, rola rewþenbîriyê baþ nas kiri
bûn û di nirxê ramanên nû, ku ji Ewrupayê de dihatin û sînorên Împeretoriya
pîr derbas dikirin, gîþti bûn. Lewre jî têkiliyên xwe digel neteweyên dî, yên
bindestên Osmaniyan bûn, diparastin û sûde ji wê heyamê werdigirtin. Xebatên
Ebdilrezzaq Bedirxan di vê penavê de nirxbuha bûn. Evî mirovî dostaniya Kurdan
û Ermenan doz dikir, û di navbera salên 1910–1913-ê de gelek bizavên berbiçav
kirin, ku kari be alîkariya Rûsan, ji bo raperîneke çekdarî, bistîne. Lê
mixabin Rûsan berjewendiyên xwe di ser Kurdan re girtin û xwastin ewî rêberê
Kurd tenê ji bo wan berjewendiyan bikar bînin. Tevî vê yekê ew mirov sist ne
bû, û karî bû digel Simko komeleyeke ronakbîrî, navê wê “Gîxwende” bû, sala
1913-ê li bajarê Xoyê damezirîne. Evê komelê pirogrameke ronakbîrî ye nixbuha
hebû.(9)
Di evê heyama layiq de, ya ku bi ramanên çanda Ewropayê û bi bermayên zanînê
dihate aþlekirin, yekemîn çapxaneya kurdî sala 1915-ê li bajarê Helebê bi
destên Husên Hiznî Mukuryanî hate damezirandin, û ta sala 1925-ê li wir ma,
hinek pirtûk çap kirin û bû alîkara durustkirina bingeha ronakbîriya kurdî.
Gava Þerê Cîhanê yê Yekemîn, sala 1914-ê, dest pê kir û dewleta Osmanî li
kêlek Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizav kirin ku sûdeyê ji Rûsyayê
bigrin û þoreþekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên Kamil
Bedirxan û yên Þêx Tahayê Sidîqê Þemdînanî kef ne dan(10). Herweha civata ku
gelek rêberan sala 1919-ê li (Kaxtê), ji bo karekî çekdarî, girêda bûn jî bi
ser ne ket, û pê re jî berê Kurdan dîsan berve riyên xebata rêzanî – vê carê
dîplomatîkî jî – çû. Serkêþê evê xebata dîplomatîk Þerîf Paþa bû, ewî
doznameya kurdî pêþkêþî kongira Firasayê kir. Lê peymana Sîvirê, ya ku sultanê
Osmaniyan Mehmedê Þeþê ligel dewletên serketî roja 10.08.1920-ê îmze kiri bû,
pirsa kurdî gelekî biçûktir kir, lê tevî wê jî Mistefa Kemal Ataturk, yê ku
stêrka wî piþtî cengê li Tirkiyayê geþ bû û wek avakerê Tirkiya nû kete
dîrokê, biryarên Sîvirê, li kongira Lozanê 23.07.1923-ê tuneyî kirin, û Kurd û
Kurdistan xist bin stemeke dijwar. Ev jî bû sedema pêxistna agirê þoreþa Þêx
Seîdê Pîran.
* * * * *
Jêder û ravakirin:
Jêderêm me bi herdu zimanên kurdî û erebî ne. Lewre jî emê navên wan bi
zimanên wan, li vir, deynin:
1.
Hêjaye em bêj in ku Celîlê Celîl di pirtûka xwe de, ya ku me li jor bi nav
kirî, behsa rola Rûsyayê di perçiqandia vê þoreþê de nake. Binêr: Rûpel 16.
2.
3. Binêr: Celîlel Celîl, jêderê berê, bi zimanê erebî, rûpel 20.
4. Binêr: Jêderê berê, rûpel 20-31.
5. Binêr: Jêderê berê, rûpel 62, 63.
6. Ev rojnameyeke heftane bû û 8 rûpelên wê hebûn, tenê 9 mehan derçû.
8. Ji hejmara çarê de navê wê bû “Hetawî Kurd”.
9. Ji bo naskirina çalakî û xebatên Ebdilrezzaq Bedirxan, mirov dikare li van
pirtûkên jêrîn veger e:
a) Celîlê Celîl: Avtobiografiya Ebdurrizaq Bedirxan, weþanên Havîbûn, çapa
yekem, 1999, Berlîn/Almanya.
BEÞA DUYEMÎN
Her sê peyman û kongirên Sykis-Pîko, Firasayê û Lozanê beþê Kurdistanê yê
bindestê Osmaniyan sê-perçeyî kirin, perçeyek ji wan bi ser Sûriyê ve xist
in11. Di dû re sînorek di navbera wan perçan de hate danîn, lê wan sînoran
nikarî bûn têkiliyên Kurdan ji hevdu bibiriyana, lewre jî danûstandinên wan
berdewam bûn, û gava þoreþa Þêx Se’îdê Pîran, sala 1925-ê, li çiyayên
Kurdistanê dest pê kir, dengvedana wê li Binxetê hêzdar bû. Husên Hiznî
Mukuryanî hîngê kovara “Diyar Bekir” weþand, û bi wê piþtgiriya þoreþê kir, pê
re jî hîmê hevaltiya pênûs û tifingê, di xebata azadîxwaza kurd de, danî.
Þoreþ neçû serî, belê Kemaliyan, bi alîkariya Firansiza, ku hîngê dagîrkerên
Sûriyê bûn, û ya Hevgirtina Sovyêt, ew þoreþ bi awakî hovane perçiqand in;
serok û gelek hevpiþkên wê bi darve kirin, pê re jî gelek hevpiþkên wê û
rewþenbîrên kurd, ji dest sitema rijîma Turkan, berên xwe dane Binxetê.
O.Sebrî yek ji wan bû, ku di 24.12.1929-an de binxet bû12.
Ew rûmetdarên ku binxet bû bûn destgirêdayî neman, belê her tim vegera welêt
bala wan dixuran û çavên wan ber ve Serxetê de dikþand. Lewre jî hertim
têkiliyên wan bi hevalên wan re hebûn. Ev hêviya pîroz û têkilî û
danûstandinên wan bibûn sedema avakirina rêxistina “Xoybûn” sala 1927-an, ku
bibe partiyke rêzanî û civakî, ji bo þoreþekê li hember rijîma Tirkan
bixebite. Bi rastî jî ev bizav bû, û “Xoybûn”-ê þoreþa Agirî, bi serokatiya
Îhsan Nûrî Paþa, sala 1930-î, teqand. O.Sebrî jî, hîngê, wek serdarekî gelêrî,
bi raya endamên “Xoybûn”-ê, hate binavkirin13.
Di vê heyama germ de Celadet Bedirxan, ku di damezirandina “Xoybûn”-ê de
kesayetiyeke çalak bû, da ser þopa ronakbîrên beriya xwe, û sala 1932-an
kovara “Hawar” li Þamê der xist, ku bibe zimanhalê “Xoybûn”ê, û rola rojname û
kovarên Kurdistanê, wek Roja Kurd û Diyar Bekir bidomîn e. Bi rastî evê
kovarê, di penava hiþyariya netewa kurd li Binxetê de, roleke giranbiha hebû,
ku hîmê bingeha wê dirust danî, û pê re jî wêje û çanda kurdî, li Binxetê,
derbasî qunaxa nivîsînê bûn.
Her weha “Xoybûn”-ê gelek bizavên balatir kirin, û wek çawa rewþa rêzanî ya
kurdî xem û qisaweta wê bû, weha jî çavên wê hertim li ser rewþa civakî vekirî
bûn. Ewê zanî bû ku civaka nezan û belengaz wê, di penava rêzanî û pêþveçûnê
de, hertim bikule, loma ewê sala 1932-an “Civata arîkariyê ji bona belengazên
Kurd li Cizîrê” di bin serpereþtiya Haco Axa de damezirand. Evê civatê
pirogrameke numa hebû, pêjna saziyeke civakî û rewþenbîrî jê dihat14.
Evê saziya civakî, di jiyana Binxetiyan de, hukardariyeke mezin hebû. Ew li
derdora wê diciviyan û xwe bi wê bextewar didît in, ta ku “Xoybûn”-ê, di bin
bandûra wê helwestê de, gaveka dî ya hêja avêt û sala 1938-an “Nadiya (kilûp)
Ciwankurd” li bajarê Amûdê, di bin serperþtiya Mihemed Elî Þêxmûs (Þiwêþ) de,
damezirand. Evê kilûpê dibistaneke kurdî li Amûdê vekir, û wê komeke rêçenasên
(keþaf) Kurd jî hebû15.
Bandûra vê kilûpê sînorên Amûdê derbas kirin, û Hesenê Haco Axa kilûpeke dî li
Hisiçê vekir, ku tê de zarokên Kurd hînî zimanê dayikê dikir. Li Þamê jî
kilûpa “Kurdistan” hate vekirin, û O.Sebrî tê de waneyên zimanê kurdî li pêþ
ciwanên Kurd þirove dikirin 16.
Evan kar û xebatên civakî û rewþenbîrî, ku “Xoybûn” bi wan radibû, ew bi
carekê ji qada xebata rêzanî bi dûr nexist, belê her û her xebatên rêzanî xem
û qisawetên wê bûn, lewre jî ewê sala 1937-an “Civata azadî û yekîtiya Kurd”,
di bin serpereþtiya dr. Ehmed Nafiz de damezirand. Çalakî û têkiliyên vê
civatê didine xuyakirin ku “Xoybûn”-ê tenê dixwast navê xwe biguhêre, ji ber
ku pêjna rêxistineke rêzanî ji wan tê(17.
Berê xebata Binxetiyan ta sala 1938-an hertim ber bi Serxetê ve bû, ku kari
bin çareyekê ji bo doza kurdî li wir pêk bînin, nemaze jî di wan deman de
raperînên Dêrsimê bi nav û deng bûn. Lê ji vê salê û pê ve pêjna qunaxeke nû
ji çalakiyên kilûpa Amûdê tê, nemaze ji wê daxwaznameya ku Kurdên Cizîrê, di
riya Firansa re, pêþkêþî Civata miletan (U’sbet el-Umem) kiri bûn, û tê de
doza otonomiyekê ji bo Binxetê kiri bûn 18. Lê mixabin Þerê Cîhanê yê Diwem ew
daxwazname berba kir, û pirsa kurdî li Binxetê, ta radeyekê, xiste bin
bêdengiyeke sar.
Piþtî rawestandina Þerê Cîhanê yê Diwem û vegera çekdar û leþkerên wê bo
qijleyên xwe, cîhana birîndar destên xwe dane ser birînên xwe, ku wan bikewîn
e, gelên bindest riyên rizgariya xwe peland in, Binxetiyan jî çavên xwe
gerandin, lê ji bilî Partiya Komunîst ya Sûrî, çi tiþtekî dî li pêþ xwe ne
dîtin, ji ber ku hemî kovar û rêxistinên wan (Xoybûn, Civata arîkariyê ji bona
belengazên Kurd li Cizîrê, Civata azadî û yekîtiya Kurd) rawestiya bûn. Vêca
gelek rewþenbîrên Kurd, ên ku çirûskeke hêvî di wê partiyê de dîti bûn, berên
xwe dane wê. Hinek, mîna Cegerxwîn, Reþîd Hemo, Þewket Henan Nee’san, Xelîl
Mihemed û hwd., bûn endamên wê, hinek jî, mîna O.Sebrî, bûn endamên “Civata
Aþîtîxwazên Sûrî”, ya ku di bin siya wê partiyê de dixebitî, berî wan jî
hinekên dî bibûn endamên “Tevgera Murîdan”, û hemiyan li kêlek
niþtimanperwerên ereb ên sûrî, þerê serxwebûnê li dij dagîrkerên firansî
dajotin, ta ku Binxetiyan gelek cangoriyên xwe jî di wê riyê de dan. Lê
mixabin gelê Kurd ji bermayên serxwebûna Sûriyayê bêpar man.
Apo Osman Sebrî
Partiya Komunîst a Sûrî, ji ber ku pirê endamên wê Kurd bûn, rojnameya “Dengê
cotkar” bi zimanê kurdî weþand, lê ewê partiyê rê neda endamên xwe yên Kurd ku
li doza kurdî xwedî derkefin. Loma jî ew rojname, piþtî du hejmaran,
rawestand, û pê re jî nakokiyeke numa di navbera endamên Kurd û ên Ereb de,
hêdî-hêdî, dest pê kir, û bandûra xwe kiþand ser xortên Kurd, yên ku li
derdora “Yekîtiya ciwanên demoqratên cîhan” bûn19, çi wek endam, çi jî wek
dost.
Evan hest û helwestên netewî, yên wan xortan, ku Partiya Komunîst a Sûrî
nikarî bû têr bikirana, berên wan xortan ber bi avakirina rêxistineke kurdî ve
kiþand, nemaze jî piþtî ku Edîb Þîþeklî sala 1954-an ji neçarî dest ji
destlatiya sûrî bera da û reviya dervayê welêt. Hîngê heyameke demoqrat li
Sûriyê peyda bû, û jiyana perlemanî hate vegerandin. Hinek xortên Kurd ev keys
ji dest xwe bera nedan, lewre her çar camêran; Mihemedê Mela Ehmed, Samî Namî
Ehmed, Ebdilezîzê Eliyê Evdê û Derwîþ Mela Silêman sala 1954-an rêxistinek bi
navê “Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat ên Kurd” li Qamiþloyê damezirandin. Ev
rêxistin, wek çawa di bernameya wê de xuya ye, yeke (siyasî, çandî û civakî)
bû 20, vê lomê wê þaxên xwe di nav Kurdan de danîn û têkiliyên xwe ligel
miletên dî li Sûriyê, nemaze ligel Suryaniyan, danî û dirust kir, pê re jî
hinek kar û xebatên çandî kirin 21.
Binxetiyan, li kêlek van bizavan, xebateke perlemanî jî dabûn ber xwe, û
nûnerên wan di hilbijartinên perlemana sûrî de dibûn hevpiþk, û pirê caran wan
nûneran cihên xwe di perlemana sûrî de dadigirtin. Tevî ku wan nûneran xwe ji
rêxistinên kurdî bi dûr dixistin, lê çakiyên hinekan, nemaze yên Ehmed Cefer
Sêx Ismaîl Zade (Ehmed Zemçî), nûnerê Kurd-daxê, yekser karmendiya rewþa
rêzanî ya Binxetiyan dikirin 22.
Evê heyama rêzanî ya Sûriyê û çalakiyên Kurdan, çi yên rêzanî û çi jî yên
çandî, bûn egera hebûna partiyeke kurdî, ku rêberiya xebata Kurdan li Sûriyê
bike. Herweha helwestên hinek rewþenbîrên wê demê, ku di komeleke çandî de
dixebitîn23, wek O.Sebrî, Hemîd Derwîþ û Hemze Niwêran, gîhane hev û
damezirandina partiyeke kurdî pêwîst dîtin. Gava ev nêrîn li nav rewþenbîrên
kurd belav bû, hinekên dî, wek Reþîd Hemo, Þewket Henan Nee’san, Mihemed Elî
Xoce û Xelîl Mihemed, ew raman pejirandin û di civînekê de, li mala Mihemed
Elî Xoce li bajarê Helebê, roja 14.06.1957-an, “Partiya Demoqrat a Kurd li
Sûriyê) hate damezirandin24. Wê partiyê danûstandinên xwe digel “Civata
Yekîtiya Xortên Demoqrat ên Kurd” û “Partiya Azadî”, ya ku Cegerxwîn û hinek
hevalên wî, piþtî ku xwe ji Partiya Komunîst a Sûrî vekþandin, çêkiri bûn,
dirust kir, û ew tev li xwe kirin.
Piþtî damezirandina partiyê, rêjîma dewleta Komara Erebî ya Yekbûyî, ku di
navbera Sûiyê û Misirê de sala 1958-an ava bû bû, çavsoriyeke mezin û zoreke
giran da ser partiyê, û gelek endamên wê, digel pirên endamên komîta navendî
xistin zîndanê. Evê qunaxê heyameke nakokiyê xiste hindirê partiyê, û
helwestên rêberên wê ji hev cuda kirin, ta ku bû sedema dubendiyeke berbiçav
di hindirê wê de 25, ku hêþt partî di roja 05.08.1965-an bi rastî ji hev
bikeve û bibe du partî. Di dû re O.Sebrî bi partiya nû re çû. Lê navê wê wek
berê ma “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê”. Beþê nû peyva (çep) bi ser navê
xwe ve xist, û peyva (rast) ji cem xwe de bi ser navê beþê dî xist 26. Her çû
nakokî di navbera wan de germ bû, û biraderên li Baþûrê Kurdistanê jî hin
caran ew nakokiya germtir dikirin, pê re jî evê tîka dîrokî ta roja îro
bandûra xwe li ser jiyana rêzanî ya Binxetiyan dirêj kirî, li kêlek gelek
sedemên dî, wek helwestên rêjîma sûrî, û yên biraderan li beþên dî, û
berjewendiyên gelek serkêþên tevgera rêzanî ya Binxetiyan, li pêþ yekbûna evê
tevgerê bûye kendalekî bilid û dijwar.
Evî kendalê bilind rê li pêþ bangên dilsoz, ku yekirina vê tevgerê erka wan e,
girt û qêrînên wan di qirikên wan de çelmisand, û duriþma ku Hesen Hiþyar
hildida “rast û çep her du milên gewdekî ne” beravêtî kir. Her weha bizavên
biraderan li Baþûrê Kurdistanê, û yên rehmelê Barzaniyê nemir jî, nikarîn ew
birîna dîrokî bikewandana, û ji dêvla yekirina herdu partiyan, yeke sisiyê
sala 1970-yî, di bin navê “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê – Elpartî” de
hate damezirandin. Di dû re jî dem bû dema zayîna partiyên Binxetiyan, ku
nakokiyên wan pareke mezin ji cefa û keda wan û ya gelê wan bêber kirin.
Hêjayî gotinê ye ku, wek çawa me li jor diyar kiri bû, xebateke civakî li
kêlek vê xebata rêzanî bi rê keti bû, û di damezirandina kilûpa “Ciwankurd” li
Amûdê û koma “Rêçenasên Kurd” re diyar bû bû, weha jî gelek ciwanên kurd li
Kurd-daxê, sala 1970-yî “Kilûpa Efrînê” li bajarê Efrînê; navenda Kurd-daxê,
dameizrand in, û çalakiyên civakî, hunerî û rewþenbîrî ji bo wê kilûpê kirin
erk û armancên sereke. Serokê wê kilûpê ciwanê çalak Menan Miçko bû, û danerê
vê lêkolînê jî cîgirê serok bû. Endamên wê kilûpê, di demeke kurt de, pir çê
bûn, û wê roleke mezin di jiyana Binxetiyan, nemaze ya Kurd-daxê, lîst, û
girûpên sportê û sema û dîlan û stiranên kurdî yên folkilorî çê kirin 27. Lê
mixabin rêjîma dewletê çavên xwe li hember wê sor kirin ta ku þalyarê (wezîrê)
karûbarê hindir, sala 1974-an, fermana girtin û qedexekirina wê der xist, û
deriyê wê kilît kir.
Jiyana wêjeyî û rewþenbîrî li Binxetê
Li kêlek wan bizavên rêzanî û civakî xebateke wêjeyî û rewþenbîrî jî riya xwe
qelaþt, û gelê Kurd li Binxetê bi kultûr û çanda wî ve çespand. Rast e, wî
sînorê ku hatiye danîn nikarî bû têkiliyên Kurdan ji hevdu bibire, weha jî
danûstandinên wêjeyî yên her du aliyên xetê ligel hevdu hebûn, û di navbera
wêjeya glêrî re, wek stiran û çêrokên dapîr û bavpîran, diyar dibûn, lê her di
qunaxeke lêvane de diman, ta ku Kovara “Hawar”-ê, sala 1932-an der ket holê, û
pê re jî wêjeya kurdî, li Binxetê, derbas qunaxa wêjeya nivîskî bû
Kovara HAWAR-ê roleke giring di rêveçûna wêjeya kurdî de li Binxetê hebû,
nemaze jî piþtî çapkirin û weþandina alfabeya latînî. Vê kovarê û xwediyê wê
mîr C. Bedirxan rewþenbîr û torevanên wê demê li dora xwe civandin, û rûpelên
wê bi aferînên helbestvan û nivîsevanên rûmetdar, wek C. Berdirxan, K.
Bedirxan, Rewþen Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, û hinekên dî,
hatin xemilandin.
HAWAR-ê helbestvanek pêþkêþ kiri bû, eger helbestên wî di destên nifþê îro de
hebûna, wê helbesta kurdî, li Binxetê, di bin bandûra wî de, gelekî pêþda
biçûya. Ew helbestvan Qedrîcan e (1911–1972). Lê mixabin ev mirov heya îro
nirxwenda mayî, û helbestên wî di hejmarên HAWAR-ê de man, ew hejmaran jî îro,
bi hesanî, peyda nabin.
Dr. K. Bedirxan jî (1885–1979) bandûra wî li wêjevanên îro nîne, ji ber ku ew
ji Binxetiyan bi dûr ket, û xemên polîtîkê û lêkolînên zimanewanî ew ji
helbestê bi dûr xistin, heya ku nema helbest jê re dibe qisawet, û dîwana xwe
“Dilê kurên min” ya ku sala 1932-an li Þamê çap kiri bû, careke dîtir çap ne
kir. Lê belê ewî mirovî roleke mezin di jiyana toreyî de hebû, ji ber ku ewî,
bi wergerandina çarînên Omer Xeyam bo zimanê kurdî, dergehê wergerê li pêþ
rewþenbîrên Binxetê vekir, û pê re jî da xuyakirin ku zimanê kurdî yekî
þaristanî ye, dikare çanda mirovane werbigre, û bibe alava derbirina zanistî û
hunerî.
Dîroka ziman û ramana kurdî wê navê C. Bedirxan bi tîpên zêrîn binivisîne, ji
ber ku bandûra wî ne tenê li wêjeya Binxetê heye, belê tevaya Kurdistanê
deyndarê wî ye. Ewî rûmetdarî bi hiþmendî û xebata xwe alfabeya kurdî ya
latînî afirand, û ji bo gelê xwe pêþkêþ kir. Eger dora nîvê gelê kurd, an
hinekî bêtir, îro bi wê alfabeyê dinivisînin, em bawer dikin, li diwarojê,
gelê Kurd tev wê bi wê binivisîne, ji ber ku ev alfabê, ji bo dengên zimanê
kurdî layiq û hêsan e. Lê ji vê pê ve bandûra wî li helbestê nîne, çimkî
helbestên wî hindik bûn, û xemên lêkolînên zimanewanî û ramanê ew ji helbestê
bi dûr xistin.
Dîsan HAWAR-ê du helbestvanên bi nav û deng pêþkêþ kirin, deng û qêrînên wan
gîhan hemî cîgehên ku kurd lê cîwar dibin, çi li beþên Kurdistanê, çi li
dervayê welêt. Yek ji wan Cegerxwîn (1903–1984) e, ku ji hemî helbestvanên
Binxetê dewlemendtir e, û yê dî Osman Sebrî (1905–1993) ye, ku sê berhemên wî
û alfabeyekê hene. Bandûra van herdiwan li gelek helbesvanên îro numa ye. Ji
vê pê ve mirov dikare bê dudilî bêje, van herdu helbestvanan roleke mezin di
þiyarbûna netewî ya kurdî de, li Binxetê, hebû, ji ber ku di hindirê her
malekê de tu pêrgî wan dibû, helbestên wan dihatin jiberkirin, an jî ciwanan
ew wek sirûdan distirandin.
Ji van pê ve nav û dengên hinek helbestvanên dî hebûn, wek Hesen Hiþyar, yê ku
helbestên wî destnivîs mane, Ehmedê Palo, yê ku dîwaneke wî piþtî mirina wî
sala 1991-an hate çapkirin, û Tîrêj, Keleþ û hinekên dî. Herweha Hawarê
nivîsevan, ramanbîr û siyasetmedarên Kurd li derdora xwe civandin û çarçewa
xem û qisawetên xwe fireh kir, ta ku mirov dikare bêje ew bû bû “çapemeniyeke
civakî, siyasî û wêjeyî” 28.
Di vê qunaxê de hinek pirtûk û dîwan hatin çapkirin, wek diwana dr. K.
Bedirxan “Dilê kurên min”, ya ku me li jor goti bû; dîwana Cegerxwîn a yekem
“Agir û pêt” (Þam 1945); çêroka “Cîm û Gulperî” (Þam 1945) û çêroka “Reþowê
Darî” (Þam 1956), her du jî yên Cegerxwî in; dîwana Cegerxwîn ya diwem “Sewra
azadî” (Þam, 1953); hinek berhemên O. Sebrî; “Mem û Zîn” a E. Xanî û hinekên
dîtir.
Tiþtê balkêþ di vê qunaxê de ew e ku ziman û çanda kurdî li Binxetê ne qedexe
bûn, lê dibistnên kurdî tune bûn 29. Ew kulûpên kurdî, ku li Þamê, Amûdê û
Hesekê hebûn, waneyên zimanê kurdî di wan de dihatin þirovekirin, û zarok û
ciwanên Kurd bi meraq berên xwe didane wan kilûpan, û li mamosteyên xwe guhdar
dikirin
Di navbera herdu salên 1951 û 1956 de du-sê komeleyên çandî, bi xebata hinek
kesên rewþenbîr, hatin damezirandin, wek “komela rewþnbîrî”, ya ku Reþîd Hemo,
Þewket Henan Nee’san, Mihemed Elî Xoce û Qadir Îbrahîm sala 1951-an li
Kurd-daxê damezirandi bûn, û “Komela vejîna çanda kurdî”, ku O.Sebrî, Hemîd
Hac Derwîþ, Mecît Hac Derwîþ, Mihemed Salih Hac Derwîþ, Xidir Îsa, Adil Xoce û
Hemze Niwêran sala 1955-an li Þamê çê kiri bûn. Evê komelê hinek pirtûkên
kurdî çap kirin, mîna “Alfabeya kurdî”, “Bahoz” û “Derdên me”, ku hersê
berhemên O.Sebrî bûn; “Rûpelin ji wêjeya kurdî” ya Rewþen Bedirxan, bi zimanê
erebî, û hinên dî 30. Hersê endamên vê komelê, O.Sebrî, Hemîd Derwîþ û Hemze
Niwêran, wek Hemîd Derwîþ dibêje, yekemîn xwediyên hizra damezirandina Partiya
Demoqrat a Kurd li Sûriyê bûn 31. Li kêlek wan çalakiyên çandeyî “Komela
zanistî û alîkariya Kurd”, sala 1956-an li bajarê Helebê, bi xebata dr. Nûrî
Dêrsimî, Rewþen Bedirxan, Hesen Hiþyar, Osman Efendî û Heyder Mihemed Genco
ava bibû. Lê pir neçû ev komele hemî ji hev ketin, nemaze piþtî damezrandina
Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê sala 1957-an.
Tevgera wêjeya kurdî piþtî sala 1957-an, bi hebûna Partiya Demoqrat a Kurd li
Sûriyê, çalaktir dibe, ji ber ku pêþengên wê yên dema HAWAR-ê karî bûn bi
qêrîn û ramanên xwe hiþên Kurdan bilivînin, nemaze jî hinekên wan pêþengan di
serkêþiya partiyê de li ser kar bûn, wek dr. N. Zaza, O.Sebrî û Cegerxwîn.
Aloziyên tore û çanda kurdî, di vê qunaxê de, gelekî pir û tûj bûn, ji ber ku
ziman û hemî diyardeyên çanda kurdî hatin qedexekirin, û gelek asteng ketin
pêþ wêjevanên kurd. Lê tevî wan astengan, dr. N. Zaza sala 1957-an dastana
“Memê Alan”, ya ku berê ji dengbêjan dihate guhdarkirin, çap kir; Partiya
Demokrat a Kurd li Sûriyê rojnama “Dengê kurd” bi zimanê kurdî, wek zimanhalê
partiyê, der xist 32. Hesen Hiþyar, bi tena xwe, sala 1966-an kovara “Agahî”
weþand, di dû re jî Cegerxwîn sala 1968-an kovarek bi navê “Gulîstan”, di bin
siya partiyê de damezrand, û bi dizî û þêwakî veþartî çap û belav kir. Evê
kovarê nivîskarên wê demê li dora xwe civand û berhemên wan weþandin.
Heya derdora sala 1975-an toreya kurdî li Binxetê bi wan nivîsevanên dema
HAWAR-ê, û hindikên dî, wek Þewket Nee’san û Bêbihar û hindikên dî dihate
naskirin, û sala 1973-an Cegerxwîn du berhemên xwe “Kîme ez” û “Salar û Mîdya”
li Bêrûtê çap kirin. Lê di dû wê salê re hinek navên dî hatin guhdarkirin,
nemaze ji sala 1979-an û pê ve.
Di vê salê de kovareke nû li Binxetê der ket, ew jî “Gelawêj” bû, û di dû re
zincîra kovar û rojnameyan dirêj bû: Stêr, Xunav, Gurzek gul, Zanîn, Aso, Roj,
Pirs û Bihar der ketin 33, û gelek nivîsevanên nû hembêz kirin, wek Royarê
Amedî, Dilawerê Zengî, H. Gundî, dr. Pêþrewê Berwarî, Konê Reþ, Berzo, Rezo,
Salihê Heydo, Awazê Kalo, Bahozê Efrînî, Dêrsim/Memo û hinekên dî.
Berhemên ku di van kovar û rojnameyan de dihatin weþandin hemî wêjêyî bûn, wek
helbest, çêrok, gotar û lêkolînên toreyî û zimanwanî, û hê jî wisa ne, ji ber
vê yekê jî ewana, ji helbestê pê ve, bandûreke ne yekser, lê kûr û hêzdar, li
hiþyariya kurdî hebû, û berên pir kesan ber bi hînbûn û xwandina zimanê kurdî
ve kiþand, û çarçewa xwendevanên vî zimanî fireh kir. Bi rastî jî ev xebateke
hêja ye, ku bizaveke wêjeyî kari be di bin mercên zor, stem qedexekirinê de,
vê rola bala bi cih bîne.
Lê li kêlek wan kovaran, herdu rojnameyên Newroz û Deng 34 gotarên rêzanî jî
hembêz kirin, ku xwedevanan gelek nêrînên rêzanî li ser rûpelên wan xwendin, û
gelek guftugoyên ramanî di metiryalên wan, nemaze yên Newrozê de hatin dîtin û
xwendin, û jiyana hizrî ya Binxetiyan, ta radeyekê, çalaktir kirin.
Bi vî awayî rojnamegeriya Binxtiyan xwe di ser nebûna mercên geþbûna pexþanê
re avêt, û hukariyeke mezin li pexþana kurdî kir, û gotar û lêkolînên
rûmetdarên mîna dr. Rozad Elî, dr. Pêþrew Berwarî, Bahozê Efrînî, Sînorê
Yekta, H.Gundî, Berzo, Rezo û pirên dî, ew ber bi pêþ ve kiþandin, û ta
radeyekê asoyê hiþyariya kurdî fireh û dewlemend kirin.
Lê piþtî sala 1990-î gelek pirtûk û dîwanên helbestê û kurteçêrokê hatin
çapkirin, navên helbestvan û çêroknivîsan li ser qabên wan diyar bûn, wek
helbestvan Rûxweþê Zîvar, Dehham Ebdilfettah, Xemgînê Remo, Kamiran Bêkes,
Keça Kurd, Diya Ciwan, Tengezarê Marînî, M. Hemo û hinên dî, û çêroknivîs
Helîm Yûsif û Pîr Rustem, û li kêlek wan gelek nivîsevanan, wek Mihemed þêx
Osman, Nesret Hebeþ, M.Nûrî Xorþîd, dr. Ebdilmecîd þêxo, danerê vê lêkolînê û
pirên dî berhemên xwe bi zimanê erebî jî nivisandin, da xwedevanên ku bi
zimanê kurdî nizanin ji bermayên vê tevgera wêjeyî-ramanî bê par nebin, û da
nivîsevan û rewþenbîrên ereb civak û toreya kurdî baþ û rast nas bikin.
Herweha ji bo vê erkê partiyên Kurd li Binxetê zimanhalên xwe û hinek kovaran
bi zimanê erebî çap dikin, wek el-Hîwar, el- Museqqef el-Teqeddumî, Edeb
el-Qediye, el-Ecras, el-Menber 35 û hinekên dî.
Wek çawa tê zanîn, pirtûkxaneyan di hemî raperînên wêjeyî, rewþenbîrî û hizrî
de, li nik hemî gelên cîhanê, roleke berbiçav heye, weha jî Binxetiyan, tevî
mercên qedexekirina pirtûkxaneyên kurdî, berên xwe dan vê riyê û hinek
pirtûkxane vekirin, mîna pirtûkxaneya “Ciwan”, ku hêja Ezîz Dawod li Qamîþloyê
vekiri bû; pirtûkxaneya “Xanî”, ku Elî Cefer li Helebê vekirbû, û ya
“Bedirxan”, ku Mihemed Hemo, ew jî li Helebê, vekiri bû. Lê belê rêjîma
dewletê gelek çavsorî li xwediyên wan pitûkxaneyan dikir, ta ku deriyên
herdiwên dawî girt.
Li kêlek van diyardeyên raperîna wêjeyî û rewþenbîrî, hinek helbestvan û
nivîsevanan sala 1983-an “Koma Xanî” ya wêje û çanda kurdî li bajarê Helebê
ava kirin. Evê komelê gelek çalakiyên wêjeyî û helbestî kirin, û carcaran jî
xelat ji helbestvan û çêroknivîsan re pêþkêþ dikir. Herweha helbestvanên
Binxetê, li gor banga Dr. Ebdilmecîd Þêxo, Rûxweþê Zivar, Elî Cefer û danerê
vê lêkolînê “Mihrecana Helbesta Kurdî” pêk anîn, û raya xwe yekirin ku roja
22. Çiriya Pêþin (roja koçbûna Cegerxwîn) bi navê (Roja Helbesta Kurdî li
Sûriyê) bête nîþankirin. Ev mihrecan hê jî her salê carekê dibe.
Evan nivîskaran berhemên xwe, helbest, çêrok, lêkolînên wêjeyî û zanistî,
pêþkêþî civaka kurdî dikin, tevgera wêje û çanda kurdî li Binxetê germ dikin,
“ta radeyekê çanda gelê Kurdistanê dewlemend dikin û asoyên xwendevanên xwe di
warê wêjeyî û rêzanî de berfirehtir dikin”36, wêje û çanda kurdî diparêzin û
di bin mercên giran û zor de, di bin nîrên taybet de, rola dibistanan dilîzin.
Em hêvîdar in, ku me, bi vî awayî, kanî bû panorameke lezok li ser serdema
O.Sebrî dabe pêþ xwedevanên xwe, û rê li pêþ xwe jî dûz kiri be, da em derbas
hindir mijara xwe bibin, ji ber ku, wek me li destpêkê goti bû, her tiþtek, çi
diyardeyeke zanistî be, çi mirov be, ligel dema xwe û bûyerên wê girêdayî ye.
* * *
Jêder û ravakirin:
Jêderêm me bi herdu zimanên kurdî û erebî ne. Lewre jî emê navên wan bi
zimanên wan, li vir, deynin.
11. Sê deverên Kurdistanê; Cizîr, Kobanê, Kurd-dax (Efrîn) bi ser Sûriyê ve
xistin.
12. Binêr: O.Sebrî, Bûyîna min. Dîwana O.Sebrî, weþanên Apecê, çapa yekem,
Stockholm, 1998, rûpel 18. (Kopiyek ji destnivîsa vê gotarê di riya berêz
Hoþeng Sebrî re ketiye destê me de). Ev jêder, ji vir û pê de, wê bi navê
(Dîwana O.Sebrî) bê.
13. Binêr: Bîranînên xebatkarê Kurd ê mezin, rehmelê O.Sebrî, 1905–1930. Bi
zimanê erebî. Wergerandina Horamê Yezdî û Dilawer Zengî, rûpel 112–113. (Ev
jêder nisxeyeke ku bi kompoterê hatiye nivîsandin û di riya xebatkarê hêja
mamoste Hemreþ Reþo re ketiye destên me), ji vir û pê de wê bi navê (Bîranînên
O.Sebrî) bê.
14. Binêr: Samî Ehmed Namî, Dîmenin ji dîroka winda, weþanên Apecê, çapa
yekem, Stockholm2000, rûpel 57-62.
15. Jêdera berê, rûpel 63.
16. Cegerxwîn, Jînenîgariya min, weþanên Apecê, çapa yekem, Stockholm 1998,
rûpel 231.
17. Binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 55 .
18. Jêdera berê, rûpel 165.
19. Ev rêxistin bi alîkariya Hevgirtina Sovyetê hate avakirin, û þaxên xwe li
gelek welatan hatin danîn. Herweha þaxa wê ya Sûriyê jî di bin siya Partiya
Komunîst a Sûrî de malikên xwe li gelek gund û bajaran, nemaze yên Kurd,
danîn.
20. Biner: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 76.
21. Ji bo naskirina çalakiyên vê civatê, binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê,
rûpel 77-80.
22. ?. ????? ???? ?????? ?????????? ?? ??? ???????? ???? ??????. ????? ???????
26-27. ???? ? ???? ??? 2000. ????? ???????. ? 71-81.
23. Emê di (Jiyana wêjeyî û rewþenbîrî) de careka dî li nik vê komelê
rawestin.
24. Binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 87.
25. Dubarekirina helwestên wan endaman ne barê vê lêkolîna me ye. Ji bo vê
mijarê mirov dikare li van pirtûkên jêrîn vegere:
a) Samî Ehmed Namî, Dîmenin ji dîroka winda.
b) Mihemed Mela Ehmed, Rûpelin ji dîroka tevgera kurdî li Sûriyê. Du perçe. Bi
zimanê erebî.
c) Ebdilhemîd Derwîþ, Ronînin li ser tevgera kurdî li Sûriyê. Bi zimanê erebî.
26. Piþtî çend salan beþê nû navê xwe kir “Partiya hevgirtina gelê Kurd li
Sûriyê” û beþê kevin navê xwe kir “Partiya demoqrat a pêþverû ya kurdî li
Sûriyê”.
27. Evê kilûpê sala 1873-an du ahengên kurdî li bajarê Helebê pêk anîn. Ev
yekemîn car bû ku girûpên semaya kurdî bi cilên gelêrî û awaza mizûka
folkilorî, bi stiran û govend, li ser textên têyatroyên Sûriyê ahengên kurdî
pêþkêþ kirin. Yek ji wan herdiwan di hindirê (Sînema Sûriyê) de bû, û ya dî li
ser textê têyatroya (Soq el-Întac) bû, ku du þevan berdewam kir, û li gor
kertên (bîlêt) ku hati bûn firotin deh hezar kesên Kurd li herdu þevan beþdar
bû bûn. Digel hindê evê kilûpê di Newroza sala 1974-an de ahengek li Bêrûtê jî
pêþkêþ kir.
28. Dr. H. Hebeþ, “Raperîna çanda kurdî di kovara Hawarê de” , çapa yekem,
belavgeha Hogir, Bonn, 1996, rûpel 53.
29. Mebesta me ew e ku dibistanên fermî tune bûn, lê hinke biçûk û taybet
hebûn, ku Kurdan ew ava kiri bûn, belê dewletê lêçûnên (mesref) wan nedida.
30. Binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 85, û Ebdilhemîd Derwîþ «
ronîne li ser tevgera kurd li Sûriyê », bi zimanê erebî, rûpela 14.
31. ???? ????????? ????? "????? ??? ?????? ??????? ?? ?????"? ? 14.
32. Mixabin ev rojname, piþtî hejmara heftê, nema bi zimanê kurdî, belê bi
zimanê erebî derçû. Weha jî zimanhalên hemî partiyên Kurd li Binxetê bi zimanê
erebî derdiçin.
33. Ji bo naskirina rewþa rojnamegeriya kurdî li Binxetê binêr: Dr. P.
Berwarî, Pêþveçûna bizava çapemeniya kurdî li Sûriyê, yên bi zimanê kurdî,
Kovara Pirs, sal 6, hejmar 14, Havîn 1998, rûpel 3–15. Û Dr. Kamiran Bêkes,
Mêjû û rewþa rojnamegeriya kurdî li Kurdistana Rojava, kovara Pênûs, hejmar
10, rûpel 4–23.
34. Partiya Yekîtî ya demoqrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ rojnameya “Newroz”
der dixe, Partiya Hevgitina Gelê Kurd li Sûriyê jî rojnameya “Deng” der dixe.
35. Emê li vir navên xwediyên hemî kovaran, ên ku me behsa wan kiri bû,
biçespînin:
a) Kovara Gulîstan û ya el-Museqqef el-Teddumî: Partiya Demoqrat a pêþverû ya
Kurdî li Sûriyê.
b) Kovara Gelawêj û ya Edeb el-Qediye: Prtiya DemOqrat a Kurd li Sûriyê –
el-Partî, ya ku sekretêrê wê Kemal Ehmed bû, û niha jî Nezî Mistefa ye.
c) Kovara Stêr: Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê.
d) Kovara Xunav: Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî .
e) Kovara Gurzek Gul: Konê Reþ.
f) Kovara Zanîn: Ebdilbaqî Huseynî.
g) Kovara Aso: Siyamend Îbrahîm.
h) Kovara Roj: Partiya Sosyalîst a Kurd li Sûriyê. Evê partiyê roja
04.06.2002-an xwe ji hev xist û tev li Partiya Demoqrat a Pêþverû ya Kurdî bû.
i) Pirs û el-Hîwar: Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ.
j) Kovara Bihar û el-Menber: Hevbendiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê .
36. Dr. P. Berwarî, kovara Pirs, sal1998, hejmar 14, rûpel 13.
Ji kovara Pênûs
.
Biçe Jora Rûpelê