|
WÊJEYA KLASÎK
WÊJEYA NÛJEN
HELBESTÊN KURDÎ
ÇÎROKÊN KURDÎ
ROMANA KURDÎ
BIJÊW
GOTINÊN PÊÞÎYAN
NAVÊNKURDÎ
PIRTÛKXANE
E-Pirtûk
GIRÊDAN
Wêþanxaneyên
Kurdî
Weþanên
Wêjeya Kurdî
Ferhengên
Kurdî
Çavkanîyên
Kurdî
NAVDANK
TÊKÎLÎ
|

Melayê Batê
(1417-1491)
Mela
Hisênê Bateyî
Melayê Batê yek ji nivîskarên klasîk yên kurd e.
Perçeyek ji meqele “Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin” ya Celadet
Bedirxan:
“Melayê Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Þahirê siyê jî Melayê Bate ye. Navê
wî jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate gundek e, ji gundê di hekariyan.
Di tarîxa heþt sed û bîstî da peyda bûye, û zehf þihir û ebyat gotine.
Dîwaneke mexsûs heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî gotiye. Di Kurdistanê
de ew meqbûl e; û heþtê salî emir kiriye û neh sedê hicrî merhûm bûye. Di nêv
gundê Bate de jî medfûn e« .
Li gora tiþtê ko min bihîstiye Batê li Behdînan û li nêzingî Amediyê ye. Ji
eserên Batê min bi tenê mewlûda wî dîtiye. Herçî dîwan û þihirên wî ne, çavên
min bi wan ne ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê hate çap kirin.
Heke ez ne þaþ im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî ketiye çapê. Bi
min re nisxeke destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda Batê:
Hemdê bêhed bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beþer
Tabihî wî miqtedayê namwer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm
Dinê me kir kamil û nî'met temam
Ya'ni da me Ehmed û Darusselam
Ew Xwedayê bê nezîr û Zulcelal
Bê heval û bê misal û bê zewal
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”
Biçe Jora Rûpelê
|
girêdanên
sponsor
|
|
|