|
WÊJEYA KLASÎK
WÊJEYA NÛJEN
HELBESTÊN KURDÎ
ÇÎROKÊN KURDÎ
ROMANA KURDÎ
BIJÊW
GOTINÊN PÊÞÎYAN
NAVÊNKURDÎ
PIRTÛKXANE
E-Pirtûk
GIRÊDAN
Wêþanxaneyên
Kurdî
Weþanên
Wêjeya Kurdî
Ferhengên
Kurdî
Çavkanîyên
Kurdî
NAVDANK
TÊKÎLÎ
|

Ehmedê Xanî
(1651-1707)
Ehmedê
Xanî (1651-1707) yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e.
Ehmedê Xanî, di sala 1651'ê de hatiye dinê. Cihê ku hatiye dinê tam ne diyar
e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê
êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta
derdora Wanê tê guhertin.
Dema ku 14 salî bûye dest bi nivisînê kiriye. Dema ku nivîsîna "Mem û Zîn"ê
temam kiriye 44 salî bûye. Xanî li Kurdîstana Jorîn li Bajarê Bayezidê wefat
kiriye. Gora wî li Bajarê Bayezidê ye. Tirba Xanî ziyaretgaha xelkê ye.
Xanî, bi "Mem û Zîn"a xwe ya ku destana neteweyî ya neteweyê Kurd e, di dilê
neteweyê Kurd de cihê bilindtirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de
bûye "Xaniyê nemir."
Mem û Zîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze jê
re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî
de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memûzînê bi neh salan.
Celadet Bedixan li ser Ehmedê Xanî
Ji meqeleya Klasîkên me – an þahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî
Bedirxan
Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye:
Men çi gûyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared kitab.
Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.
Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir
jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê
diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.
Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li
cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hiþyar ne bû bûn
û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuþtin. Di
heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û
ji kurdan re goti bû hon berî her tiþtî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke
kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.
Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Þahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê
wî ji tayifeyê hekariyan ji eþîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di
tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek
aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê
Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piþtî Quranê dixwînin. Û zehf jî
xezeliyat û eþharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û
farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji þierayê di Kurdistanê
hemûyan jî meþhûr û faiq e, belkî ji hemû þieran meqbûl û memduh e. Û dii
hezar û þêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê
xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .
Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û þêst û yekê hicrî de ji diya xwe
bûye.
Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û þêst û yek bû
Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û
çar salî bû.
Îsal gehiþte çil û çaran
Ev pêþrewê gunahkaran
Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e.
Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:
Ji paþ hemd û selewatan
Ev çend kelîme ji ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî
Nav lê Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê di kurmancan
Ji Eqîda îmanê:
Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweþî, þîn û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam
Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî
digot. Di pey mirina wî re þagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê
guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.
Li gor atiþtê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de
qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket
destên min.
Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê
hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman
kiriye û ew axivandiye.
Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî
dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û
dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe
tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan
dikin. Seyda dibêje:
Sazi dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eþqi Zîn û Mem bit
Þerha xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane
Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim
Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim
Meþhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb
Ewreng bikim ji nû serefraz
Da bêne temaþeyî nezerbaz
Dilber li Memî bikin girînê
'Aþiq bikenin bi derdê Zînê
Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêþaye digel wê me dused renc
Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e
Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî þirîn e
Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb û libas û gûþiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e
Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me
Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarî
Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin
ku nêzî rastiya Ahmedê Xanî ne.
Þairê neteweyî û bavê bîr û baweriya neteweyiya kurd Ahmedê Xanî yek ji wan
kesayetiyên kurdan e ku li serê gelek hatiye nivîsîn, lê tiþtên ku hatine
nivîsîn ne li ser esasên zanyariyên belgeyî, pirtir teswîr û pesindayînên
derbirîna hissên neteweyî ne, gelek caran tekrara hev in, xeyalî ne, heta ji
rastiya jiyan û bîr û baweriyên wî dûr in.
Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin
ku nêzî rastiya Ahmedê Xanî ne. Gava meriv bala xwe dide wan, ew jî, ew agahî
ne ku xwe rasterast dispêrin berhemên Ahmedê Xanî, di serî de jî þahesera wî
Mem û Zînê.
-----------------------------------------------------------------------------
Min bi xwe heta van demên dawiyê di nav nivîsarên ciddî de wek fakta tenha
cumleyek dîtibû ku ne ji berhemên Ahmedê Xanî bi xwe be. Ew jî xwedan
çavkaniyeka nezelal bû û gûman li ser rastiya hebûna wê cumleyê hebû. Ya ku ez
bahs dikim ew cumleya erebî ye ya ku bi hesabê ebcedê tarîxa wefata Ahmedê
Xanî diyar dike: ”Tara Xanî îlla rebbîhî”. (Xanî ber bi Rebbê xwe ve firiya)
Cara pêþîn mamoste Alaeddîn Seccadî ev agahî di berhema xwe ya bi navê Mêjûyî
Edebî Kurdî de daye. Lê çavkanî jî zelal nedaye. Nivîsîye ku wî ev agahî ji
melayekî alî Amedîyê yê bi navê Mela Salih wergirtiye. Ev agahî bi destnivîs
li piþt kitêba wî ya bi navê Semedîye nivîsandî bû ye. Alaeddîn Seccadî ev
Mela Salih li Bexdayê li hewþa mizgeftekê nas kiriye pê re xeber daye û piþt
re ew ji hev veqetiyane û nehatiye zanîn ku wekî pêþtir ev Mela Salih kî ye,
Semedîye çi kitêb e, kê ew destnivîs li wir nivîsî û gelek pirsên din.
Lê di van demên dawiyê de, kitêbek li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî derket
ku ji alî ronahîkirina hin warên jiyana wî de balkêþ e, hin belgeyên ji arþîva
Împaratoriya Osmanî tê de hene ku Ahmedê Xanî pirtir bi meriv didin nasîn.
Esas him kitêb, him jî nivîskarê wê gelek balkêþ e. Nivîskar li ser jiyan û
eslê xwe diyar dike ku ew ji malbateka mela û alim tê ku bi esil digihîjin
malbata Ahmedê Xanî. Li gora nivîskar Ahmedê Xanî bi xwe li pey xwe kur û keç
nehiþtine, lê ji nesla birê wî ê bi navê Mela Qasim zurriyeta mala Xanî dewam
kiriye û hetiye gihîþtiye nivîskarî bi xwe.
Nivîskarê ku ez bahs dikim Ebdullah M. Varli ye. Berhema wî ji du cildan pêk
tê. Cildek bi navê Dîwan û Jînewarî ya Ahmedê Xanî ye ku ji 476 rûpelan pêk
hatiye, lêkolîn e li ser jiyana Ahmedê Xanî û tarîxa mîrekiyên dewra Xanî, bi
taybetî jî ya mîrên Bayezîdê. Cilda din bi navê Dîwan û Gobîdeyê Ahmedê Xanî
yêd Mayîn e, 556 rûpel e. Tê de þiirên Ahmedê Xanî yên heta niha naskirî û
nenaskirî hene. Ew li ser hev106 þiir in. Piþt re bi navê Qisa Þemû’n
berhemeka menzûm heye ku nivîskar dibêje ew ya bavê Ahmedê Xanî Îlyas Bin Eyaz
e. Berhemeka bi navê Sîsebanê jî di vê cildê de heye ku li gora lêkolerî ev
berhem jî ya Ahmedê Xanî ye. Herdu cild jî di nav berhemên Sipan Yayinevi ve
Yayýnlarý de sala 2004ê li Îstanbûlê hatine weþandin.
Esas gava min berhem xwend, min dît ku hem li ser berhemê, hem jî li ser
nivîskarê wê lazim e bê rawestan, hûr hûr bê tehlîlkirin û lêkolînên kûr li
ser wan bê kirin. Hem agahiyên gelek hêja û balkêþ di berhemê de hene, hem jî
ji alî metod, uslûb û ziman ew mihtacî lêkolînek û zelalkirineka ciddî ne. Min
xwest ez pêwendiyan bi nivîskar re deynim hevpeyivînekê pê re li ser wî û
berhemên wî bikim, belkî gelek aliyên vê pirsê zelaltir bibe. Lê mixabin ez li
derveyî welêt im û nivîskar bi xwe li Tirkiyê dimîne, heta niha ew derfet
peyda nebû.
Di vê nivîsara xwe de ez li ser berhemê û hemû agahiyên ku tê de ne
ranawestim. Ez tenê dikarim vê bêjim ku agahî û belgeyên gelek hêja tê de
hene, encama xebateka dûr û dirêj û zehmetiyeka zêde ne. Cara pêþîn hin belge
tê de hene ku ji arþîva osmaniyan tên û esl û fesl û kar û xebata Ahmedê Xanî
rohnî dikin. Ez di vê nivîsê de dixwazim li ser wan belgeyan rawestim û
agahiyên ku di wan belgeyan de hene liv vê derê pêþkêþ bikim.
Berê ez dixwazim ji devê nivîskarê van herdu cîldan wî bi xwe piçekî bidim
nasîn ku bingehê piþt van belge û zanyariyan ronahîtir bibe.
Nivîskar di 1939ê de li gundekî bi navê Hesarê ê navçeya Patnosê hatiye
dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê sala 1946ê li gundê Nenecanê li ba bavê xwe
Mela Mehemed (Hoko) destpê kiriye, paþê çuye li medreseyên cuda yên Kurdistanê
xwendiye. Sala 1957ê li Þamê li medreseya bi navê Emînîye dawî li xwendina xwe
aniye. Di navbera salên 1964-1976ê de li Tirkiyê di nav dezgeha dewletê a dînî
Diyanet Ýþleri Baþkanlýðý de li Erdîþê karmendî kiriye. Sala 1976ê ji
Kurdistanê hatiye sirgûnkirin bo Trabzonê bi þertê ku heta 5 salan nezivire
welatê xwe. Sala 1977ê ew bi daxwaza xwe ji vê wazîfê dertê derbasî dezgeha
Vakýflar Genel Müdürlüðü (Îdareya Giþtî ya Weqfan) dibe. Ew ji bo ku erebî û
osmaniya bi tîpên erebî, farisî, tirkî, kurdî zane li Ankarê di arþîvxaneya vê
dezgehê de dibe wergêr (mitercim). Di sala 1978ê de ji Ankara tê dûrxistin û
tê þandin Edirneyê. Ew li ser vê ji vê wazîfê jî vediqete û di wezareta
kulturî de di muzexaneya etnografyayê de dest bi kar dike, dibe berpirsiyarê
sicîlên þerî’ (þer’i sîcîller) û nivîsarên kevn ên wê muzexaneyê. Di sala
1984ê de ji wê wezaretê jî tê bidûrxistin û li Halk Kütüphanesi (Kitêbxaneya
Gelêrî) dest bi kar dike û dibe berpirsê nivîsên kevn. Di sala 1990ê de buye
endamê saziya APK( pisporî lêkolîn, neqiþkirin, pêþvaanîn). Di sala 1993ê de,
di eynî wezaretê de di beþa Halk Kültürünü Araþtýrma Geliþtirme Genel
Müdürlüðü (Îdareya Giþtî ye lêkolîn û Geþkirina Kultura Gelêrî) de buye serokê
daîreyekê. Di heman salê de ji ber hin meseleyan teqauda xwe xwestiye û ji
karê dewletê veqetiyaye.
Çapkirî û necapkirî 32 berhemên wî hene. Li gor agahiyên wî, ew ji malbata
mala Xanî tê, wekî malbat wan gelek berhemên Ahmedê Xanî parastine û nesil bi
nesil dewrî hev kirine heta gihîþtine Abdullah M. Varli bi xwe.
Ew li gelek herêmên Kurdistanê geriyaye, çuye her çar perçeyên Kurdistanê, wî
gelek belge, destnivîs, wêne, behs, çîrok û rîwayet li ser dîroka Kurdistanê,
li ser navdarên kurd û di vê navberê de li ser Ahmedê Xanî jî kom kirine. Ew
bi xwe bahs neke jî diyar e ku ew karên resmî ên wergêriyê ku wî kirine jî
îmkan danê ku ew di arþîvên tirkan de ên dema osmaniyan gelek belgeyan bi dest
xe, ji xwe hin belge ji wan ên li ser Ahmedê Xanî, belgeyên van arþîva ne.
Di kitêbê de li ser esasê belgeyên nediyarkirî nivîskar dinivîse ku malbata
Xanî bi eslê xwe ji Xana Sêgundan e a ku bi Çelê (Çukurcayê) ve girêdayî ye. Û
ew dinivîse ku di ”quyûdê qedîm” ên osmaniyan de ên ji wê demê mayî, navê
gundê Xanê derbas dibe. Malbata Xanî berî jidayikbûna wî di dewra bapîrên wî
de ji wê herêmê bar kirine, piþtî hin qonaxan li herêma Bayezîdê bicîh bûne
Ew Xaniyan berê wek malbateka alim û yên ku ji bav û kalan de fermanrewatî,
dizdarî, qadîtîya hin keleyên bayezîdê û (debîriya) katibiya mîrên Bayezîdê
kirine, mamosteyên (lalayên) mîrzadeyên mîran bûne û di medreseyên bilind ên
merkezên mîrayetiyê de midderisî kirine. Wek bavikek peydabûne, fireh bûne û
piþt re li Bayezîdê wek hoz jî belav bûne. Û di sicîlên resmî yên osmaniyan de
di tehrîratên wan an belgeyên bi navê ”maliyeden muhawwel” de gelek agahî ji
1485ê bi þunde li ser kesên naskirî û malbatên bi hêz û xwedan meqam ên
Xaniyan hene (b. n. d. c 1, r. 119) Ahmedê Xanî bi xwe di seraya Bayezîde de
debîrê dîwanê bû (120).
Nivîskar tarîxa barkirina malbata Xanî ji Xana Sêgundan û bi taybetî ya
bicîhbûna wan a li Bayezîdê 1460-1465 dide (r 118) û dibêje li gor rîwayetan,
ew bi fermana mîrê Hekariyan Essedudîn Çengzêrîn bi serweriya mezinê Xaniyan ê
bi navê Mîr Hesen rabûne çûne li devera Daroing-Bazîd-Narîn Qelê bicîh bûne (r
119) Mîr Hesen bûye mîrê Kela Zêrinak. Piþtî Mîr Hesen kurê wî yê bi navê Mîr
Suleyman dibe serwerê Diza Zêrînak. Piþtî mirina wî jî Mîr Ebdurrezaq dikeve
þûna bavê xwe û dibe dizdarê kela Zêrînakê. (r. 123) Ya baþ belgekirî ew e ku
tê zanîn bapîrê Ahmedê Xanî e dereca pêncê ê bi navê Mîr Ebdurrezaq sala 1485ê
li Qela Zêrînakê dizdar û qadî bûye. Ev di secereya hin malbatan de ku dibêjin
em ji Xaniyan tên, diyar dibe. (r 119) Piþtî Mîr Ebdurrezaq, Þeyx Ebdurrehman
serweriya kela Zêrînakê hildide ser milên xwe. Piþtî demekê di encama hin
þeran de ew ji Zêrînakê tê bidûrxistin, di pey re ew li Bayezîdê li Qelet
Ribat dibe Qadîyê Dizesorê. Piþt re qadîtîya wî bajarî dikeve destê kurê wî yê
bi navê Mîr Rostem. Hin pirsgirêkên wê demê rê vedikin ku Mîr Rostem bixeyide
bi xwe dev ji dizdarî û qadîtiya wî bajarî berde, bar ke biçe li Qelet Ribat
bicî bibe (r. 124-125). Di pey re wek malbatî li wî bajarî mane û Eyazê kurê
Rostem û Ilyasê kurê Eyaz û kurê wî Qasim (birayê Ahmedê Xanî) û kurê wî Yusuf
û kurê wî Ahmed li vî bajarî jiyane.
Piþtî mirina Mîr Rostem kurê wî Eyaz ketiye þûna bavê xwe, di pey mirina wî re
jî kurê wî Îlyas ketiye þûnê. Îlyas bi keça Qerexanê kalikê Mîr Qerebehlûlê
Pisyanî a bi navê Gulnîgar re zewiciye. Li vir ew bi xizmîtî digihîjin mala
serwer. Gulnîgar diya Ahmedê Xanî û Qasim e. Piþtî mirina îlyas Qasim dikeve
þûna bavê xwe. Piþtî wî jî kurê wî yê bi navê Muhemmed, di þûna wî de jî kurê
wî yê bi navê Xalid, kurê wî yê bi navê Ahmed. Ev hemû li wî bajarî wek Qadî
mane. Giþ weke mela hatine naskirin. (r. 126)
Ahmedê Xanî bi xwe nezewicî ye, secereyên ku tên heta demên me xwe wek bavik
ji birayê Ahmedê Xanî Mela Qasim tînin xwarê. (r. 128)
Belgeyek li ser vê malbatê ew e ku Þêx Îlyas di berhema xwe de ya bi navê
”Qisa Þem’ûn” diyar kiriye. Wî li dawiya vê berhemê bi erebî wiha nivîsîye:
”Qed ketebe fî eyyemî dewlet Xanî Xanan el kurd, el-e’del Behlûl el-Pisyanî,
îlyas bîn Eyyaz bîn Rostem bîn Þeyx Ebdurrehman el kebîr bîn Mîr Ebdurrezaq.
Fî senetî 1063[1652 zayînî].” (r 129)
Ji sicîlên herêma Bayezîdê ên ku endamên malbatên eþraf, alim û dewlemend qeyd
dikirin da serê wan bijmêrin ji bo bac û qamçûran ji waqn bistînin, gelek
agahî li ser endamên malbatan hene. Di yekê ji wan sicîlan de agahî li ser
malbata Îlyas û Gulnîgara Qîza Qerexan hene. Ji wan sicîlan tê fahmkirin ku bi
keç û kurên xwe pênç zarokên Îlyas û Gulnîgarê hene: ferzendê kebîr (kurê
mezin) Qasim, duxterê kebîr (keça mezin) Perî, duxterê wusta (keça navîn)
Gulîzer, ferzendê sexîr (kurê piçûk) Ahmed, duxterê sexîr (keça piçûk) Kitan.
(r. 173)
Di belgeyek din de ku bi navê Tehrîr Quyûdê Qedîme ye û ew di sala 1063yê koçî
de 1682yê zayînî de hatiye nivîsîn li ser mala birayê Ahmedê Xanî Mela Qasim e
wiha dinivîse: ”Xaneyê Mela Qasim; ferzendê (kurê) Îlyas Efendî; herem (jin);
Gulbihar duxterê (keça) Emîr Muhammed, ferzende (kur) Muhammed, duxter (keç);
Þahnaz we duxter Perwîn we duxter Þîrîn. Birader Ahmed; ferzendê îlyas,
hemeþîre (xwiþk); Perî [xwiþka Ahmedê Xanî] haremê (jina) Yusuf bîn Yusuf,
hemþîre (xwiþk); Gulîzer, haremê (jina) Emîr îbrahîm, hermþîre (xwiþk) Kitan;
haremê (jina) Emîr Xelîl.) (r. 174)
Ahmedê Xanî berê li cem bavê xwe Þêx Îlyas, piþt re li cem birayê xwe Mela
Qasim xwendiye. Sêx Îlyas debîrê Mîr Muhamedê Purbelalî bû, ku ew mir, Mela
Qasim bû debîrê Mîr Muhammed. Mela Qasim bi xwe zavayê Mîr Muhammed e. (r.
183, 184) Ji hin þiirên Ahmedê Xanî fahm dibe ku wî li Xoþabê li medreseya
Etaîye jî xwendiye. (r. 183)
Belgeyeka wê dewrê heye ku lîsteya þagirdên Medressa Gulgûn Ilim (paþê Kullîya
Gulgûn Ilim) rê dide. Di wir de Ahmedê kurê Îlyas jî wek þagird xwiya dibe. Ev
medrse ji bal malbata mala Xanî hatiye avakirin, piþt re mezin buye, fireh
buye buye kullîye. (r. 183)
Piþtî demekê Mela Qasim ji debîriye Mîr Muhammed tê bidûrxistin û pismamê
Qasim Yusuf dibe debîr, paþê ew jî tê bidûrxistin û Ahmedê Xanî di tarîxa 2
zîlhîcce 1081 (13 adar 1671)ê de dibe debîrê Mîr Muammedê Purbelalî. Ev mîr
yekî kurdperwer û hiþyar bûye xwestiye hidûdê mîrîtiya xwe fireh bike û
Kurdistanê ava bike. Ahmedê Xanî gelek ji vî mîrî hez kiriye. Gava mîr miriye
jî þîîrek pir bi pesn li serê nivîsîye. (r. 219-220)
Xanî bi kurtî di demên Mîr Muhammed Purbelalî, Mîr Ebdî (Çolaq Ebdî Paþa) Mîr
Mîrza, Mîr Xelîl, Mîr Îbrahîm û Mîr Mîrza û Mîr Muhammedê duduyê de debîriya
Serayê kiriye. Demeka nêzîk berî kuþtina Mîr Muhammedê Duduyê ji mîr xeyidî ye
û dev ji debîriyê berdaye. Tê gotin ku piþt re di riya Þêx Camî yê Neqþîbendî
re ku bi eslê xwe ji alî Mehabada niha bû û li alî Bayezîdê mudderisî dikir û
þêx jî bû Ahmedê Xanî ket terîqeta wî. Ahmedê Xanî berê þagirdê wî bû li cem
wî xwendibû. (r. 221)
Agahiyeka din jî wekî belge di vê berhemê de li ser wefata Ahmedê Xanî tê
diyarkirin.
Me di serê vê nivîsarê de behsa cumleyeka bi erebî kir ku Elaeddîn Seccadî di
Mêjûyî Edebî Kurdî de daye û li gor hesabê ebcedê tarîxa mirina Ahmedê Xanî
derdixe ku hata niha herkes vê tarîxê wek tarîxa mirina wî qebûl dike: ” Tara
Xanî ila Rebbîhî”.
Lê Elaeddîn Seccadî dinivîse ku wî wek destnivîs ev li piþt kitêbekê dîtiye.
Helbet belgeyeka wiha ne tekûz e, xwediyê her kitêbekê kare tiþtekî li ser
qabê an piþta kitêba xwe binivîse, têrê nake ku meriv wê wek belge qebûl bike.
Lê cara pêþîn Abdullah M. Varli di vê berhema xwe de diyar dike û dibêje ku ev
nivîsa erebî li ser kêla gorra Ahmedê Xanî hatiye nivîsîn. Ew dinivîse ku cara
pêþîn ew çûye Bayezîdê, li ser kêla gorra Ahmedê Xanî nivîsa ”Tara Xanî îlla
Rebbîhî” ldîtiye û ew li cem xwe nivîsiye. Lê ew dibêje ku wî li wir ”rebbîhî”
tenê bi ”r”yekê nivîsiye, loma jî gava ew nivîs bi hesabê ebcedê hesab kiriye
tarîxa wî bûye 1119 hîcrî yanî 1707ê zayînî û ev bi vî awayî belav bûye. Heke
ev rast be meriv kare texmîn bike ku ev nivîs e ku li piþt kitêba Mela Salih
hatiye nivîsîn û ketiye destê Alaeddîn Seccadî. Lê Abdullah M. Varlî dibêje ku
van salên dawiyê ew careka din çûye ser gorra Ahmed Xanî, tevî ku ew kêl ji
ser gorrê hatiye rakirin jî, wî li nav gorristanê careka din ev kêla keftî
dîtiye, þûþtiye û nivîsa wê qeyd kiriye, wî ferq kiriye ku di 56ê de wî
þaþîtiyeka piçûk kiriye, tevî ku þedde li ser ”r”yê heye jî wî ev þedde
destnîþan nekiriye. Di vê ziyareta xwe ya duduyan de ew careka din li gor
hesabê ebcedê vê carê ”r”yê bi du ”r” hesab dike, tarîx dibe 1021ê hîcrî, yanî
1709ê zayînî (r. 241-243) Yenî heke ev rast be tarîxa jidayikbuna Xanî dibe
1650-51 û ya wefata wî dibe 1707.
Ji van zanyariyan bêtir hîn gelek zanyarî di derbarê Ahmedê Xanî û dewra wî
de, di derbarê malbata wî de, di vê xebata hêja de hene. Cildê duduyan cih
dide gelek þiiran ku heta niha li tu derê nehatine weþandin. Lê meriv rastiyê
bêje, divê heyetek pispor tevî mamoste Abdullah M. Varlî rûnê ev berhem
belgeyên ku bûne çavkaniyên vê berhemê ji nuh ve bên tehqîqkirin û zanyariyên
wê bi awayekî ilmî ji nuh ve bên pêþkêþkirin. Hêvî dikim ku ev kar di demeka
n^êzîk de were biserxistin ûagahiyên nuh bi awayekî tekûztir û sererastir
têkevin ber destên lêkoler û xwendevanan.
çavkanî :Netkurd
Biçe Jora Rûpelê
|
girêdanên
sponsor
|
|
|