Hejarê Mukrîyanî
Musedeq
TOVÎ
Di Hejarê Mukriyanî,
navê wî yê durist Ebdulrehman Þeref Kendî ye. Hejar ne tenê helbestvanekî
netewî yê gelê kurd e belkî vekoler, dîroknivîs, zimanzan û wergervan,
ferhengnivîsekî navdar û þoreþgerê gelê kurd e û pêþmerge û kadirekî çeleng yê
komara Kurdistan (Mihabad-1946) û þoreþa îlonî (rezber) gulanê bû. Dilsoz û
cihê baweriya pêþewa Qazî Mihemed û Barzaniyê nemir bû.
Di sala 1920’ê ji dayîk bûye, xwendinên ayînî xwendiye û li destpêka temenê
xwe peywendî bi komela Jiyanewî Kurdistan (JÎK) kiriye û roleke girîng di
destgehên komara Kurdistan de 1946 wegirtiye û helbestên xwe di hemî rojname û
kovarên serdemê komarê de belav kirine. Digel Hêmin Mukriyanî yê helbestvan
xweþdiviyên pêþewa Qazî Mihemed bûn û bi helbest û gotarên xwe beþdarî di
piraniya helkeft û ahengên milî û nîþtimanî yên Komara Kurdistanê de kiriye.
Her di vê serdemê de û li sala 1945 komeke helbestên wî bi navê (Alekok) li
Tebrêzê hatine çapkirin, hindek ji wan hatin wergerandin bo zimanên azerî,
armenî û rûsî.
Piþtî rûxana Komara Kurdistanê li dawiya kanûna yekê (berfanbar) 1946 û
destpêka 1947’an Hejar miþext dibe Iraqê û jiyaneke pir ji hejarî, êþkence û
azar diborîne û serdemekê tûþî nexweþiya Silê dibe û bi alîkariya hindek
kurdên xêrxwaz diçe nexweþxaneya bajarê Yehnesa Libnanê bo dermankirinê û di
navbera mêjûya 13/ 11/1948-13/11/1950’an de li wir dijî û piþtre dizivire
Bexdayê û li sala 1956 tê bidûrxistin bo Sûriyeyê û li wir li jêr sîbera
binemala Haco Axa li bajarê Tirbespiyê dijî û li wir jî Mem û Zîna Ehmedê Xanî
werdigerîne ser zaravayê mukriyanî û di wê serdemê de koma helbestan (beytî
sermer û lasayî seg û mangeþew) li Þamê bi qaçaxî çap dike.
Piþtî þoreþa 14’ê tîrmeha 1958’an jî vegera Barzaniyê nemir ji Yekîtiya
Sovyetê Hejar dizivire Bexdayê û bi dîdara Barzaniyê nemir þad dibe û bi
piþtevaniya wî li sala 1960’ê Mem û Zîna Xanî li Bexdayê çap dike û di wê
qonaxê de heta sala 1961’ê piþikdariyeke (beþdarî) baþ di bizava rewþenbîriya
kurdî de li Bexdayê dike.
Piþtî destpêkirina Þoreþa Îlona (rezber) 1961’ê Hejar digehe rêzên Þoreþê û
hemî þiyanên xwe dixe xizmeta þoreþê û dîwana wî ya yekê bi navê (bo
Kurdistan) li sala 1966’î wergerandina wî ya (çarîneyên Xeyam) û li sala 1968
ji aliyê þoreþê ve li Beyrûdê hatine çapkirin.
Di navbera 11 adara 1970-11 adara 1974 Hejar dizivire Bexdayê û piþikdariyeke
berfireh di çalakiyên rewþenbîrî yên kurdî de dike û di kongreya yekê ya
Yekîtiya Nivîserên Kurd wek serokê vê yekîtiyê hate hilbijartin û her di vê
qonaxê de wek endamê kara yê Korê Zanyarî Kurd li Bexdayê kar dike.
Digel destpêkirina þerê li Kurdistanê li adara 1974’ê Hejar cihê xwe di nav
destgehên rewþenbîrî û ragihandina þoreþê de digire û berdewamiyê bi xebata
xwe dide heta plana xiyanetkariya Cezaîrê li adara 1975’ê dijî þoreþa
Kurdistanê tê gêran, Hejar jî digel deh hezaran ji þoreþgeran miþext dibe
Îranê.
Her çende Hejar bi xwe kurdê Îranê ye û xwedan regeznameya îranî ye, lê demê
di gel þoreþgeran de derbas dibe wekî her penaberekî din serederî di gel
dihête kirin, ew bi xwe jî di peywendiyên xwe de bêhtir wek penaberek, wek
pêþmergeyekî aware serderiyê dike.
Di vê qonaxê de Hejar gelek tûþî hejarî û nebînî û derdeseriyê dibe, lê di
kurdîniya xwe û bizava xwe ya rewþenbîrî de xurtir lê tê, berhemên rewþenbîrên
mezin ên pir biha berhem tîne wek wergerandina Qurana Pîroz bo ser zimanê
kurdî û wergerandina (Qanîn dertûb) ya Ebo Elî Sîna ji erebî bo farisî di pênc
bergeyan de, Þerha Dîwana Melayê Cizîrî, ferhenga Hembane borîne û çend
berhemên dîtir ên Hejar li ser van çalakiyan berdewam bûn.
Li sala
1986’ê sera Parîsê dide û beþdariyeke baþ di çalakiyên Enstîtuya Kurdî ya
Parîsê de dike û piþtre Mem û Zîna Xanî tûjandina Hejarî digel wergêrana
Mukriyanî ji aliyê vê Enstîtuyê ve hate çapkirin. Piþtî vegera Îranê berdewam
dibe, li ser çalakiyên xwe yên rewþenbîrî heta roja 21’ê reþemiya 1991’ê
wexera dawiyê li bajarê Kerec kiriye û li bajarê Mihabadê paytexta yekemîn
Komara Kurdistanê hate veþartin û rê û resmên veþartin û behîdariya wî bi
beþdariya Mesûd Barzanî û serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û
piraniya penaberên kurdên Îraqê û xelkê rojhilata Kurdistanê hatiye gêran ku
li astê mezinatiya Hejarê Mukriyanî bûn. Bêhtir ji bîst berhemên Hejarî,
helbest, wergêran, dîrok, ferheng û tûjandin bi zimanê kurdî û farisî hindek
ji wan carekê hatine çapkirin û bi sedan helbest û gotarên wî di kovar û
rojnameyan de hatine belavkirin.
Jêderk:
1- Hejar, Çêþtî Micêwir, Parîs 1997
2- Reþîd Findî, Elho Bilind Difire, Duhok 1997
3- Gotar û babetên cuda cuda di kovarên kurdî de.
Biçe Jora Rûpelê