Hecî Qadirê Koyî
(1815-1897)
MEHMÛD LEWENDÎ
Piþtî
Ehmedê Xanî (1651-1706) yek ji þaîrên me yên millî Hacî Qadirî Koyî ye. Ew di
1815an de, li Kurdistana Îraqê, nêzî bajarê Koyeyê, li gundê Gorqerecê hatîye
dunyayê. Navê bavê wî Mela Ehmedê Mela Salihê Mela Ehmedê Gewre ye. Navê diya
wî jî Fatê ye. Hacî Qadir derheqê dê û bavê xwe de di helbesteke xwe de weha
dibêje:
Bawkim Ehmed bû nawî fikrim dê,
Xelqî ladê bû, daykî min Fatê.
(Bavê min Ahmed bû navê wî, tê bîra min
Xelkê gunda bû diya min Fatê.)
Hacî Qadir hê biçûk e bavê wî dimire. Diya wî, wî dide ber destê Mela Ehmedê
Gunbetî daku bixwîne. Lê Hacî Qadir dibe neh salî diya wî jî dimire. Mela
Ehmed, Hacî Qadir digre cem xwe wî dide xwendin. Paþê Hacî Qadir diçe bajarê
Koyê, li wir dixwîne. Pistre wek mela li Koy, Xoþnav, Serdest, Mehabad,
Kerkuk, Silêmanî, Hewlêr û gelek bajarên Kurdistanê digere, dixwîne û melatîyê
dike.
Piþtî salên 1850î Hacî Qadir ji Kurdistanê derdikeve, diçe Îstenbolê. Li
Îstenbolê danustendinên wî bi gelek kurdan re çêdibe. Bi taybetî pistî ku
malbata Bedirxaniyan dinase, Mîr Bedirxan wî wek mamoste ji bo zarokên xwe
digre. Hacî Qadir piþtî ku dibe mamostê zarokên Mîr Bedirxan, ew bêtir fêrî
pirsa kurdî dibe. Çi li Îstenbolê be, çi xususî li mala Mîr Bedirxan be, gelek
tiþtên nû yên derheqê kurdan de fêr dibe. Wek nimûne, cara pêþî Mem û Zîn a
Ehmedê Xanî li mala Mîr Bedirxan dibîne, wê dixwîne, felsefa Ehmedê Xanî fêm
dike. Û ev felsefa Ehmedê Xanî ya millî tesîrê li wî jî dike ku di helbesteke
xwe de weha dibêje: (Wî ev helbesta xwe li ser kitêba Ehmedê Xanî bi
destnivîsa xwe nivîsiye.)
".........
Eman qedrî bizane em kitêbe le dunya êstakey hemtay nemawe
Le eyyamî heyatî Þêxî Xanî le ser nusxey xetî ew nusrawe
Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet xezîney gewhere w kîse diraw e
Le mecmûî duwel; Soran û Botan le sayey em kitêbe nasirawe
Le Kurdan xeyrî Hacî w Þêxî Xanî esasî nezmî kurdî danenawe."
Dîsa di helbesteke xwe de ji bo kurdan weha dibêje:
Ta rêk nekewin qebîlî ekrad
Her wa dibine xerabe abad!
Enwa'î mîlel le gewre ta çûk
Xemilîwe memalîkî wekû bûk
Yek berg in û yek zuban û yek reng
Bê xeybet û xeyb û 'ar û bê deng.
Hacî Qadirî Koyî ji hin helbestên wî xuya dike ku nezewicîye. Di vî warî de di
helbesteke xwe de weha dibêje:
Her min im êsta warisî Îsa
Bê kur û mal û bê jin û mewa.
Lê ji bo Hacî Qadir kur û mal û jin, welatê wî, milletê wî û bi taybetî
helbestên wî ne. Dîsa di rêzekê de ji bo vê yekê jî weha dibêje:
Ewî þaîr nebê koreocaxî
Le sayey þîîrekan babî kuran im".
Hacî Qadirê Koyî di 1897an de li Îstenbolê wefat dike. Tirba wî jî dîsa li
Îstenbolê li Goristana Karaca Ahmed (Karaca Ahmet Mezarligi) e.
Derheqê Hacî Qadirî Koyî de hîn çavkanî:
-Kerîm Mistefa Sareza û Serdar Hemîd Mîran, Dîwanî Hacî Qadirî Koyî, 1986,
Bexdad, 304 r.
-Rojnama Kurdistan, no:3, 1898, r:6
-Gîwî Mukrîyanî, Dîwanî Hacî Qadirî Koyî, Çapa 3., Hewlêr, 1929.
-Mes'ûd Muhemmed, Hacî Qadirî Koyî-Beþî Yekem, Le Çapkirawekanî Korrî Zanyarî
Kurd, Bexdad, 1973, 414 r. (Beþî Duwem, 1974, 330 r.), (Beþî Sêyem, 1976, 423
r.)
-Elaeddîn Seccadî, Mêjûy Edebî Kurdî, Çapxaney Mearîf, Bexdad, 1952, 634 r.
-Elaeddîn Seccadî, Edebî Kurdî û Lêkolînewe Le Edebî Kurdî, Çapxaney Mearif,
Bexdad, 1968, 349 r.
-Mihemedî Mela Kerîm, Hacî Qadirî Koyî Þaîrî Qonaxêkî Nwê ye le Jîyanî Netewey
Kurd, Bexdad, 1960
-Prof. Qanatê Kurdo, Tarîxa Edebyeta Kurdî-2, Weþanên Roja Nû, Stokholm, 1985,
178 r.
-Joyce Blau, Memoire Du Kurdistan, Edition Findakly, Paris, 1984, 223 r.
Biçe Jora Rûpelê