Edebiyata
Klasîk a Kurdî
FEHÎM IÞIK
Hê jî dema li ser
Kurdî û hebûna Kurda tê axaftin, hinek hene dibêjin ku, "Eger Kurd doza mafê
xwe dikin, wê çaxê ka ziman û edebiyata wan, ka dîroka wan?". Bê guman amanca
vê nivîsê ne ew e ku em îsbata Kurdî û dîrok û edebiyata Kurda li wan kes û
der û doran re bikin. Ji xwe ew jî ne bi awayekî zanyarî, lê bi piranî awayekî
siyasî ev pirsgirêka han dinirxînin. Eger di þirovekirina dîrokê de esasekî
zanyarî bê bijartin, an jî di lêkolîna dîroka ziman û edebiyata Kurdî de
rêberê lêkolînvanan zanistî be, ewê jî bibînin ku, dîroka ziman û edebiyata
Kurdî ji gelên dîn yê herêmê ne kêmtir e; heta ji gelekan jî
pêþtetir e.
Tiþtekî din a balkeþ ev e: Her çiqas em rexne li nêrînên 'biyaniyan' bigrin
jî, lêkolîna edebiyata klasîk a Kurdî, dîsa ewil car bi destê biyaniyan hatiye
çêkirin û nivîsandin. Yên lekolîna ziman û edebiyata Kurdî çêkirine, belge û
destnivîsên kevin ku cara ewil derxistine holê, lekolînvan û nivîskarên wekî
Alexander Jaba, Albert Socîn, M. B. Rudenko û Mînorskî nin. Helbet pêwîst e bê
gotin ku, ev tiþtên em dibêjin piranî ji bo dema destpêka sedsala 20a ye. Lê
bi piranî ev 40-50 salên dawiyê, gelek lêkolînvan û siyasetmedar û rewþenbîrên
Kurd jî li ser dîroka ziman û edebiyata Kurdî xebitîne û gelek tiþtên hêja jî
afirandine. Ev nivîsa jî, berhevkirinekî kurt yên ev hêjayan in ku berhemên
wan jî wekî çavkanî li jêr nivîsê
hatine berçavkirin.
Tesîra ziman û çandê ya li ser edebiyata klasîk Berhemên edebiyata klasîk di
jiyana dîrokî ya hemû gelan de bi ziman û çanda wî gelî ve pêþketiye û bi
parastina ziman û çanda wî gelî ve jî gêhîþtiye roja me. Edebiyata klasîk a
Kurdî jî, ji vê yekê bêpar nîne.
Ji alî din, dîroka destpêka klasîkên Kurdî herî kêm dighîje hezar salî û gelek
klasîkên Kurdî, bi axaftin û gramera nivîsandina Kurdî ya bi roja me jî tê
famkirin.
Wekî tê zanîn zimanê Kurdî beþekî zimanê Hînd û Ewropayî ye û bi zimanê Farisî
û Belucî û Afganî ve jî di nav komekî de cîh digre. Ev koma zimanên navkirî,
her weha wekî zimanên Iranî jî tên zanîn. Di navbera Kurdî û zimanên herêmê yê
serdest, wekî Erebî û Tirkî de tu nêzîkbûnekî jî tuneye. Erebî, þaxekî zimanê
Samî ye; Tirkî jî di nav zimanên Ural-Altayê de cîhê xwe girtiye.
Zimanê Kurdî bi çar zaravayê esasî gêhîþtiye roja me. Di nav van zaravayan de
yê herî zêde tê axaftin, Kurmancî ye. Zaravayên din jî Soranî, Zazakî û Goranî
nin. Ev zaravayên Kurdî ya bi navkirî, di hin herêman de bi navên din jî tên
zanîn. Di van herêman de ji bo Kurmancî, Bahdînî, Kurmanciya Jorîn û Þikakî jî
tên gotin. Her weha ji bo Zazakî, Dimilkî, Kirdaskî û Kirmanckî; ji bo Soranî,
Kurmanciya Jêrîn; ji bo Goranî jî Lurî, Lekî û Sincabî tên gotin.
Berî ku em behsa edebiyata klasîk a Kurdî bikin, bi awayekî kurt li ser
pêþketina ziman û çandê û tesîra wî ya li ser edebiyata klasîk a Kurdî jî
rawestin. Tê zanîn ku, di pêþketina ziman û çand de, tesîra herî mezin,
dewletbûn e. Ji alî din hebûna dezgeyên navendî jî li pêþketina ziman û çand
re tesîrekî mezin dikin. Mixabin, Kurd di vî alî de bêþans in. Dema
Selehaddînî Eyyûbî ne têde, di nav van hezar salî de tu dewletekî Kurda
çênebûye. Dema Eyyûbî de jî pêþketiyên Kurda bi piranî ji ola Islamê re
xebitîne; ev yeka li ser edebiyata Kurdî tesîrekî negatîf nekiribe jî tesîrekî
pozîtîf jî nekiriye. Ji ber tesîra ola Islamê,
klasîkên dema Eyyûbiyan her çiqas di nav wan de yên bi Kurdî jî hebin, bi
piranî Erebî nin. Ji bilî vê yekê, tesîra nedewletbûnê jî Kurda girtiye bin
bandora xwe. Meriv dikare serdestiya zimanên Erebî û Farisî ku klasîkên Kurdî
de jî ev serdestiya bi eþkereyî tên dîtin, bi awayî me li jor jê behskir,
þirove bike. Ji sedsala 10an heta îro ev tesîrên dewletên serdest û zimanê wan
hê jî astengekî mezin e, li ser ziman û çanda Kurdî. Heta gelek kesên navdar
ku Kurd in, ji ber vê tesîrê bi Kurdî nenivîsandine; berhemên
xwe jî bi piranî Erebî, Farisî û Tirkî afirandine. Wekî mînak; Ebûl Feda,
Ibn'ul Esîr û Ibn Xelîkan bi Erebî; Þeref Xan û Mewlana Xalid bi Farisî û yên
wekî Nefî û Nabî jî bi Tirkî nivîsandine. Iro jî gelek Kurdên navdar henin ku
bi Tirkî, Erebî an jî bi Farisî dinivîsînin.
Ev yeka tenê bi zexeliya Kurda nayê þirovekirin. Bi taybetî ji dawiya sedsala
19an û vir de, zext û zilma li ser Kurda rênedaye ku Kurd bi zimanê xwe
binivîsînin û biafrînin. Berî sedsala 19an jî, ji bilî nedewletbûn, her weha
tunebûna dezgeyên navendî û zimanê ola Islamê, ango Erebî jî tesîrekî negatîf
li ser ziman û çanda Kurdî çêkiriye. Lê Kurd li hember hemû tesîrên negatîf,
ziman û çanda xwe parastine û wê gîhandine roja me. Iro jî li hember ewqas
xeterên mezin, dîsa jî Kurd bi zimanê xwe dinivîsînin û
diafrînin.
Destpêka edebiyata klasîk
Li ser destpêka edebiyata klasîk, ango li ser berhemên herî kevin a bi zimanê
Kurdî, hin nêrînên ji hev cuda henin. Bi raya Alexander Jabayê ku li Erzeromê
Konsolosa Rusyayê bû, þaîrê klasîk a Kurda yê ewilîn Elî Herîrî ye. Hinek
lêkolînvanên Kurd jî Baba Tahirê Hemedanî ewil þaîrê klasîk yê Kurda qebûl
dikin. Her weha lekolînvanên wekî Enwer Mayî jî, Ibn Xelîkan ewil þaîrê klasîk
yê Kurda qebûl dike. Tu berhemên Ibn Xelîkanê ya bi Kurdî negihiþtiyê roja me.
Her weha Ibn Xelîkan û Baba Tahirê Hemedanî, þaîr û nivîskarên demekî nin.
Baba Tahîr bi hesabê ebcedê ya Mînorskî, di navbera salên 938 û 1010an
de jiyaye. Ibn Xelîkan jî kengî ji dayîk çêbûye, nayê zanîn. Lê tiþtê tê
zanîn, sala mirina wî 1020 e.
Baba Tahîrê Hemedanî, bi leqabê Baba Tahîrê Uryan jî tê zanîn. Wekî ji navê wî
diyar e, ji bajara Hemedanê ye. Di Ansîklopediya Islamê de, agahdariyekî li
ser Baba Tahîrê Uryan jî heye. Di Ansîklopediya Islamê de li ser wî tê gotin
ku, ew li Medresa Hemedanê dest bi xwendina xwe kiriye. Leqabê "Uryan" jî ji
wê demê pêve hatiye danîn. Ew, þevekî sar û cemed de rût û tazî dikeve avê û
sibetirê jî dighîje merteba welîtiyê. Ji ber vê yekê leqabê wî yê "Hemedanî"
bûye "Uryan". Wekî tê zanîn "uryan" peyvekî Erebî ye û bi mana "rût û tazî" tê
karanîn.
Elî Herîrî jî di navbera salên 1009/1010 û 1078an de jiyaye. Ji navça
Þemzînanê ji gundê Herîrê ye. Dîwana wî heta niha nehatiye dîtin. Cara ewil di
sala 1887an de Albert Socîn, helbestekî Herîrî di pirtûka xwe de bi karaniye.
Sediq Bahadîn jî di sala 1980an de di pirtûka xwe ya bi navê "Hozanêt Kurdî"
de cîh dide çend helbestên Herîrî. Her weha em ji M. B. Rudenko jî dizanin ku,
çend destxetên helbestê yê Elî Herîrî di pirtûkxana Lenîngradê, di
Saltîkov-Þêdrînê de ye.
Klasîkên me
Alexander Jaba di pirtûka xwe de, behsa 8 þaîrên Kurda dike. Yên Jaba behs
dike ev in:
Elî Herîrî (1009/1010-1078), Melayê Cizîrî (sedsala 12a, an jî sedsala 15-16),
Feqiyê Teyran (1307-1375 an jî 1590-1660), Melayê Batê (1417-1491), Ehmedê
Xanî (1650-1706), Ismaîlê Bazîdî (1654-1709), Þeref Xanê Hekarî (1682-1748) û
Murad Xanê Bazîdî (1736-1778). Ji xeynî Jaba, Celadet Bedirxan jî di hejmara
33 a Hawarê de, nivîsa xwe ya ku bi mahlasê Herekol Azîzan nivîsandiyê de
þexsiyetên klasîk yên bi Soranî û Kurmancî nivîsandine dijmêre û li derhaqê
wan de agadarî dide xwendevaran. Yên Bedirxan bi nav kirine ev in:
Nalî, Hecî Qadirê
Koyî,
Þêx Riza Telebanî, ku evana berhemên xwe bi Soranî afirandinin;
Axayê Bidarî,
Siyahpûþ,
Axayok,
Mewlana Xalid,
Mele Yehyayê Mizûrî,
Mele Xelîlê Sêrtî,
Þêx Ebdilqadirê Geylanî,
Hecî Fetahê Hezroyî,
Þêx Mihemedê Hedî,
Þêx Evdirehmanê Taxê,
Þêx Nureddînê Birîfkî,
Þêx Evdirehmanê Axtepî,
Mela Unisê Erqetînî û Melayê Erwasê, ku vana jî berhemên xwe bi Kurmancî
afirandine.
Mele Xelîlê Sêrte, Nehcel Enam nivîsandiye; Þêx Evdirehmanê Axtepî du dîwanên
Kurdî û du jî Erebî nivîsandiye. Bi gor agahdariya Celadet Bedîrxan, Mele
Unisê Erqetînî pirtûkekî gramerê, Melayê Erwasê jî pirtûkekî tibbî
nivîsandine.
Dîwanên Kurdî yê Þêx Evdirehmanê Axtepî, "Dîwana Ruhî" û "Rewdneîm" in; yên
Erebî jî, "Kîtabû Keþfîz'zelam" û "Kîtab-ûl Ebrîz" in. Þêx Evdirehman li gundê
Çinara Amedê, li Axtepeyê, di sala 1850an de hatiye dinê. Bi gor agahdariyekî
roja 29ê Adara 1910an, bi gor agahdariyekî din jî 5ê Sibata 1905an de çûye ser
heqiya xwe. Gora Þêx Evdirehmanê, li Axtepeya Çinarê de, li turba bavê wî Þêx
Hesenî Nuranî de ye.
Di nav klasîkên Kurdî de yên ku bi Goranî jî nivîsandine henin. Ehmedê Textî,
Þêx Mistefayê Beseranî (1641-1702), Xanay Qubadî (1700-1759), Feqî Qadirî
Hemewend, Mewlana Xalid (1777-1826) û Mahzûnî berhemên xwe bi Goranî
afirandine. Pirtûka Xanay Qubadî ya bi navê "Þîrîn û Xusrew" û dîwana Kurdiya
Goranî ya Mewlana Xalid di destpêka sedsala 20an de li Stenbolê jî hatine
çapkirin.
Selîm Silêman (dawiya sedsala 16an an ji destpêka sedsala 17an), nývîskarê
"Leyl û Mecnûn"ê ji manzuman pêkhatiye, Xaris Bedlîsî (1758), Pertew Begê
Hekari, Alî Teremoxî (sedsala 16 an ji 17) jî bi berhemên xwe yên hêja ve di
nav edebiyata klasîk a Kurda de cîhê xwe girtine. Lê belê þaîr û zanyarên di
nav klasîkên Kurdî de tên zanîn ne tenê zilam in. Her weha ya jin jî di
navbera wan de hene. Mahþeref Xanima Erdelanî ku bi navê Mestûre Xanim jî tê
zanîn, her weha ji xeynî þaîriya xwe dîrokzanekî naskiriye. Mestûre Xanim di
sala 1800an de li Erdelanê hatiye dinê û hê di 47 saliya xwe de,
ango1847an de çûye ser heqiya xwe. Sirre Xanima Amedî, di navbera salên 1814 û
1865an de; Mîhrîbana Berwarî jî di navbera salên 1858 û 1905an de jiyanin.
Klasîkên Kurdî yên navkirî û gelekên mayî, di hejmarên din ya Tîrojê de wê
wekî rêzenivîsê bêne çapkirin. Di nivîsa ewil de li ser agadariyekî giþtî hate
rawestin. Wê di hejmarên din de, bi piranî li ser þexsiyetên edebiyata klasîk
a Kurdî û berhemên wan bên rawestin. Her weha bila bê zanîn ku, nivîsên ku di
hejmarên din de wê bên çapkirin, ji rêzekî kronolojîk wêdatir, bi piranî ji
þexsiyetên kêm tên naskirin an jî yên ku heta niha bi awayekî têr û tije li
ser wan nehatine nivîsandin, destpêbike.
Çavkaniyên Nivîsê
1. Geçmiþten Bugüne Kürtler ve Kürdistan, Kemal Burkay, Weþanên Deng, Stenbol,
1992.
2. Tarîxa Edebyata Kurdi, Prof. Qanatê Kurdo, Weþanên Oz-Ge, Ankara, 1992.
3. Mem û Zîn, Ehmedê Xani, wergêr M. Emîn Bozarslan, Weþanên Deng, Stenbol,
1996.
4. Hayat Hikayem, Cegerxwîn, Weþanên Evrensel, Stenbol, 2003.
5. Antolojiya Helbestvanên Kurd, Berhevkar A. Bali, Weþanên Pelê Sor, Stenbol,
1992.
6. Rewdneim, Þêx Evdirehmanê Axtepî, Amadekar: Zeynel Abidîn Zinar, Stockholm,
1991
Biçe Jora Rûpelê