Yûsiv diyaaddîn Paþa Elxalidî
(1848-1906)
Amadekirin û wergerandin ji erebî: Jan Dost
Yûsif Ziya( Yûsiv Diyaaddîn) kurê qazîyê Meraþ û erzerûmê Mihemmed Elî ye,
kalkê wî ji hêla dê de, Mûsa Elxalidî, qazî yê Anadolê bû, wî di biçûkanîya
xwe de li camîya El Aqsa yê xwend û piþt re xwest berê xwe bide zanîngeha El-
Ezher ya Misrê, lê bavê wî berê wî da girava Malta yê da ku di fakulta
Protistantî de bixwîne, du salan li wir ma heta birayê wî Yasîn ew þande
Stembolê da ku bijîþkî yê bixwîne, lê dilê wî û wê xwendinê nebû, îca piþtî
salekê dev jê berda û tev li fakulta robert ya Endazyarîyê bû. sal û nîvekê li
wir xwend û ew jî bi hoyê mirina bavê xwe, terikand û vegerîya Qudsê. Dema ew
li Stembolê bû destpêkirina vekirina dibistanên nûjen û modern dît û xwest li
Qudsê jî tevgereke weha bike. Bi alîkarîya Raþid paþa walî yê Sûrî sala 1867
an, yekemîn dibistan bi navê Dibistana Reþîdî vekir. Lê hêvîyên wî hemî têkçûn
dema gerînendeyekî tirk ji Stembolê anîn û ew nekirin gerînende.
Piþt re ew bû serokê þaredarîya qudsê û þeþ salan ew di wî karî de ma. Di wan
þeþ salan de gelek xizmet ji bajêr re kirin, kolanên nû ji bo peyadeyan
çirandin û rêyên Asfalt ji bo erebaneyan di navbera Quds û Yafa de û kehrîzên
zêrzemîn û gelek karên din. Piþtî demekê ew ji serkatîya þehredarîyê hate
pekandin.
Sala 1874 an dostê wî Raþid paþa bû wezîrê karên derve yê dewleta Osmanî, û ew
vexwende Stembolê da ku weke wergêrekî di Babi Alî de kar bike. Di wergerîyê
de þeþ mehan xebitî û piþt re bû cîgirê Qonsolosê osmanî li bendera Botî ya
rûsî li kenarê derya reþ.
Lê Raþid baþa di wezareta derve de dirêj nekir, û Yûsiv jî bi wî re ji karê
xwe hate avêtin. Wî ew yek weke fersendekê dît ku li rûsyayê bigere û ji nêzîk
ve wê nas bike. Ew li bajarên weke Mosko, Kiyêv, odîsa, pîterburg heta sala
1875 an gerîya.
Piþtî wê bi alîkarîya dostê xwe yê kevin Raþid paþa yê ku bûbû balyozê dewleta
osmanî li Otrîþê( Nemsa yê) bû mamostayê edebiyata Erebî li Viyanna yê.
Tebaxa 1875 an ew vegerîya qudsê û careke din bû serokê þaredarîya wî bajarî.
Di destpêka sala 1877 an ew weke mebûsê muteserrifîya qudsê, di meclisa
Mebûsan de hate hilbijartin.
Di meclisê de wî dijberîya sultan Ebdilhemîdê duyem kir û bû piþtgirekî çalak
ji bo destûrê( meþrûtiyyetê).
Dema ku meclis bi biryara sultan Ebdilhemîd di sibata 1878 an de hel bû, ew jî
bi deh mebûsên din re hate sirgûn kirin û vegerîya Yafa yê û piþt re Qudsê û
ji bo cara sêyemîn bû serokê þaredarîyê. Sala 1881 an bû qaymeqamê yafa û piþt
re Merciuyûn li Lubnanê. Dawî bû hakimê Mutkî li Bedlîsê û li wir fêrî zimanê
Kurdî bû û ferhenga xwe ya navdar ( Elhediyye Elhemîdiyye) nivîsî. Ferhenga wî
sala 1893 an li Stembolê çap bû.
Pirtûka wî bi coþeke mezin ji hêla rewþnebîrên Kurdan li herêmê hate pêþwazî
kirin û gelek kesan mîna: Hesen fehmî efendî muderrisê dibistana Salihiyye li
Sêrtê, û þêx Evdirrehman kurê miftîyê Sêrtê û mele mustefa kurê þêx Hesenê
navborî û hin kesên din, ku hemûyan jî helbest di pesnê wi û ferhenga wî de
nivîsîn.
Yûsiv Ziya paþa yê ku ev xizmeta mezin ji bo zimanê kurdî kir, ala 1906 an li
Stembolê wefat kir.
www.tirej.net
Biçe Jora Rûpelê