20
Sal li Ser Wefata Cegerxwîn Derbas Bûn:
Cegerxwîn: Azadîxwazê Navneteweyî û
Helbestvanê Rewþenbîriya Netewî Di Nava Kurdan de
(1903 Gundê Hesarê. 22.10.1984 Stockholm, Siwêd)
KAKÞAR
OREMAR
Di dîroka Kurdistanê de gelek þêremêr û jinên çeleng ji bo þiyarkirina Kurdan
û azadkirina Kurdistanê bi can û dil xebat kirine. Di nava Kurdên hemû
Kurdistana mezin de, Cigerxwîn wek siwarçakê qada þiyarkirin û rewþenbîriya
siyasî-civakî, navekî naskirî ye. Cara yekemîn min bi riya deng û hunera her
du hunermendên Kurd Þivan û Gulistan Perwerê navê Cegerxwîn bihîst. Helbesteke
mamosta Cegerxwîn ya bi navê (Kurdistanê, Kurdistan Baxçê Gulan,...)
hunermenda hêja Gulîstan Perwerê di kasêteke xwe de xwendibû. Peyvên ku ji
xwendina helbestê digehiþtin guhên me, tev di derbarê welat, bindestiya Kurdan
û bedewiya çiya û coxrafiya Kurdistanê bûn. Lê dema strana Þivan ya bi navê
(Kîne Em) li Kurdistanê belav bû, êdî mirov dixwest bêtir Cegerxwîn nas bike.
Cegerxwîn di helbestekê de (Kîme Ez) dîroka tejî serfirazîya gelê xwe bi bîra
herkesî tîne û ji gelê xwe dawa dike ku ji bo rizgarkirina nîþtimana xwe heta
can û malê xwe jî fîda biken.
Baþ tê bîra min ku hinek mele û mamostayên olî dema di rûniþtin û mêvandariyan
de behsa Cegerxwîn dihat kirin, wiha digotin:
„ Erê... Cegerxwîn ew meleye yê ku dev ji dînê îslamê berda û piþtre bû kafir
û komunîst!!. Ew bi riya þêirên xwe dixwaze bîr û baweriyên xwe di nava hemû
Kurdan de belav bike û....“
Piþtî van axftinên ku bêhna paþverûtiyê ji wan dihat, di navbera me û wan de
gengeþeyên tund û tûj destpêdikirin. Me ew bi paþverûtiyê mehkûm dikirin û wan
jî em bi milletperest û Xwedê nenas bi nav dikirin!!. Lê sedema heza me ya ji
bo Cegerxwîn tenê ew bû ku me bi bihîstina helbestên wî ji xeynî rastî û
duristiyê tiþtekî din nedibihîst. Naveroka stranên ku gotina wan ji helbestên
mamosta Cegerxwîn bû, tev nîþtimanî û li ser guherandin û pêþkeftina
rewþenbîriya civakî-siyasî bûn. Cegerxwîn bi zimanê xwe yê xweþ û þirîn hemû
gelên bindest û bi taybetî jî Kurd vedixwendin serhildan û þoreþê. Þoreþa ku
bikarîbe textê padiþeh û xwînmêjên dîktator sernixûn bike û tevaya gelên
bindest jî di bexteweriyê de bijîn. Cegerxwîn di wê serdema tarî û tejî êþ da
bibû bilûrvan û awazvwanê þiyarkirina belengaz û hejaran. Wî derdê bindestiya
Kurdan ku ji destê dagirkerên Tirk, E´cem û E´reb dinalîn û dikalîn, bi
zimanekî vekirî beyan dikir. Cegerxwîn bêbextîya hinek axayên xwefiroþ, þêx û
meleyên paþverû ku bi hizar rengan keda gelê xwe difirotin, bi çîna hejar û
feqîrên civaka xwe dida fêmkirin. Ew evîndarê xwendinê ye û xwendin li ba wî
kilîla vekirina deryên zilim û zora çend hizar salan ye.
Cegerxwîn dizane ku xwendin hejariya kulturî ji holê radike, ji bona wê ji
dibêje:
„ Ger nexwînin dê beg û axa me tim talan bikin
Ev nezanî cangiranî karekî nasazîye
Rêncberê þêx û melayî, karkerê axa û beg
Ê hinan pêkarine, lê ê hinan canbazîye
Ew kesê zana divêt tim wek Cegerxwîn bikin qîr
Raste, wî zincîr di mil da tim bi qîr û gazîye“.
Jiyana Cegerxwîn:
Navê wî yê rastîn Þêxmûs ê kurê Hesen ê Mihemed e ku ji yazde zarokan tenê ew,
birayê wî Xelîl û xwîþkek bi navê Asya sax mane û ewên din tev di temenê
zarokatiyê de mirine. Navê dayika wî ji Eyþan bû. Cegerxwîn bi xwe jî nizane
ka di kîjan salê de hatiye dinê, lê sala ji dayik bûna xwe di navbera salên
1900-1903 an dide diyarkirin. Ew li gundê Hesarê yê girêdayî bajarê Nisêbînê
li bakurê Kurdistanê di nava malbateke hejar û Kurdperwer de çêbûye.
Piþtre ew ji ber helwesta xwe ya Kurdayetiyê koçberî rojavayê Kurdistanê bûne
û li bajarê Amûdê bi cîh bûne. Bavê Cegerxwîn li sala 1918an li Amûdê wefat
kiriye û diya wî jî salekê piþtre di 1919an de li gundê Bêdirmemo miriye.
Wefata bav û diya wî jiyana wan ya asayî tevlîhev kir. Þêxmûs ji ber belengazî
û hejariyê neçar maye ku ji temenê zarokatiyê karên þivanî, paletî, gavanî û
berxvaniyê bike daku bikarîbe debara jiyana xwe bi rêve bibe. Demekê jî bûye
feqehê ber destê meleyan. Di vê jiyanê de ye ku ew hêsîrî, belengazî û
bextreþiya gelê Kurd dibîne û sedemên bindestiya Kurdan baþtir nas dike. Û
dikeve pey rêyekê ku dermanekî ji van êþên giran re peyda bike. Hêvênê bîr û
rayên wî yên nîþtimanperweriyê di van salan de tên darijandin. Dilêþiya
Cegerxwîn ya ji bo qedera gelê wî ji kûrahiya dil û canê wî dihat. Pênaseya
herî rast û durist ji bo kesayetiya siyasî-civakî ya Cegerxwîn helbestên wî
yên himasî ne ku ji keç û xurtên Kurdistanê û Kurdayetiya pîroz re bûne
manifestoyek bêmirin. Cegerxwîn di jiyana feqehî û melatiyê de li her çar
perçên Kurdistanê geriya. Armanca wî ji karekî wiha ew bû ku bêtir derdên
bindestiya gelê civaka xwe nasbike û di þiyarkirina wan de rolekî bilîze.
Cegerxwîn hê ciwan bû ku di sala 1927an de bi keça xalê xwe (Kehla Mistefa) re
zewicî û ew bûn xwediyê 5 keç û 2 kuran. Kurên wî Keyo û Azad û keçên wî jî
Sînem, Gulperî, Rojîn, Benîye û Selam in.
Çîroka jiyana Cegerxwîn ya li Kurdistanê dûr û dirêje. Lê xebatên wî yên
siyasî di avakirina komele û civatên Kurdî de gelek balkêþin. Sala 1946an
Cegerxwîn, Dr. Ehmed Nafiz, Arif Ebbas, Evdilrehman Axa, Mela Elî, Muftî Mela
Ehmed û Hacî Yûsif „Civata Azadî û Yekîtiya Kurd“ ava kirin.
Cegerxwînd di bîranînên xwe de li ser vê civatê wiha dibêje:“ Vê civata me
çend tiþtên hêja kirin:
1-Civatê çil perçe daxwazname þandin Sanfiransîsko.
2-Çend caran me peya û nivîsarên xwe gihandin, þandin ji dewleta Mehabadê re.
3-Civatê gelek caran bi Ingilîz û Emrîkanan re danûstandin kiriye. Lê her
duyan jî digotin:“ Hûn hevalbendên dewleta Mihabadê ne, hûn hevalbendên
Sovyetistanê ne“.
Li vir bû ku birêveberên civatê bi rastiyeke dîrokî hesiyan:“ Welatên Rojava
ji bo berjewendiyên xwe yên aborî xwestin ku rengê petrola Kurdistanê bi xwîna
milletê Kurd rengîn bikin.”
Mamosta Cegerxwîn bi taybetî jî li ser nakokîyên civakî-siyasî yên li herêmên
Botan, Mêrdîn û Rojavayê Kurdistanê pir disekine. Ew li pey wê hindê ye ku
karekî ji bo doza netewa xwe ya belengaz bike. Ji ber wê jî bi xembarî wiha
dibêje:” Heta sax im, ezê þerê xwarî û çewtiyê bikim. Ezê her dijminê zordestî
û nexweþiya nava milletê xwe û cîhanê jî bikim. Ji ser vê awira xwe
venagerim.”
Cegerxwîn di hemû nivîsên xwe de ji ber ku mezinên Kurdan derfetên mezin ji
dest dane û nekarîne bi yekîtiyekê dewleteke xwe ya netewî û serbixwe
pêkbînin, pir xembare. Ew çawaniya pêkhatina þoreþ û serhildanên lîderên mîna
Simkoyê Þikak, Þêx Mehmûdê Berzencî, Þêx Seîdê Pîran, Þêx Ebdulselam Barzanî,
General Ihsan Nûrîpaþa, Mele Mistefa Barzanî, Seyîd Riza Dêrsimî û çawa
pêkhatina Komara Kurdistan ya di bin serokatiya Pêþewa Qazî Mihemed da
dinivîse û li ser sedemên têkçûna wan serhildanan jî dîtinên xwe bi awayekî
xweþ tîne ziman. Dubendiyên di navbera malbatên Kurdan yên mezin de ku dikarîn
bi hevgirtina di navbera xwe de kerwanê doza Kurdistanê ber bi serfiraziyê ve
bibin, cihekî taybetî di helbest û bîranîn Cegerxwîn de digirin. Bo nimune
dubendiya di navbera malabatên Haco Axa û Cemîl Paþa da bûn sedem ku Firansî û
Ingilîz çi qîmetê ji daxwazên Kurdan re negirin.
Hatina Ewropa û Helwesta Kurdistanî
Cegerxwîn 03. 08. sala 1979an bi hevkariya hinek Kurdên ku li Swêdê dijiyan
hat Ewropa û di demeke kurt de dest bi weþandina wan berhemên xwe kir ku ji
ber qedexebûnê nekarîbû li Kurdistanê wan biweþîne. Êdî wî dikarî tenê di
etmosfêrekî azadtir de nefesê bikîçîne, lê hewayê axa Kurdistanê çi caran ji
bîra wî nediçû. Tevî ku temenê wî li jor bû, lê dîsan jî rojekê bi hîvîya
vegera ber bi welatê xwe bû.
Ew li her derê þiyare ka li welatê wî yê par-par bûyî çi diqewime. Dema ku li
sala 1979an gelên Îranê þoreþek seranserî li dijî Mihemed Riza þahê Pehlewî
lidarxistin, pareke mezina Kurdistan jî ket destê Kurdên Rojhilatê Kurdistanê.
Lê rijîma paþverûya Îslamî li dijî Kurdên azadîxwaz þerekî giran da
destpêkirin ku heya sala 1984´an bi giranî berdewam bû. Wê demê mamosta
Cegerxwîn li Ewropa bû û bi riya rojname, radio û Tv´yên Siwêdî behsa cinayet
û xwînmêjiya rijîma Xumêynî dikir. Wî li dijî cihad an jî þerê pîrozê Xumêynî
ku di 19.Tebaxa 1979´an de li dijî hemû Kurdên þoreþger li Rojhilatê
Kurdistanê ji aliyê wî ve hatibû îlankirin, helwesteke tund da xuyakirin û di
hemû hevpeyvînên xwe de rûreþiya vê rijîma kevneparêz bêtir ji raya giþtiya
Ewropa re da eþkerekirin.
Ger mirov bixwaze li ser hemû aliyên jiyana mamosta Cegerxwîn binivîse,
lêkolîn û karekî dûr û dirêj pêwîste. Lê mamosta Cegerxwîn heya kêliya dawiya
jiyana xwe Kurd jiya û evîndarê hemû Kurdistanê bû.
Naveroka helbestên Cegerxwîn:
Cegerxwîn di nava Kurdan de bêtir bi helbestvaniya xwe tê naskirin û hezkirin,
lê berhemên wî yên din jî hene ku di pirtûkxaneya Kurdan de cihekî berçav
digirin.
Di parek ji helbestên mamosta Cegerxwîn de bêtir ji her tiþtî felsefeya
serhildan û þoreþgeriyê li dijî dagirkerên talankar tê dîtin. Ew bi riya
helbestên xwe bandorek pozîtîv li ser rewþenbîriya gel dilîze. Ger Kurdan di
çaxê xwe de þîret û peyamên Cegerxwîn di piratîkê de cî bi cî bikirana, ez di
wê baweriyê deme ku niha qedera siyasîya Kurdan di astekî din de bû û bêtir
nêzî rizgariyê bibûn.
Cegerxwîn jî wek mamostayê xwe fîlsofê mezin hezretê Ehmedê Xanî, di nava
Kurdan de bû xwîndingehek dewlemend ku di dîroka siyasî, çandî û civakî ya
Kurdistanê de xwedî cihekî taybetîye.
Pareke din ji helbestên mamosta Cegerxwîn li ser evîndarî û dildariyê hatine
vehûnandin ku têde serbihûriyên evîndaran tên dîtin. Sirûþta bedewa Kurdistanê
evîn afirîne. Ji bona wê jî herçend Kurd di dirêjahiya jiyana di welatê xwe de
bi þer û nexweþiyên mezin re rû bi rû mane jî, lê hertim netewek dilxweþ û þad
bûne, nexweþiyan ew ji evîna civakî, welat û azadiyê dûr nexistine. Herwiha di
hinek helbestên nemir Cegerxwîn de navê wan bispor, zana, leheng, qehreman û
helbestvanên Kurd ku ji doza gel û çanda xwe re karekî bihagiran kirine, tê
dîtin.
Di naveroka beþeke din ji þêirên mamosta Cegerxwîn de aþtîxwazî û biratiya
gelan tê dîtin. Ew dixwaze ku hemû mirov di nava aþitî û wekheviyê de bi hevre
bijîn, lê behsa cudahiya ol û netewan nake û bi çavê mirovan li herkesî
dinêre. Ew dixwaze ku cîranên Kurdan jî hurmeta hebûn û azadiya wan bigirin,
daku bikarîbin tev bi hevre di tenahî û aþtiyê de bijîn.
Cegerxwîn bihayek giran dide helbestên li ser dîrok û þerê Kurdan yê ji bo
serxwebûna Kurdistanê. Ew bi awayekî berfireh canfîdayîya Kurdan di
serhildanên cur bi curên li hemû Kurdistanê bi bîra nifþên piþtî xwe tîne.
Berdirxanîyên Cizîra Botan, Pêþewa Qazî Mihemed, Þêx Seîdê Pîran, Dr. Nûrî
Dêrsimî, General Mistefa Barzanî, Dr. Fûad, General Ihsan Nûrî Paþa, Simkoyê
Þikak, Þêx Mehmudê Berzincî û hwd ji wan kesanin ku navê wan di helbestên
nemir Cegerxwîn da tên dîtin. Ew navê sembolên rêya bi þan û þerefa doza
Kurdistanê bi bîra me tîne ku stûn û bingeha dîroka azadîxwaziya Kurdistanê
çêkirine.
Di nava parek ji helbestên Cegerxwîn de dijayetiya li hemberî hinke axa, beg,
mele û þêxên xayîn û Kurdfiroþ tê dîtin. Cegerxwîn ji çaxê zarotiya xwe gelek
zor û sitema axayan dîtiye ku bûye sedem heta malbata wan çend caran ji tirsa
wan dest ji mal û jiyana xwe berdane û aware bûne. Hinek axa û begên bêbext ku
ji bo dilxweþiya cendirmên Tirk heta bav û birayên xwe jî dikujin, di
helbestên Cegerxwîn de sedemên bextreþiya gelê Kurd tên hesibandin. Ew ji gel
dawa dike ku li dijî rewþt û a´detên civaka feodalîzimê ku hinek axa, þêx û
begên nezan serkêþiyê jêre diken, serî hilden.
Herwiha Cegerxwîn li dijî faþîzimê ku di çaxê þerê cihanê yê du-duyan de
rûçikê xwe yê gemar nîþanî mirovahiyê da, helbestên bi naveroka xwe dewlemend
vehûnandine.
Di pareke din ji helbestên Cegerxwîn da dijayetiya li dijî ayînên
kevneperestiyê ku peyrewên wan hertim dixwazin gel di çarçoveke sinordar de
bimînin, tê dîtin. Ew naxwaze ku gelê wî yê bi esalet û resen di cîhana ku
herkes dixwaze tê de pêþ bikeve, kerr û kor bimîne.
Bi bihîstina helbestên Cegerxwîn mirov ji dil dixwaze ku di nava dil û mejiyê
xwe de þoreþeke hemûalî pêkbîne. „ Kurdistan „ gotina wî ya yekê û dawiyê ye.
Kesê ku bi hemû hiss û heza xwe axa Kurdistanê neperêse li cem mamosta
Cegerxwîn mirove nayê hesibandin. Ji ber ku kesê li axa welatê xwe hez neke,
dikare namûsa xwe jî bifiroþe. Ji ber wê jî Cegerxwîn di hemû berhem û gotarên
xwe de dilþewatê bindestiya welat û gelê xwe ye.
Cegerxwîn bi hûrbînyek hemûalî di pirtûka xwe ya bi navê „ Jînenîgariya Min “
de bîranîn û tecrûbeyên jiyana xwe beyan dike. Ew ji ber zekawet û ramanên xwe
yên kûr, zû pêhesiya ku di welatê wî de hinek mele û þêxên xwefiroþ û xayîn
bûne alet û amirazên siyaseta dagirkerên Kurdistanê û ew bi navê dîn û
olperestiyê þoreþger û welatparêzên Kurd di nava civata wan de bi destê
dagirkeran ji nav diben an jî wan di nava gel de ku bi sed rengan hatiye
xapandin, rûsar û bêqîmet diken. Cegerxwîn rind û xweþ pêhesiya ku dijminên
azadî û serxwebûna Kurdistanê bi riya hinek þêx û meleyên nezan, olperestî di
devê riya welatperweran de kirine kelemên pir asê. Bi awayekî ku di dîroka
azadîxwaziya Kurdan de dîn û olperestî pir caran bûye sebebê êþandin û
binketina doza gelê Kurd. Cegerxwîn di cihekî pirtûka xwe de dibêje:“
Daxwaza me ne ewe ku em dixwazin tenê þerê dîn bikin. Lê em dixwazin dînê bi
rastî bidin xuyakirin ku dîn ji bo çi hatiye? Ji bo çi çêbûye û çawa bi pêþ ve
diçî? Îro dijminê miletê Kurd çawa dikin kêreke tûj û zikê miletê me pê
diçirînin. Miletê me – Kurd –pê li paþ dihêlin, pê dijminaiya me dikin. Lê ew
dînê ku hatiye danîn ji bo paqijkirina dilê mirovan ji neqencî û pîsîtiyê, ji
xwînrêjî, talankerî, dizî û keleþiyê, îro bûye alîkar ji bo kuþtin, þewat,
talan, dizî, berberî û dijminahiya miletê me.(1)
Cegerxwîn bi xembaryek giran çend bîranînên xwe li ser bend û berberiyên
e´þîrî bi bîr tîne. Ew dide xuyakirin ku êlperestî qirêja hizar salan bi nav
mejiyê xwendevanên Kurd de dirijîne û riha mirovan bi jehir dike ku heta
neyariya doza gelê xwe jî pêbiken. Cegerxwîn xemxwarê wê hindê ye ku çima û
çawa „ Romîkên qûnbicilik “ bera axa û e´þîrên Kurdan didin hev û ew ji bo
tiþtên kêm û bêqîmet hev dikujin û rûmet û welatê xwe belaþ pêþkêþî dijminê
xwe dikin.
Mixabin ji mêjda heya niha hê jî gelek Kurdên nezan û nexwende bi hêsanî dibin
evîndarê diravê dijmin û bi nezanî rûmet, keramet û welatê xwe, di bin lingê
hespê dijmin de dipelixînin. Ev karê Kurdên welatfiroþ dilê Cegerxwîn
diþewtînin û ew dermanê vî derdê çend hizar salî, tenê di xwîndin û
pêþkeftinên civakî de dibîne.
Dema ku du aliyên Kurd (çi ewên nîþtimanperwer û çi ewên ku di xizmeta dewleta
Tirkiyê de ne), ji bo tiþtên bêqîmet hev dikujin, Cegerxwîn pir nerihet û
xemgîn dibe û di bîranînên xwe de gelek nimuneyên bi vî rengî dide xuyakirin.
Ew tim ji me dipirse ku:” çima divê tenê Kurd ji bo berjewendî û dilxweþiya
Tirk, E´reb û Farisan hev bikujin, bêy ku bigehijin armanc an jî tiþtekî din”.
Ev derdê sedan salaye ku mixabin hê jî didome û Kurdan hê jî dermanek jêre
nedîtine.
Nivîskar û rewþenbîrên Kurd di jiyana xwe de kêm ketine ser wê fikirê ku
bîranînên xwe binivîsin, lê mamostayê payebilind Cegerxwînê nivîskarê Hawarê û
hevkarê mamosta Celadet Bedirxan di pirtûka bi nave “Jînenîgariya Min” de bi
hûrbîniyek têr û berfireh hemû bîranînên xwe ji çaxê zarokatiyê heya wê dema
ku kariye, nivîsandine. Ev karê bi kêr û bêrê Cegerxwînê evîndarê azadiya
Kurdistanê bêgoman yê di paþerojê de ji gelek rejîsorên Kurd re bibe sojeyên
dîrokî ji bo duristkirina filmên cur bi cur li ser dîrok û jiyana civakiya
Kurdan.
Berhemên Cegerxwîn:
Cegerxwîn di jiyana xwe de mirovekî aktîv bû. Pir dixwend û dinivîsand, lê ew
di wê baweriyê de bû ku çiqas mirov binivîse divê çar hindî wê jî bixwîne û li
ser karê ku dike bi berfirehî lêkolînê bike. Berhemên mamosta Cegerxwîn yên
çapbûy ev pirtûkên jêrin:
_ 1. Dîwana Yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Þam
_ 2. Cîn û Gulperî, çîroka Yekem, 1948 Þam
_ 3. Dîwana diwem: Sewra Azadî, 1954 Þam
_ 4. Reþoyê Darê, çîroka diwem, 1956 Þam
_ 5. Gotinên Pêþiyan, 1957 Þam
_ 6. Destûra zimanê Kurdî, 1961 Bexda
_ 7. Ferheng, perçê yekem, 1962 Bexda
_ 8. Ferheng, perçê diwem 1962 Bexda
_ 9. Dîwana siyem: Kîme Ez? 1973 Bêyrûd
_ 10. Salar û Mîdya, 1973 Bêyrûd
_ 11. Dîwana çara: Ronak, Weþanên Roja Nû- 1980 Stockholm
_ 12. Dîwana Pênca: Zend-Avêsta, Weþanên Roja Nû- 1981 Stockholm
_ 13. Dîwana þeþa: Þefeq, Weþanên Roja Nû- 1982 Stockholm
_ 14. Dîwana hefta: Hêvî, Weþanên Roja Nû- 1983 Stockholm
_ 15. Dîwana heþta: Aþitî, Weþanên Roja Nû- 1985 Stockholm
_ 16. Tarîxa Kurdistan – Cilda 1, Weþanên Roja Nû- 1985 Stockholm
_ 17. Tarîxa Kurdistan – Cilda 2, Weþanên Roja Nû- 1987 Stockholm
_ 18. Tarîxa Kurdistan _ Cilda 3, Weþanên Roja Nû- 1999 Stockholm
_ 19. Folklora Kurdî, Weþanên Roja Nû- 1988 Stockholm
_ 20. Jînenigariya Min, Weþanên Apec – 1995 Stockholm
_ 21. Nivîsarek li ser dîbaca Ehmedê Xanî, mixabin hê nehatiye çapkirin.
Wefat û Wexera Dawiyê
Roja 22. 10 sala 1984an Cegerxwîn li xerîbiyê û dûr ji axa bav û kalên xwe
Kurdistanê (li welatê Siwêdê) çû ser dilovaniya Xwedê. Ev xebera nexweþ di
nava raya giþtîya Kurdan de zû belav bû. Lê dema termê wî vegerandin bajarê
Qamiþlokê bi hezaran kesan di merasima veþartina termê wî de beþdarî kirin.
Keç û xortên Kurdistanê ji ber wefata wî hêsir barandin, ew bi bîranîn û bi
xemgînîyek mezin termê wî di hewþa mala wî ya li bajarê Qamiþlo sipartin axa
pîroza Kurdistanê.
Mamosta Qenatê Kurdo ku di salên dawiya jiyana xwe de karî Cegerxwîn ji nêzve
bibîne derheqa Cegerxwîn de wiha dibêje:
„ Cegerxwîn þaêrê azadîxwaziya neteweya Kurd e, dengbêjê dostî û hevkariya
miletan e, þerkarê aþîtîya dinyayê ye, nav û dengê wî li her çar parên
Kurdistana parvekirî da belav bûye. Di zemanê me da derheqa wî û efirandinên
wî da gelek gotar û miqale nivîsîne û di kovar û rojnaman da çapkirine, qedir
û qîmetê helbestên wî anîne ber çavan, dinya pêhesiya ew çi mêre, çawa jiye,
çi kiriye û çi efirandiye“(2).
Çavkanî:
_ 1. Cegerxwîn: Jînenîgariya Min Rûpelê 9´an.
_ 2. Tarîxa edebyata Kurdan. Qenatê Kurdo
_ Hevpeyvînek kurt bi Keyo Cegerxwîn
Du helbestên mamosta Cegerxwîn:
1. Ayîna Min
Hey ayîna min, diçim tu dimênî
Li vî rûpelê jînê dixwênim,
Tu ayîna min ez ayîna kê?
Þeveke tarî, reþ û rê winda,
Ez û tu herdu remzin Cegerxun!
Lê nizanim ka paþê çi dibênî,
Li rûpelê dî ka tu çi dixwênî...
Kî me diçênê, kî me hiltênî?
Di vê rê de kes kesî nabînî...
hemî yek in em çi hiþk çi þênî.
2. Ola Me Xortan
Em welatê xwe nadin bi Berlîn,
Deþt û latên xwe em nadin bi Çîn
Welatê me ye bilind e þêrîn.
Ola me xortan miletperestî,
Ji me dûr dixî xwarî û sistî.
Îro namûs e, rabin ey millet,
Doza xwe bikin bi dîn û dewlet,
Welatê me ye, xweþ bûye cenet.
Ola me xortan miletperestî,
Ji me dûr dixî xwarî û mestî.
Pismamê Ristem Kurd û Madî ne,
Hemdemê Roman, xortên Kurdî ne,
Bê xwendin mane Cegerbixwîne.
Ola me xortan miletperestî,
Ji me dûr dixî xwarî û mestî
Biçe Jora Rûpelê