|
WÊJEYA KLASÎK
WÊJEYA NÛJEN
HELBESTÊN KURDÎ
ÇÎROKÊN KURDÎ
ROMANA KURDÎ
BIJÊW
GOTINÊN PÊÞÎYAN
NAVÊNKURDÎ
PIRTÛKXANE
E-Pirtûk
GIRÊDAN
Wêþanxaneyên
Kurdî
Weþanên
Wêjeya Kurdî
Ferhengên
Kurdî
Çavkanîyên
Kurdî
NAVDANK
TÊKÎLÎ
|

Elî Herîrî
(1010-1077)
MAHMUT HOCAOÐLU
Di nav
helbestvanên Kurdan de yê ku piþtî Îslamiyetê rabûne û bi zarava Kurmancî
nivisandîye; Ê pêþîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehma Xwe lê erzan bike û di ser
bihiþtê de bihiþteke din, di bihiþteke bijartî de cîh û meqamê wî çêke).
Derheq Elî Herîrî de pir tiþt nayê zanîn. Pirê tiþtê derheq wî de wek belge ji
alî Aleksander Jaba yê Rûsî hatîye heta îro. Xeynî Jaba tiþtê ku gihiþtîye
heta îro bi devkî nin. Elî Herîrî di dema xwe de wek Þêx Elî Herîrî hatîye bi
nav kirin. Sala 400 ya koçî de hatîye dinê. ( Zayînî 1009/1010) Derbarê dîroka
ji dêbûna wî gotinên cuda cuda hene. Hinek jî dibên sedsala 10'ê koçî de
jîyîye, Celadet Bedirxan jî dibê ku 1425'an de hatîye dinê. Elî Herîrî li
gundê Herîr hatîye dinê. Hinek dibên gundê Herîr di welatê Soran de ye û Elî
Herîrî bi xwe Sorî ye. Lê Aleksandir Jaba dibêje ku Herîr di welatê Þemdînan
de ye. Ê dibên ev gund girêdayîyê Hekarî ye (Çolemêrg), an jî Bilîs e jî hene.
Ew dem Merwanî deshilatdarê welat bûn.
Li gorî zanîn û delîlên ku di destên me de hene, Elî Herîrî mezinên hozanên
Kurmancan e û xwedî dîwan e jî. Di pêþerojê de, ka dêçi derkevin, kî bêne
dîtin û helbestvanê Kurmancan ê pêþî dê bigihîje kî em nizanin. lê yê ku heta
niha hatîye zanîn, helbestvanê Kurda yê pêþî Baba Tahîrê Hemedanî (Lorî) ye.
Yê zarava Kurmancî jî Þêx Elî Herîrî ye. Her du jî babetê pêþengên wê je ya
Kurdî ne.
Helbestên wî di nav gelê me de, bi þevan dahatin xwendin û li guhdaran gelek
bandor dikir. gava pesnê yekê dengxweþ û meqam xweþ bikirana, “di tanga Elî
Herîrî de ye” digotin. li gorî agah û delîlên ku bi dest me ketine, Elî Herîrî
zanayeke mezin bûye. Di zanîna xwe de jî wekî hozanîya xwe li pêþ bûye. di nav
gel de, dema kesekî xwendinê xweþ nekirana “Erê xwend û bû Elî Herîrî”
digotin. bi kurtasî Herîrî mirovekî mezin, zana û gihiþtandî bûye û Herîr jî
cihê zanînê bûye. Ji wî bajarokê gelek mirovên mezin û zana rabûne. Nemaze Þêx
Ehmedê kurê Elî Herîrî.
Ger li ser Þêx Elî Herîrî lêkonîn û lêgerînek baþ çê be wê pirr tiþtên tarî
ronî bibin û wê tiþtên balkêþ derkevin . Wê rewþa welat yê wî demê jî ronî
bike. Bê guman Elî Herîrî mirovek zana ye û derbarê jîyana civaka Kurd baþ nas
kirîye û dîyar kirîye. Ji malbata Elî Herîrî, gellek þêxên terîqetê rabûne.
Bavê wî him þêx him mamostê medresê bûye. Þêx Herîrî xwendine xwe ya pêþî di
medresa bavê xwe de xwendîye. Herîrî di helbestên xwe de, navê Elî, Elîyo û
Þêx Elî bi kar anîye. Bi qasî ku helbestên wî bi dest me ketine, di hemûyan de
ji van hersê navan navek xebitandîye. Li nik me, wî wisa biryar girtîye da ku
gava helbestek bi qaydê Herîrî hatibe nivisîn jî, lê bê yek ji van navan be,
bête gitin ku me yê wî ye. An jî bihêsanî em nikarin bibêjin ev helbesta wî
ye.
Em navê Elî Herîrî warê niviskî berê di "Mem û Zîn"a Þêx Ehmedê Xanî de
dibînin. Di wir de usa derbas dibe:
Min dê 'elema kelamê mewzûn
'Alî bikira li banê gerdûn
Bîna ve rûha Melê Cizîrî
Pê hey bikira 'Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran
Çi b'kim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qumaþ-i ra xerîdar
Em dikarin bêjin ku Elî Herîrî bandora xwe warê wêje ya Kurd de li ser Seydayê
Xanî çê kirîye.
Prof. Qanatê Kurdo gotîye: "Aleksandir Jaba di pirtûka xwe ya bi navê "Recuîl
de Notices et Rechist Kurdes" de nivisandîye, gotîye ku "Helbesvanê Kurdan yê
pêþîn Elî Herîrî bûye" û "Dîwaneke Elî Herîrî ya helbestan û beytan li
Kurdistanê navdar e û tê zanîn"
Dîwana Elî Herîrî bi hêsanî fam dibe û bi uslub e. Helbestên wî nazik û rewan
û bi evînî ne. Pirr kes helbest û gotinên wî jiber zanin. Xasma mele û feqî,
di civat û civînan de, jê bi xweþî dipeyîvin û pesnê wî didin.
Îro di Kurdistanê de, agahdarî ya me bi Dîwaneke ku bi navê Elî Herîrî be
tune. Bi devkî helbest û gotinên wî pirr digerin.
Dîsan ji nuh eþka berê pur-enderûnim ateþ e
Zulfa muzeyyen 'enberê de'wa digel xala reþ e
Xala li dêmê dil reva sed rûb u canim bin feda
Sotim gelo çum tê nema terkim kirin eql u huþ e
Eql û husim bûne esîr dinya ku geh geh tête bir
Dêm subheta bedra munîr zulfa ji werdê bên xweþ e
Wcrdan ji nêv zulfan derîn su'la binefsê têwerîn
Bala û qedda 'er'erîn her yan li ser marê reþ e
Albert Sosin di berevoka xwe ya bi navê Kurdische Samlungen de helbesteka Elî
Herîrî çap kirîye. Dîsa tê gotin ku li Swêdê Helbestên bi destnivîs hene. Lê
mixabin hêj nehatîye welat
Çawa di derbarê dîroka bûyîn û jîyîna wî de curbecur agahî henin, derbarê
mirin û gora wî de jî agahîyên cuda cuda henin. Ê dibên di sala 470 (1078) ya
koçî de mirîye û dîsa li Herîr'ê hatîye bin ax kirin jî henin, ê dibên di
sedsala 11'an de mirîye jî henin. Herwaha E. Ûsiv dibê: "Elî Herîrî li devreyê
Kurdistanê mirîye û gora wî ne li welat e."
TÊT
ELÝ HERÝRÝ
Dilê mehzûn kefaret bêt ke êm þeb taze mihman têt
Be mizgînî beþaret bit ke mîhman canê canan têt
Ke mîhman canê canane le ser cavê me mihmane
Be mala cumleê xane ke þahê cumleê xan têt
Were ey þahidê þêrîn ji eþqa te dil êxsîrin
Be can menzilgehê mîrin telebkarî ke sultan têt
Telebkarin dil araîm medîm yarin bû yî þaîm
Le bejna 'er'erin daîm sîyeh mar lê be colan têt
Sîyeh maran kire seyran le cotê þubhetê cîran
Ku xas û 'am bibûn heyran le cîran 'enber efþan têt
Du zulfên 'enber efþan in du le'lên þekeristanin
'Eqîq û durr û mercan in le hewzan abê heywan têt
'Ecêb bir ke mirarî tê le sedde qewsê tarî tê
Sîyeh pencên xumarî tê ji mexmûran du eslan têt
Ji mexmûran tu mexmûrî be cî hiþt 'eqreba jûrî
Tewafa beytê me'murî le burcan xûn be sîran têt
'Eqarib hat û bê hed hat le wê burca zeberced hat
Vebala qewsê eswed hat le tilbey mahî taban têt
Le heyva kewçêrîn kamil ve ehlan ra nehiþtin dil
Û cumle da sefên sunbul le hinda vê gulîstan têt
Gulîstana Xuda riste le çar etraf dilan xuste
Binefþ û nêrgiza mest e cinisrê le'l û reyhan têt
Reyahîn sosin û werdin le Þêx Elîyê xerîb ferd in
Weristê ehmer û zerdin herû sed car bi efxan têt
Ji efxanan nemayim têr du'a goyê te ez bê vir
Bebête þer du esleh dîr 'heta vî qasidî can tê
Bebîne rû þemalînê were hindavî balînê
Ji dest ahan û nalînê çe reng feryad ji esman têt
Be feryad û be hewar e ji dest ahan min ew kare
Me lazim bendeê jar e ji seyyidî çe ferman têt
Seyyidî heq nezer vêra di îqlîman ilim gêra
Qitara gewheran vêra ji nêv kana bedexþan têt
.
Biçe Jora Rûpelê
|
girêdanên
sponsor
|
|
|