Melayê Cizîrî
(1407-1481)
XALID SADINÎ
Melayê
Cizîrî, Wêjeya Dîwanî û Dîwana Melayê Cizîrî
Melayê Cizîrî helbestvanekî kurd ê mutesewif e ku di navbeyna sedsalên16 û 17
de li Cizîra Botan jiyaye.
Herçenda ku li gor gelek nivîskar û lêkolînerên kurd tarîtiyek di salên
jidayikbûna Melayê Cizîrî de hebe jî; bi qinyata min ev mesele pir tarî nîn e
û li gor agahdariyên Cizîrî bi xwe dayine me, Melayê Cizîrî sala 974ê miþextî
(koçî) de hatiye dunyayê. Em vê rastiyê ji vê malka helbesta wî derdixin:
Ji herfan mah û salê me
Nehat der þiklê falê me
Wekhemî pêwendîkarên wêjeya dîwanî dizanin, helbestvanên wêjeya dîwanî bi
piranî dîrokan bi jimêra ebcedê didin. Di van malkên jorî de jî jimêra ebcedê
heye û li gor Abdurrehman Durre piþavtina vê malikê 974 dike.(Rewþen, hejmara
5an Tîrmeh 1992 Îstanbul) ku beramberî 1564ê mîladî ye, bi qinyata min ev rast
e, lewra em baþ dizanin ku Melayê Cizîrî hevalînî ligel Feqiyê Teyran kiriye û
wan herduyan bi hev re sala 1631ê jî li Cizîrê bi hev re helbestek danberhev
çêkirine.
Navê Melayê Cizîrî yê esas Ehmed e û ew kurê Muhemmed e. Ji eþîra Boxtiyan e.
Ew ji binemaleke pir oldar, zana û pêwendîkarê xwendinê hatiye. Wî pêþiyê li
cem babê xwe xwendiye û paþê dewama Medresa Sor a mezin ya ku li Cizîrê ye
kiriye. Heyamekê li Hekariyê, li Amêdiyê û Hesenkeyfê jî xwendiye. Îcaza xwe
ji Mela Tahayê Sitrabasî wergirtiye. Heyameke dirêj li gundê Sirba melatî û
seydatî kiriye. Piþtî Hesenkêf û Sirba hatiye Cizîrê û heta dawiya temenê xwe
li Cizîrê bûye. Li Cizîrê jî hem mamostetî kiriye li Medresa Sor û hem jî
aqilmendiya Mîrê Botan Xan þeref kiriye. Navbeyna wî û mala mîr pir xweþ bûye.
Piþtî Mîr Îmadeddîn (Xan þeref) hatiye ser îdara fermandariya Cizîra Botan
kartêkirina Melayê Cizîrî di rêvebirina Cizîrê de çêbûye. Bi îhtîmaleke mezin
Melayê Cizîrî qet nezewiciye û bêdûmêz ji vê dunyayê çûye dilovaniya xwe.
Em ji danberheva Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran dizanin ku ew di sala 1631î de
li Cizîrê bûye. Herwisa ji Dîwana wî jî tê zanîn ku wî vê salê (yanî 1631)
dîwana xwe qedandiye. Em baþ dizanin ku ew heta 66 saliya xwe li jiyanê bûye û
piþtî hingî bo me tarî ye. Çenda ku gelek lêkolîner û nivîskarên kurd dibêjin
ku helbesta Feqiyê Teyran ya bi navê “Werin werin xelkê Hêþetê” li ser mirina
Cizîrî nivîsiye jî gelek di cih de nîn e. Lê dîsa jî li gor piþaftina malkeke
ji vê helbestê, (ku ev malik jî ev e: Heft eyn û lam jê bûn cuda/þîn û girî
dîsa dîsa têve dur) Cizîrî di 1641î de çûye dilovaniya xwe. Çenda ku ez ne di
wê qinyatê de bim ku ev helbest îlla li ser Cizîrî hatibe nivîsîn jî ne dûr e
ku mirina Cizîrî jî ev sal be. Lewra gelek lêkolîner dibêjin ku Melayê Cizîrî
di 75 saliya xwe de çûye dilovaniya xwe. Mumkin e ku helbest li ser Cizîrî be
jî, lewra dostanî û hevalîniya Cizîrî û Teyran bi danberheva wan jî aþkere ye.
Sedemê bi þohretbûn û binavûdengbûna Melayê Cizîrî û nasbûyina wî bi
mutesewwifekî mezin dîwana wî ya rengîn e. Di Dîwana xwe de wî li ser eþq û
evînê, li ser eþqa îlahî û beþerî, hebûn û meseleyên hebûnî, mirin û meseleyên
bêmiriniyê -baqiyetê-, bûyerên dema xwe û pêþiya xwe, mezinên dema xwe û
pêþiya dema xwe helbest nivîsane. Lê pêþiya em bikevin nav deryaya Melayê
Cizîrî û tevlihev bikin, pêwîst e em li ser Dîwanê û Wêjeya Dîwanî qise bikin
ku em cihê Melayê Cizîr di nav vê wêjeyê de bibînin...
Wêjeya Dîwanî wêjeyek xweser e û pêþiya mislimanetiyê jî di nav ereb, faris,
kurd û gelên din de hebû. Lê piþtî mislimantiyê û nemaze piþtî derketina
tesewwifê û selteneta xelîfan rewac da û pir bi pêþ ket. Helbestvanên vê
wêjeyê yên mezin ku heta hetayê nayên jibîrkirin rabûne û berhemên bêhempa
dane. Helbestvanên wekî Ebû Newas (ku þaîrê Harûn Reþîd bû) Firdewsî, Hafiz,
Ebulfariz, Gencawî û hwd. hemî ji vê wêjeyê tên jimartin. Di erebî de Ebûle'la
el-Muerrî, Ebulariz, di farisî de Hafizê þîrazî, Celalleddîn Rûmî. Se'dî
þîrazî, Gencewî, F. Ettar û di tirkiya osmanî de jî Fuzûlî, Nabî, þeyxî, þêx
Xalib û hwd, berhem û mînakên pir sereke di vê wêjeya Dîwanî de dane. Di kurdî
de jî Melayê Cizîrî, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî nûnerên wêjeya kurdî ya dîwanî
ne.
Wêjeya dîwanî li ser yekhatina beytan (dumalkiyan) e. Her çenda ku bendên wekî
murebba (çarrêz), muxammes (pêncrêz), museddes (þeþrêz), û hwd. giraniyeke
mezin di dîwanê de bigrin jî, çûna malê (beytê) ji malkiyê (misra) ku derî ye
derbas dibe. Mirov dema ji vî derî derbas bû û kefte hundirê malê digehe
wateyê (me'na). Di helbestên dîwanî de hemî tiþt me'na ye. Dibe ku wateya
beytekê bi çend curan be, lewra helbestvanê mezin yê esilkurd ê tirkînivîs
Nabî gotiye ku; “Helbesta bê ma'ne wek behîva bêkakil e.” Hunermendî û
mezinahiya di vê wêjeyê de kesê dinivîse pêwîst e peyv û gotinên wisa bi kar
bîne ku kesekî din pêþiya wî ew nekiribe. Çenda ku peyvên vê wêjeyê nêzîkî 2-3
hezaran in û 300-400 helbestvanên xurt yên misliman û ji hemî milletan ev peyv
bi kar anîbin jî wateya heryekî daye helbestê cûrbecûr e. Her helbestvanekî
wêjeya dîwanî bi zimanê xwe yê mader helbest vehûnandine. Wêjeya dîwanî
pirxemilandiye û esasên wê jî li ser xemilandin û kokkirinê ye. Lewra
helbestvanên dîwanê hemî zanîna xwe, hunermendî û fêhrisiya xwe têxin nava
helbestên xwe. Ji ber hindê ye divê helbest hem pir bi wate û hem jî pir
xemilandî be, kok be ku kesê dixwîne wekî helbestvanî gêj û mest û serxweþ
bibe. Eger em helbestê weke dîlberekê bihesibînin, hunerên wêjeyî jî xirþ û
xal û çekên xemilandinên zînetên delaliyê ne. Çi me'na, çi xirþ û çek ji hemî
helbestvanan re yek in lê mêrifet û mezinahî di xemilandina bûkê de ne.
Hin kes dibêjin wêjeya dîwanî ji Îranê zaye. Lê çenda ku wêjeya dîwanî ji
wêjeya Îranî bêtin jî çavkaniyên wê hemî ne ji Îranê û efsaneyên Îranê ne.
Mirov dikare bêje ku ev wêje ji van çavkaniyan mijarên xwe digire.
1. Qur'ana Mezin û Hedîs û kirinên Peyxamber.
2. Zanînên olî, Tefsîr (þîrova Qur'anê), Kelam (zanînên li ser yekatiya
Yezdan, Fiqih (bîr û biryarên olî ji bo meþandina jiyana civakî û kesî).
3. Dîroka Îslamê û milletên misliman, bûyerên bi nav û deng yên dîrokî.
4. Tesewwif, gotin kirinên mutesewwifan, peyvên wek mehbûb, yar, me'þûq aþiq,
eþq, þerab, mey, xemr, serxweþbûn, mestbûn û hwd, bi wateya tesewwifî bi kar
tên...
5. Esatir û efsaneyên Îranî û Arî, ku mezintirîn çavkaniyên þehnameya Firdewsî
ye û çîrokên di wê de ne...
6. Çîrokên li ser Peyxamber û Ewliyayan mucîze û kerametên wan, kar û kirinên
wan.
7. Dîroka gelêrî, bi piranî Îsraîliyat û buyerên berî mislimantiyê û piþtî
mislimantiyê.
8. Felsefe, hikmet û dîroka felsefê, Arîsto, Sokrat, Boqrat, Tales û hwd. û
herweha zanînên demê, sinya, kîmya, stêrzanî, erdzanî û yên din...
Ji bilî van çavkaniyên (jêderk) tewahî di wêjeya dîwanê de hinek qalibên
wêjeya dîwanê hene ku hemî helbestvan di nav wan qaliban de helbestên xwe
nivîsayine. Ji wan qaliban jî qalibê ji hemiyan bêtir bi kartê sêgaha eþq-aþiq
û me'þûq (Viyan, evîndar û yê/ya tê viyan e). Gelek caran hemberî aþiq, reqîp
jî dikeve holê. Di vê helbestê de bi çi cure dibe bila bibe binetar (esas)
evîn e, û her tiþt li dor evînê derbaz dibe. Çi evîna Îlahî be û çi evîna
beþerî yan giyanî be, evîn herdem platonîk e û hema hema esasê hemî
beytan-nemaze beytên xezelan- ew e. Helbestvanê dîwanê hemî deman evîndar e,
aþiq e, me'þûq a wî evîna wî jî hemî gavan bêwefa û cefakar e. Di ser bêwefa û
cefakariya yarê de jî reqîbên evîndar jî hene ku evîndar ji dilê dîlberê
ditirse ku xwe deyne ciyek din. Me'þûq yek e, evîndar û reqîb gelek in,
mixabin evîn jî bêderman e. Birîna wî kûr e... Ev evîn evîndar, kul û kovanên
evînê jî dibin riste, beyt, xezel qesîde û helbest dikevine nava dîwanê. Lê
divê em baþ bizanin ku dîwan çi yeþ
Dîwan her çenda ku bi wateya xwe ya esasî me'na peyvê civat, meclis û þûra be
jî di wêjeyê de bêtir di wêjeya îslamî de bi vê me'nayê ye. Dîwan, berhevoka
helbestên helbestvanekî ne ku li gor çarçoveyeke taybetî hatibine nivîsîn û di
pirtûkekê yan defterekê de hatibine berhevkirin e. Ji vê pirtûkê re dibêjin
“dîwan”. Ji ber hindê ye helbestên helbestvanekî bi weznên arûz û li gor
taybetiyên wêjeyî yên rojhilatî hatine nivîsîn.
Îcar çi ji aliyê helbestvanî bi xwe, çi jî bi piþtî mirina wî di pirtûkekê de
tên berhevkirin û li gor taybetiyekê tên rêzkirin. Eger xweyiyê dîwanê navekî
xas li dîwana xwe kiribe ji xwe bi wî navî tê naskirin. Weke Dîwana Cegerxwîn
a yekan navê wê Sewra Azadî ye. Lê eger helbestvan bi xwe nav li dîwana xwe
nekiribe ew dîwan bi navê wî helbestavanî tê zanîn; wek Dîwana Hafiz þîrazî,
Dîwana þêx Galib, Dîwana Melayê Cizîrî û hwd. Eger dîwan bi taybetî û bi
tertîba xwe ya xas hatibe nivîsîn û berhevkirin jê re dibêjin dîwana rêzgîn
(dîwana muretteb, bi tertîb) Çawa ku helbestvanek bi xwe bixwaze dîwana xwe
amade bike, herwisa piþtî mirina wî yekî din jî dikare helbestên wî berhev
bike û dîwana wî çêbike. Ji xwe ez di wê qinyatê de me ku helbestên Cizîrî
piþtî wî hatine berhevkirin û dîwana wî çêbûye.
Dîwaneke rêzgîn ji van beþên dîwanê û cûr helbestan (menzûmeyan) pêk tê:
Beþa Yekemîn: Qesîde ne. Qesîde li ser yekatiya Yezdanî munacat, na't û
helbestên li ser mezinan, peyxamberan, padîþahan hatine nivîsîn ku wan
bipesinînin. Ji 33ê heta 99 beyt in. Lê kêmtirî 33 beytan jî hene û dib.
Beþa Duyemîn: Dîrok, helbestên dîrok tê de heyî, wek helbestên behsa dema ji
dayikbûna helbestvan, mirin yan jî behsa meselên giring yên demê helbestvan
dikin û tê de li gor jimêra ebcedê dîrok hebin.
Beþa Sêyemîn: Musemmat (Bend helbest) in. Musemmat ew helbest in ku ji bendan
hatibin çêkirin, wek murebba (çarrêzî-çarmalkî), muxemmes
(pêncrêzî-pêncmalkî), museddes (þeþrêzî-þeþmalkî), musebba
(heftrêzî-heftmalkî), musemmen (heþtrêzî-heþtmalkî), mutessa (nehrêz), muaþþer
(dehrêzî), Terbî' (çarrêza li ser beytên xezela yekî din hatibe çêkirin),
texmîs (pênc rêza li ser beytên xezela yekî din hatibe çêkirin. Wek Texmîsa
Laxer, (Dîwana Melayê Cizîrî, Firat Y. Beþa 98.), tesdîs (þeþrêza li ser
beytên xezela yekî din hatibe çêkirin) teþtîr (pênc, þeþ, heft û zêdetir rêz
jî dibe, çêkirina wê jî li ser beytên xezela yekî din e) Terkîbî bend
(helbesta bend-bend e û her bend bi serê xwe helbestek e) Tercî'î Bend
(herwekî terkîbî bendê ye lê kafiya benda dawiyê di hemî benda de wekî hev e.)
Beþa Çaremîn: Xezel in. Xezel cûr helbesteke ku li ser eþq û evînê, bûyerên
xwezayî, tebîet, wesfên yezdanî û hwd. tê gotin û nivîsîn. Kêmtirîna wê 5,
pirtirîna wê 15 beyt (durez) e. Pêwîst e ku di dîwanê de li gor rêzbûna tîpên
erebî qafiye hebe ku peyva dawiya beytê ye. Herwisa pêwîst e ku qet nebe bi
her tîpeke erebî helbestek hebe.
Beþa Pêncemîn: Qit'e ne. Ev qit'e jî bi “Metle”, “muemma” (tiþtonek), “lugaz”
“yekane” (ferde) û “azade” têne navkirin, û her yek bi serê xwe kurtehelbestek
e.
Hinek caran dibe ku helbestvanê dîwanê di van beþên li jorî navborî tevan de
helbest nevehandibin, wê demê jî dîwana wisa kêm re dibêjine “dîwançe”
Dîwana Melayê Cizîrî
Piþtî van agahdariyên li ser wêjeya dîwanî û dîwanê, ez dixwazim bi kurtasî
behsa Dîwana Cizîrî ya pirreng bikim. Lê mixabin Dîwana Melayê Cizîrî ya ku
niha di dest me de li gor tertîba dîwanî ya li jor nehatiye amadekirin û
rêzkirin. Dîwaneke tevlîhev e. Û ez dibêjim dibe ku kêm be jî hinek helbestên
Cizîrî hêjî wê winda bin. Lê çenda ku tertîba Dîwana Melayê Cizîrî wiha ne
durust be jî kesê wêjeya dîwanê dizane wê bizanê ku Melayê Cizîrî di van beþên
li jorî hatine jimartin tevan de jî helbest nivîsîne û pirtûka wî Dîwan e. Lê
divê ji aliyê xêrxwazekî ve li gor tertîba Dîwanê bête hilbijartin û
tertîbkirin.
Di Dîwana Melayê Cizîrî de bi giþkî 140 helbest hene. Ji van helbestan
teqrîben 80 xezel, 13 qesîde, 12 murebba, 1 muxemmes, 1 texmîs, 1 mustezzad, 2
muesser, 27 bend muselsel in ku ew ji tercî'î bend û terkîbî bend, 16 çarîn û
2 yekane û 2 daneberhev tê de ne.
Melayê Cizîrî di helbestên xwe de weke hemî helbestvanên dîwanî ji bo xwe
mexles bi kar anîne û mexlesên ku Melayê Cizîrî bi kar anîne ji bilî navê wî
yê pîroz Ehmed dudu ne; Mela û Nîþanî. Melayê Cizîrî di 104 (sed û çar)
helbestên xwe de mexlesa xwe ya sereke ku “Mela” ye bi kar aniye û di 9
helbestan de jî “Nîþanî” bi kar aniye, di pênc helbestên xwe de ji navê xwe yê
giranbiha “Ehmed” bi kar aniye. Cizîrî dîsa wek hemî helbestvanên dîwanî di
tercî'î bend, terkîbi bend û helbestên xwe yên muselsel yên din de mexlesa xwe
di benda dawiyê de aniye. Di çarînên xwe de mexles negotiye, jixwe di çarînan
de mexles nivîsîn ne pêwîst e. Lê yê bixwaze dikare binivîse wek, di gelek
çarînên Omer Xeyyam de mexlesa wî heye.
Melayê Cizîrî di helbestê de wêjevanekî pir mahir e. Heta niha min nebihîstiye
ku kesekî pêþiya wî bi kurdî dîwanek nivîsî be û çêkiribe, lê dîsa jî eger
dîwana wî dîwana yekemîn a bi zimanê kurdî be jî, ji dîwanên helbestvanên
mezin yên ereb û faris û tirk çêtir nebe jî ji wan kêmtir nîn e. Ji xwe ji vê
zanatî û ewlehiyê ye ku Melayê Cizîrî xwe hevberî Hafiz þîrazî dike û dibêje:
Ger luluyê mensûrî ji nezmê tu dixwazî
Wer þiîrê Melê bîn,te bi þîrazî çi hacet.
Melayê Cizîrî ehlê xwenasînê ye. Li gor wî divê herkes bigihê mafê xwe,
þohreta ku heq kiriye, ew dibê: “Ji rengê Se'dî û Camî, ji þohret pêhisîna
a'mî.” Herwesa di Dîwana Melayê Cizîrî de helbesteke pir balkêþ heye ku, Mela
li ser yekî helbestên wî bi nevê xwe xwendinê nivîsiye. Mela Abdurrehman Durre
di hejmara 5ê Rewþenê de nivîsîbû, ku Melayê Cizîrî ev helbest li ser Mela
Dawidê Finikî nivîsiye. Dibe, lewra Cizîrî di serê helbestê de, dibêje ku
“Qewî meþhûr e ku namê te Mela Xemset e'þer.” Xemseeþer, yanî panzde. Mela
panzde, hejmara panzde li gor jimêra ebcedê. Dibe ku Dawid be. Lewra D-4, A-1,
W-6,û D-4 dikin panzde. Ev xezela Mela pir balkêþ e û wiha ye:
Tu ji dehlê were der
Qewî meþhûr e ku namê te Mela xemset e'þer
Tu bi þi'ra ne te gotî, xwe dikî qend û þeker
Durê nasufte dihonî, me nedî mislê te qet
Ne di semtê Ecemî de, ne di iqlîmê Teter
Ev çi þi'r û xezel in, medh û senayê xwe dikîþ
Di civatan weh dibêjî me bi te'n û bi xeber
Ev çi teqlîd û þetat in, çi petat in tu dikîþ
Serî vê ra dihejînî, bi dused ah û keser
Tu dizanî Finika te ne mekanê xezalan e
Çi buha têne metaê te eya bê ser û berþ
Dest û payan ji berê zêde bikî dê te bikim
Mislê Hemmadê Ereb herwekî þêx anî bi ser
Ehmed im, sînesîper pêþberî tîra felekê
De'wedarê te me, îro tu ji dehlê were der!
Herwekî di vê xezala jorî de jî tê dîtin ku Melayê Cizîrî bi zimanekî
dewlemend û gelêrî helbestên xwe nivîsîne. Di helbestên wî de pir gotinên
pêþiyan, îdyom û guftogoyên kurdî hene. Melayê Cizîrî nêzîkayî bi 1500 (hezar
û pênsed) peyvan nivîsiye û peyvên wî bi piranî kurdî ne. Nêzîkî 600-700
peyvên erebî û farisî di helbestên wî de hene, lê ew peyvên wî bi kar anîne
peyvên ku gelek helbestvanên dîwanî bi kar anînene. Herwekî me li jor jî
gotibû ku di wêjeya dîwanê de nêzîkî 2000 peyv hene ku hevpar in û hemû
helbestvanan bi kar anîne. Ji ber hindê, mirov nikare bêje ku Cizîrî bi
zimanekî giran helbestên xwe nivîsîne. Gelek caran di vî babetî de anakronîzm
tê kirin û gotinên Cizîri û hemî helbestvanên kurd heq nekirine têne gotin. Lê
eger em vê nirxandinê li gor hikariya dînê îslamê ku li kurdan kiriye û
hikariya zimanê erebî û farisî bînin ber çavan û her wisa pênekarkirina kurdî
jî bînin ber çavan emê bizanin ku Melayê Cizîrî pir bi maf nebûye ku zimanekî
wiha di helbestên xwe de bi kar aniye.
Di Dîwana Melayê Cizîrî de mirov dibîne ku ew aþînayê hemî çîrok û rîwayetên
dewra berê, orf adet û toreyê pêþiya xwe, têgehiþtinên ilmî û felsefî yên
islamî û pêþiya islamê ye. Herwesa ew aþînayê dîrok û kelepora milletên dora
xwe ye... Lewra wî kariye bi hunermendane behsa selteneta Suleyman, gencîna
Ferîdûn, mêrxasiya Rustem, Peyxamberiya Zerdeþt, þerkirina Îskender, felsefa
Tales, Arîsto û Eflatun, Sihra Harut û Marût, peywirên milyaketan, evîndariya
evîndarên pêþiya xwe, helbest, pirtûk û dîwanên pêþiya xwe bike û dema mirov
bikeve derya wî, ji xeniqînê ditirse.
Dîsa ji Dîwana Melayê Cizîrî tê fêmkirin ku wî perwerdeyî li ser tefsîr,
hedîs, kelam û tesewwif û zanînên klasîk yên îslamî û pêþiya îslamê kiriye.
Farisî, erebî û tirkî baþ zaniye. Lê dîsa jî wî beravajî gelek helbestvan û
zanayên esilkurd ku bi zimanekî biyanî nivîsî ne, wî bi kurdî nivîsiye. Û
xwestiye ku milletê wî jî wekî milletên bira yên derudorên wî xwedî pirtûk û
xwendin bin. Xwestiye ku eþqa îlahî bêxe dilê gelê xwe... Lewra helbestên wî
bi piranî tesewwufî ne. Lê di hinek helbestên wî de jî rastiniya roja wî,
behsa dema wî û yên pêþiya wî hene. Cizîrî ne helbestvanekî zarveker
(muqellid) e. Ji ber hindê ye, hikariyake mezin li ser helbestvanên li du xwe
hatine kiriye. Nemaze li ser Pertew Begê Hekarî mirov dikare bêje ku Pertew
Beg suxteyekî Melayê Cizîrî ye û dîwana xwe li ser esasê dîwana wî çêkiriye.
Eger bi jimara beytan be 2000 (Lewra dîwana Cizîrî de 419 çarrêz û gelek bend
hene) beytên zêdetir di Dîwana Cizîrî de hene û hemî jî yek û din xweþxwintir,
dewlemendtir û bi hunermendtir hatine nivîsîn. Di van beytên þîrîn de hemî
hunerên wêjeyî hene. Ji mecaz, îstîare, kînaye bigire heta husn û te'lîl,
mubalexe, telmîh, tezmîn, mulemma, secî' û tersî û heta bigehiyö dawiyê hemî
hunerên wêjeyî di dîwana wî de hunermendane bi kar hatine.
Helbestên di Dîwana Melayê Cizîrî de bi piranî xezel in. Lewra xezel ji hemî
cur helbestan bêtir nêzîkî vegotina eþq û evîn û kul û derdan e. Ji ber hindê
ye yekî faris gotiye: “Yek beyt aþiqane be ez sed qesîde est” (Beyteke
evîndarane ji sed qesîdan çêtir e.) Mirovê evîn û þaerî bi hev re di dil de
nebe nikare di vî babetî de binivîse. Lewra derya xezelan deryayeke pirreng û
pir kûr e, kesê bikeve divê bi agirê evînê biþewite ku bi ser bikeve. Agirê
evîna Îlahî ye ku Melayê Cizîrî di vê deryayê de mahîr û melavan kirî. Ji xwe
felsefa Îslamî di hikariya nubuwet û siha Peyxamberê pîroz de ye. Ji ber hindê
Melayê Cizîrî dema felsefa xwe daneye herdem di çarçoveya olî de li jiyanê
mêze kiriye. Lewra li gor wî her tiþt Yezdanê mezin çêkiriye û her bûyer bi
teqdîr û daxwaza wî çêdibe. Tiþta xwezayî be olî ye, îlahî ye, eþq, evîn,
zanîn, felsefe, hîkmet, dîrok û her tiþta bête hiþê mirov eger bête
þîrovekirin divê li gor vîna Îlahî bête þîrovekirin. Ji ber hindê ye Melayê
Cizîrî di kulîlka nêrgizê de jî di çavên reþbelek yên yara xwe de jî û di þûrê
þerkerekî de jî Yezdan dîtiye.
Nusxên Dîwanên Melayê Cizîrî
Me li jor jî nivîsî bû ku Dîwana Melayê Cizîrî piþtî mirina wî ji aliyê
hinekên din ve hatiye berhevkirin û amedekirin ta ku hatiye çapkirin û
weþandin. Hindî ku em pê dizanin Dîwana Melayê Cizîrî cara yekemîn sala 1904
li Berlînê ji aliyê Von Martin Hartman ve hatiye çapkirin. Ev nusxa yekemîn
hatiye weþandin bi awayê lîtografî (kevirçap-çapkevirî) hatiye çapkirin.
Ji xebatên û nusxên ta niha li ser Dîwana Melayê Cizîrî hatine kirin û min
dîtin hêjatirîn xebata Mamosta Sadiq Bihaeddîn Amedî ye ku Dîwana Melayê
Cizîrî li ber gelek dîwanên çapkirî û destnivîs tujandiye (hevber kiriye). Em
bi rêzê bijmêrin nusxên Dîwana Melayê Cizîrî yên haya me jê heye ev in:
1. Dîwan, Melayê Cizîrî, Amadekar: Zeynelabidîn Zinar û M. Emîn Narozî,
Weþanên Roja Nû, 1987 Swêd. Ev Dîwana Cizîrî bi tîpên Latînî: û erebiya wê
hatiye çapkirin.
2. Dîwan, Melayê Cizîrî, Wergêr ji bo tîpên latînî Zeynelabidîn Zinar, Firat
Yay›nlar›, 1992, Îstanbul. Ev Dîwana Cizîrî jî wekî ya Zeynelabidîn Zinar li
Swêdê çap kiriye ye, lê bes bi tîpên latînî ye. Tê de 122 beþ hene ku her
helbestek bi beþekî jimartiye. Beþê 116 çarînên Melayê Cizîrî ne, lê 3 heb in.
Lê em baþ dizanin melayê Cizîrî 16 çarînên wî hene. Anko di vir de çarîn kêm
in.
3. Dîwana Melayê Cizîrî, Tehqîq û tujandina Sadiq Bihaeddîn Amedî, 1976 Bexda.
Ev nusxe ji hemî nusxên ku heta niha min dîtine giringtir e. Lewra hatiye
tûjandin li ber van Dîwwan û keþkol û rojnameyan.
4. El-eqîde El-cumhirî fî þerhî Dîwan Eþ-þeyx Cizîrî, Ehmed bin Mela Muhemmed
el-Botî Ez-zivingî, El-cuz'ul'ewwel wessanî Metbe'eturrafîdeyn, Qamiþlî 1378
h. (1959.m.)
5.Dîwana Cizîrî, Mela Taha Ebabekir Elî Wanî, sala 1355ê miþextî beramberî
1937ê zayinî, li Zaxo nivîsî, digel du dîwanên din ji yên wî.
6. Dîwana Cizîrî ya destnivîs, ya ku ne navê nivîskar ne jî dîroka nivîsîna wê
li ser nehatiye nivîsîn ku bi navê xwedanê Dîwanê Enwer Mayî navê “Maî” li ser
daniye.
7. Fotokopiya Dîwana Cizîrî ya ku Von Martin Hartman sala 1904ê lîtografa wê
li Berlînê ligel sertayek bi zimanê elmanî belavkirî.
8. Dîwana Cizîrî ya nemir Muhemmed Elî Ewnî li ber Dîwana Von Martin Hartman
nivîsî û digel du dîwanêt dî yên di kitêbxana Darulkutub El-Misriyye de li
Qahîrê hevberkirî, cudayî li ser malkêt hellbesta nivîsîn ku navê Dîwana yekê
“Bexda” û navê Dîwana duwê Dîwana Hawarê bi nav kirî.
9. Dîwana Cizîrî, muelifî þêx Ehmed El-Cizîrî, tabîî Muhemmed þefîq El-Arwasî
El-huseynî, þehzadebaþi, Ewqafî Îslamiye metbaas›, 1337-1340 h.
10. Dîwana Cizîrî, Mustefa Qeredaxî, sala 1924ê bi destê xwe nivîsî, 156 rupel
e.
11. Dîwana Eþ-þeyx Ehmed Cizîrî, Çapxaneyî Hewlêr, çapî yekemîn, 1964.
12. Dîwana Cizîrî ya ku di kovara Hawara rengîn de di hejmarên 35 ta 57 di
navbera salên 1941-1943 de belavkirî.
Ji bilî Kovara Hawarê di gelek pirtûk, rojname û kovar û keþkolan de helbestên
Cizîrî ketekete hatine nivîsîn. Mamosta Amedî ew jî wiha nivîsîne: “Mêjûyî
Edebî Kurdî-E. Secadî 1952. Edebî Kurdî, Secadî 1958. Xwendina lîteratuyayê
Miruyê Esed-Qaçaxê Mirad, Yerevan 1973. Fêrbûna Kurdî,-Dr. Kamîran Bedirxan,
1958. Dîwana Kurmancî, Abdurreqîb Yûsif, 1971. Ziman û Edebî kurdî bo Polî
Pêncemî Amadeyî, Kovara Gelawêj, Ronahî, Çiya, Birayî, Birayetî, Hêwa, Hetaw,
Dengî Gêtî Taze, Hiþyarî, Rojnameyên Jîn û Hewkarî. Ji bilî van kovar û
pirtûkan di van keþkolan de jî helbestên Cizîrî hene.
a. Keþkolê sala 1231h. hatiye nivîsîn, navê nivîskar nenivîsiye.
b. Keþkolê Dr. Mesûd Hacî Mustefa Amedî, dîsan navê nivîskarê wê nenivîsîye.
c. Keþkolê Muqeddem Fexrî Abdullah li Zaxo nivîsî, sala 1948ê ku peyivtina
Melayê Cizîrî û Mîr Îmadinî ye.
13. Destnivîsa Solî Niþtîman, nivîsîna Mamoste Mela Necmeddîn Mela, sala 1361ê
hîcrî hevberî 1942 zayînî nivîsî.
14. Dîwana Cizîrî, Amedekar: Hejar, Tehran.
15. Dîwana Cizîrî, amadekarê wê nekifþ e. Mamoste Zeynelabidîn Zinar navê vê
dîwanê “Bênav” daniye û ji bo çapên xwe yên latînî bingeh girtiye. Li gor
agahdariyên Zeynelabidîn Zinar ev dîwana van salên dawiyê li Stenbolê, li ber
14 çapên cuda hatiye çêkirin. Lê min bi xwe ageh ji 14 dîwanên çapkirî nîn e.
Nusxên dîwana Cizîrî ku em pê dihesin ev in. Ji bilî wanên me li jorî
jimartin, di gelek kovar, rojname û pirtûkên van salên dawî hatine çapkirin de
helbestên Cizîrî hene. Wek, kovara Rewþen, Nûbihar, Welat, Azadiya Welat, Roja
Nû, Jiyana Nû, Azadî, Hêvî, Azadiya Welat û pirtûkên Antolojiya Edebiyata
Kurdî, A. Balî, Tarîxa Edebiyata Kurdî,Qanatê Kurdo û hwd.
Xulase: Melayê Cizîrî û berhemên wî yên Pîroz Dîwana wî yadîgarên îlahî ne ku
bo me kurdan mayin, pêwîst e ku em li wan xwedî derkevin û eger li ciyekî
helbestek yan beytek wî bibînin teslîmî sazûmanên kurdî yên pêwandikar bikin.
Hêviya min ew e em ji feyza Cizîrî bêpar nemînin.
Çavkanî:
1. Dîwana Melayê Cizîrî.
2. M. Nacî, Istilahatî Edebiyye, Rîsale, 1996, Îst.
3. Doç.Dr. Îskender Pala, Divan Edebiyat Sözlü€ü, Akçay Y.1995, Ankara.
4. Rewþen, Hej 5 1992 Îst.
5.Nûbihar hej. 58, “Hevpeyvîn digel Ferhad Shakely.”
6. Nûdem, Hej. 18, “Hevpeyvîn digel Ferhad Shakely.”
www.nubihar.com
Biçe Jora Rûpelê