|
WÊJEYA KLASÎK
WÊJEYA NÛJEN
HELBESTÊN KURDÎ
ÇÎROKÊN KURDÎ
ROMANA KURDÎ
BIJÊW
GOTINÊN PÊÞÎYAN
NAVÊNKURDÎ
PIRTÛKXANE
E-Pirtûk
GIRÊDAN
Wêþanxaneyên
Kurdî
Weþanên
Wêjeya Kurdî
Ferhengên
Kurdî
Çavkanîyên
Kurdî
NAVDANK
TÊKÎLÎ
|

Fêqîyê Teyran
(1590-1660)
Di
Yek ji helbestvanên
mezin ên kurd e.
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet
Alî Bedirxan: Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê siyê Feqiyê
Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê Hekariyan e.
Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta þêxê Senhanî« û »Qiseya
Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reþ« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf
beyt û eþaar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di sihrê da »Mîm û
Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê
û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« .
Gelo Feqiyê Teyran kî bû? û navê wî çi bû? Ji ber ko Feqiyê Teyran leqeba
þahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê þêxê senhanî« nik min heye.
Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê þêxê
senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê
Feqiyê Teyran meþhûr e« . Li gora vê serhê Feqiyê Teyran mîr bû û navê wî
Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji
eserên Feqî min ji »Wesfê þêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera
»Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê reþ«
bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê reþ« jî dibêjin. Min hin xezel û
qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.
Dibêjin ko Feqiyê Teyran þagirtê Melayê Cizîrî bû û li ber destên wî xwendiye.
Feqe di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê
de bi ebcedê iþaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema
nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye. Lê qenc tête bîra min ko Feqe di
mersiya xwe de dibêje:
»Heft eyn û lam ji hev bûn cida, þîn û girî dîsa tê da« .
Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata
Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê
Hêsetê ye. Ji ber ko Feqe dibêje:
Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêsetê.
Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê þêxê senhanî« de jî
kiriye û gotiye:
Miksî ji wê meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eþqê sihtiye
Ev sihir vi þêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê
Feqe qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqe ji welatê Miksê ye. Lê
gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye. Gelo leqeba Feqê Teyran çawan bi
vî þahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê
Feqiyê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji þêx Evdirehmanê Garisî çîroka
jêrîn bihîstiye. Feqiyê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keþekî hat; pev re
hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan.
Du çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk pev re diþtexilîn û Feqe dikenî. Keþê ji
Feqe pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî? Feqe got: Ev adeta me ye, em Feqe holê
dikenin. Keþe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene. Feqe: Xebera
te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê
bînî serê min. Keþe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqe rabû mesela xwe jê re
qise kir û got:
– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re
dibêje, ev feqiyê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête
êþandin. Keþe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava
gihiþtin Cizîrê Feqe çû Medresa sor, keþe çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha
bûn hev û wek mirovine ko li tiþtekî digerin diçûn, dihatin û li erdê
fedikirîn û dipeyivîn. Keþê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê
Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikarî bû cihê wê þanî bide. Mîrê Cizîrê jî li
xezînê digere. Vê carê, keþe kenî û çû nik mîr; mesela feqe û çûkan jê re got.
Mîr þande pey Feqe. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê
dixwazin. Mîr jî þertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqe jî çû hinek zad
anî û reþand nava Westaniyê, û xwe li paþ kevirekî veþart. Teyr hatin ser zad,
zad xwarin û bi hev re þtexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:
-Ma kê ev zad reþandiye vê derê?
- Feqiyê Teyran ev zad reþandiye, seba xezînê.
- Ma tu nizanî xezîne li ku ye ?
- Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit
xezîne di bin wî kevirî de ye.
Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piþtî ko kevirê xwe
nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi cih kir. Mîr
digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf
derket. Mîr ji Feqe pirsî: Para te çi ye bêje...
Feqeh got: Beramberê serê keþê bidin min. Mîr got: Serê keþê bi laþê wî ve ye,
em çawan beramberê wî bidin te. Feqe got: Rahet e, serê keþê ji laþê wî vekin.
Anîn serê keþê jê vekirin û danîn ser sehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên
xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keþê ne hatin. Mîr
enirî û gote Feqeh: Te zanî bû ko serê keþê hinde giran e, ji lewre te ev þert
bi min re kir. Feqeh deyn ne kir, zêr ji sehînê rakirin û çend kulm ax avêtine
þûnê. Milê axê daket, serê keþê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:
- Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î.
Mexseda min ew bû ko ez þanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan
bi tenê bi axê têr dibe.
Ev her sê þahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqiyê Teyran bivê nevê
beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:
Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimas re xerîdar
Ezê niho hin þihrên Feqiyê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê þêxê senhanî:
Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hiþyar bikim
Da ez ji þêx dim wesfekî
þêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
þêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan
Bi kurtî naveroka Þêxê Sen'an
'Þêxê Sen'an' an jî 'Þêxê Senaniyan' yek ji berhemênFeqiyiê Teyran e. Berhem
li ser þêxekîye ku wekî Þêxê Sen'an tê danasîn.
Þêxê Sen'an yê herdem di zikr û taeta Xwedê de serdarê 500 sofiyan e. Kar û
xebata Þêx tev ji bo axretê ye. Elaqê wî qet ji xweþî û lezetên vê cîhanê
tine. Ew ewliyayekî Xwedê ye. Þêt tên ser ji bo ku baþ bibin, kor tên cem ji
bo ku bi çav bibin, dîn tên cem ji bo ku saxlem bibin. Feqiyê Teyran
kesayetiya Þêxê Sen'an bi van rêzikan tîne ziman.
Dûr bû ji ev dinya fanî
Pir digrî kêm dikenî
Kul bû ji ber secdê enî
Di karê zewada axretê
Wî her zewade kar dikir
Zikrekî bê hejmar dikir
Ji dinyayê istixfar dikir
Dûr bû ji her ci sibhe tê
Temenê Þêx dibe 77. Sofî li hev dicivin û biryara çûna Hecê dikin. Þêxê Sen'an
wekî rêberê karwanê 500 sofî tê hilbijartin û dikevine riya Hecê de.
Karwanê Heciyan li nêzîkê bajarê Tiflîsê, ji bo bêhndanê li baxekî rûdinin. Ev
bax baxê qîza hukumdarê Gurcan e. Çavên Þêx di vî baxî de bi qîza Gurcî
dikeve. Piþtî ku ew qîzê dibîne biryar dide ku li vira bimîne û xizmeta keça
Gurcî bike. Sofî dikin nakin bisernakevin ku Þêx ji biryara wî vegerînin, ew
mecbûr dev ji Þêxê xwe diberdin û bê rêber divegerin warê xwe.
Þêx li xwe nakit sitaran
Eþkere xwe gote yaran
Ax ji destê dohta kufaran
Bimre dînê þirketê
Bê mezheb û bê dîn kirim
Bê xwendin û yasîn kirim
Ji yar û biran þermîn kirim
Werdek xeyala min ne tê
Lew nesîm werdan bixwûnim
Bejnekê nazik dibînim
Dîn dibim wer dimînim
Dil ji min bir qametê
..........
......
Þerm û edeb çû wê demê
Nalî ji tîra sertemê
Bûye kenînê alemê
Avêt kirasê rûmetê
Þêxê 77 salî, yê di riya Hecê de bi hêviya ku keça Îsawî iþaretekê bidiyê dev
ji her tiþtî diberde. Dema Þêx ji qîza Gurcî re evîna xwe diyar dike, qîz
xebera dawî jê re dibêje: Eger Þêx bibe Îsawî ewê mecal bide ku ew hevûdin
bibînin. Þêx hemû þertên keça hukumdarê Gurciyan ya xiristiyan qebûl dike. Ew
Þêxê ewliyayê Xwedê, rêberê karwanê Heciyan di 77 saliya xwe de dest bi
vexwarina meyê dike û dibe gavanê berazan. Þêx serpêhatiya xwe wiha tîne
ziman:
Hem no kirim, hem bed kirim
Ku ewê ez Îsawî kirim
Ji vê terîqê der kirim
Kafir kirim bê murwetê
Kafir kirim meyxur kirim
Dîwane û epter kirim
Balekê ji pêxember kirim
Ev reng bela li ser min tê
Sofiyên mirîdê Þêx di dawiyê de ji warê xwe cardin tên û Þêx bi xwe re dibin.
Qîza Gurcî jî li dûv Þêx diçe, lê dema ku ew digihîjin hev Azrayîl ruhê
herduyan distîne û ew bi bihiþtê tên xelatkirin.
* * *
Ay dilê min ay dilo
Dil ji min naket xeyalan
Bûme perwana þemalan
Bêriya husn û cemalan
Ay dilê min ay dilo
Can ferît im te nabînim
Deftera iþqê bixwînim
Serxweþ û sukran û dîn im
Ay dilê min ay dilo
Serxweþ û sukran û mest im
Efa'lê eswed digestim
Sebr û aram çûn ji destim
Ay dilê min ay dilo
Sebr û aram û sikon e
Baziyê nav lê 'uyon e
Dil ji pencan kirbû xwon e
Ay dilê min ay dilo
Bazê me krî sikince
Girtibû ez bi her du pence
Min mûdan dil jê bi renc e
Ay dilê min ay dilo
Hêstirim barîn ji xwînê
Sotim ez derdê evîne
Kes ji min neket yeqînê
Ay dilê min ay dilo
Dax û kovan bê hesab in
Mihnet û eyþ û ezab in
Xem ji qelbê min venabin
Ay dilê min ay dilo
Van deman yek carî xwarim
Dîn kirim dîne bi har im
Agirê iþqê bijarim
Ay dilê min ay dilo
Agirê iþqê û pêt e
Her kesê dê kes navête
Demekî naket tebête
Ay dilê min ay dilo
Demekî naket qerar e
Þev û roj ahî û zar e
Ez xelas bûm bûme dar e
Ay dilê min ay dilo
Rey û tekbîrim xilas bûm
Zilfê çokan çep û rast bûn
Gelew kazin bê qiyas bûn
Ay dilê min ay dilo
Sîne ey hubê heriþte
Bi agirê iþqê biriþte
Qet li min nayên niviþte
Ay dilê min ay dilo
Sîneya hubê sidûr e
Dax bi dil kovan û kûr e
Wan hemiyan dil ji nûr e
Ay dilê min ay dilo
Wan hemiyan agir di nav bit
Min ji daxan dil zirav bit
Bê hisab þîþe di nav bit
Ay dilê min ay dilo
Bê hisab þîþ lê kiþande
Hûr kiro misk lê reþande
Nezera zer þeh veþande
Ay dilê min ay dilo
Nezera sahib nezîra
Teþbîhê berqê di þîra
Dame ser gezmê di tîra
Ay dilê min ay dilo
Gezmeyan carek hinavan
Hûrtira ejnû û nûgavan
Tarûmar kirbûn ji gavan
Ay dilê min ay dilo
Tarûmar kir can û cism e
Pisyar in cîran û xizme
Ev xizmet babet tilisme
Ay dilê min ay dilo
Mîm û hê wesfê xwe hilda
Xweþ mêsal in çûn di cilda
Cerh û kovan çûn di dil da
Ay dilê min ay dilo
Qesîdeke wî:
Bizan ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuþtim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wî
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Mistaqi rindî ez im
Aþiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweþ qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Sûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.
Qesîdeke din ji qesîdeyên Feqe
Guh bidêrin niqtê aþiqan
Da ez bixûnim vê xetê
Hemd û senaya xaliqê
Sibhan ji þahê qudretê
Sibhan ji þahê zulcelal
Fikrê me neqþê bê zewal
Halê bê micaz na ête bal
Kamil dibin bi ulfetê
Kamil dibin ev rengê bela
Sed mift Þêx mela
Ew li sirrê bin mibtela
Ji neynika eksiteyê
Dunya ji kesîre namîne
Ne Þêt ma ne Nûh ma
ne Yûnis ma ne Curcîs ma
ne……….
Ne Eyûbê birîndar e
Ne calînos û Suqrat ma
ne Tatalîs û Yeqrat ma
Ne Zulqurnenîn û Mir`at ma
ne cum-cum ma ne ixbar e
Di derbarê cugrafiya dunyayê de
ev dunya berê av bû
xwelî têde ne xuyabû
av miçiqî xwelî mabû
çavkanî
1- navkurd.de
2- ku.wikipedia.org
3-Dîroka wêjeya kurdi- Feqî Huseyn Saniç.
Biçe Jora Rûpelê
|
girêdanên
sponsor
|
|
|