Wêjeya Klasîk a Kurdî

                                                       

wejeuziman.com                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                     Weþana Wêje û Zimanê Kurdî

 

 

              

GOTAR Û LÊKOLÎN

WÊJEYA KLASÎK

WÊJEYA NÛJEN

HELBESTÊN KURDÎ

ÇÎROKÊN KURDÎ

ROMANA KURDÎ

BIJÊW

GOTINÊN PÊÞÎYAN

NAVÊNKURDÎ

PIRTÛKXANE

E-Pirtûk

GIRÊDAN

Wêþanxaneyên Kurdî

Weþanên Wêjeya Kurdî

Ferhengên Kurdî

Çavkanîyên Kurdî

NAVDANK

TÊKÎLÎ

 

 

                                                                                                                   

 Klasîkên me

Klasîkên Kurdî Meqeleya "Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan di kovara "Hawar"ê de.

 

 

Em dikin qala klasîkên xwe bikin. Lê berî ewilî divêt em li bêjeya »klasîk«ê hûr bibin. Ji ber ko ev bêje bi me ne nas e. Di edebiyata miletên ewropayî de heyamek heye jê re heyama klasîkan dibêjin. Ew heyama ko tê de þahir û edîbên klasîk rabûne. Ji wan edîb û þahiran bi xwe re jî klasîk dibêjin. Ewan edîbên ha teqlîdî edîb û þahirên yewnan û latînî dikirin û li gora isûl û qeydeyên wan dinivîsandin; gelek bala xwe didan wan isûl û qeydan, yani gelek isûl û þikilperest bûn. Ji edebiyatê pê ve ji her tiþtî re ko di wextê kevin de û bi islûleke bijarte hate çêkirin klasîk dibêjin. Di warê mûsîqiyê de jî klasîsm heye. Herçi bestekarên wê heyamê ne ji wan re jî klasîk dibêjin. Mîmariya klasîk jî heye. Xulase herçi fen û sinhetên ko bi wê rêzikê ve çûne ji wan re klasîk dibêjin. Gelo di edebiyatê de klasîkên kurdmancan kî ne? Ew kengê rabûne û bi paþ xwe ve çi eser hiþtine ?

Bersiva vê pirsiyariyê ne hêsanî ye û jê re xebateke zor divêtin. Ji xwe ji eserên beriya islamiyetê hesêb tiþtek ne maye. Piþtî islamiyetê ji nav kurdan gelek þahir, edîb û peyayên zana rabûne, lê eserên xwe bi piranî bi erebî, bi farisî an bi tirkî nivîsandine; û ji wan milet û edebiyata wan re xizmeteke mezin kirine. Herçî þahirên tirkan ên mezin yên ko serê tirkan bilind dikin Nabî, Nefhî û Fizûlî her sê jî kurdmanc in. Yên ko bi kurdmancî nivîsandine gelek hindik in û wan jî bala xwe ne daye zmên û çêtir kêfa xwe ji pirsên erebî û farisî re anîne.

Digel vê hindê ev çend eserên ko pêþiyan ji me re hiþtine edebiyata me a klasîk ditînin pê û di nav wan de eserine kûr û hêja hene. Ji xwe herçî folklora me ye, yanî edebiyata xelkê, di nav folklorên dinyayê de bi bijarteyî dikeve rêza pêþîn. Di rohelatê nîzing de folklora tu miletî ne gihaþtiye dereca folklora me.

Herçî klasîkên me, herwekî me got ev behseke dirêj û zehmet e, û jê re wextekî fireh divêt. Ev ne îþê bendekê an du bendan e. Heke îro em vê bendê dinivîsînin mexseda me ne ew e ko em li vê behsê hûr bibin û klasîkên xwe bisenifînin. Bi tenê em dixwazin vê behsê vekin; bi hêviya ko hinên din pê mijûl bibin û tiþtekî tekûz bi ser xin.

Di vê bendê de emê bê awerteyî qala hemî þahir û edîbên kurdmanc bikin yên ko bi kurdmancî nivîsandine. Heye ko, hinekê wan bi tenê þahirê dîwanê ne û ne klasîk in. Bila misenifê klasîkan bi wan mijûl bibe û klasîkan ji neklasîkan bibijêre; û heqê herkesî li gora hêjabûna wî bidiyê.

Di vê babetê de di destên me de tu wesîqe nînin. Tiþtên ko ez pê dizanim, min pirê wan ji þêxê rehmetî, Evdirehmanê Garisî bihîstine. Ji milê din di kitêba kurdîzanê ûris Eleksandr Jaba de der heqê edebiyeta kurdî hin not hene. Jaba ji melakî kurdmanc re di heqê edebiyata me de bendek da bû nivîsandin. Melayê kurdmanc, ji xêra Xwedê re, benda xwe ne bi erebî, ne bi farisî û ne jî bi tirkî, lê bi kurdmancî nivîsandiye. [Mebest ji Melayê kurdmanc Mele Mehmûdê Bayezîdî ye û di wê demê de Celadet-Alî Bedir-Xanî nedizanî ka navê wî melayî çi bû. Mele Mehmûdê Bayezîdî gelek destnivîs û belgeyên dî jî dane Alexander Jabayî, ravekirina Arif Zêrevanî.]

Ewî melayî di benda xwe de qala tarîxa bûn û wefata her þahirî jî kiriye. Lê wer dixuye ko mela di van tarîxan de þaþ e. Melê ew bêî ko bi rastiya wan bizane, ji ber xwe de û bi texmîn gotine, û li hev siwar kirine. Digel vê hindê em gotinên melayê Jaba weke xwe diguhêzînin stûnên xwe. Di benda melê de tiþtine xelet hebin jî ew bend di celebê xwe de esereke yekta ye. Herweki Xanî gotiye: »Kurdmancî ye ew qeder li kar e .

 

 

          Biçe Jora Rûpelê   

girêdanên sponsor

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Copyright 2006 wejeuziman.com Hawar Kurdistan Media Group | Kunye/Rêvebirî/Xwedan | Têkîlî

Derbarê wejeuziman.com | wejeuziman.com weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e Kurdish Literature