Roamana Kurdî

                                                       

wejeuziman.com                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                     Weþana Wêje û Zimanê Kurdî

 

 

              

GOTAR Û LÊKOLÎN

WÊJEYA KLASÎK

Berhem

Jiyanname

WÊJEYA NÛJEN

HELBESTÊN KURDÎ

ÇÎROKÊN KURDÎ

ROMANA KURDÎ

Hûrnêrîn

BIJÊW

GOTINÊN PÊÞÎYAN

NAVÊNKURDÎ

PIRTÛKXANE

E-Pirtûk

GIRÊDAN

Wêþanxaneyên Kurdî

Weþanên Wêjeya Kurdî

Ferhengên Kurdî

Çavkanîyên Kurdî

NAVDANK

TÊKÎLÎ

 

 

                                                                                                                   
Romanên siyasî

LOKMAN POLAT

 

Di nav edebiyata cîhanê de gelek romanên siyasî hene. Di nav edebiyata rusî ya klasîk û ya nûjen de li ser dema desthilatdariya Çar û paþê jî ya Stalîn hinek romanên ku naveroka wan bi giranî siyasî ne, hatin weþandin.

Roman îcada Ewropiyan e û di nav edebiyata Ewropiyan de jî gelek romanên siyasî, bi taybetî jî yên li ser dema dîktatoriya faþîst ya Hîtler û Musolonî hene. Di edebiyata rojhilata navîn de, anku edebiyata areban, farisan, tirkan û kurdan de romanên siyasî hindik in. Gelo çima? Rojhilata navîn weke doþeka siyasetê ye û li wir hertiþt siyasî ye yan jî bi siyasetê ve girêdayî ye.

Rojhilata navîn heta niha ji demokrasiyê bêpar maye û sazûmanên nedemokratîk hatine sazkirin û birêvebiriya dewletên rojhilata navîn ji alî dîktatoran ve hatiye birêvebirin. Dîktatorên wekî M. Kemal, Î. Înunu, þah Riza Pehlewî, Xumeynî, Kral Faysal, Emîr û Siltanên dewletên mîrî yên areban, Saddam Husein û Hafiz Esad bi salan li ser hikum bûne û li xelkê zilim kirine. Di nav edebiyata gel û neteweyên rojhilata navîn de li ser van dîktatoran çend romanên siyasî hatine nivîsîn, ez nizanim. Lêbelê bi qasê ku ez zanim hejmara romanên siyasî yên nivîskarên rojhilata navîn hindik in.

Di nav edebiyata kurdî ya nûjen de jî romanên siyasî hindik in. Herçiqas piraniya nivîskarên kurd –yên bakurê Kurdistanê- berê çep bûn jî, niha piraniya wan dev ji fikir û ramanên çepîtiyê berdane. Yên ku dev ji çepîtiyê berdane bi refleksa redbûnê li çepîtiyê – û li derbasbûna xwe - dinêrin û ew hetanî karin xwe ji siyasetê dûr dixin û qet naxwazin ku romanên siyasî binivîsin. Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî romanên siyasî nivîsîne, lê berhemên wan ji edebiyata kurdî re nayê hesibandin.

Herçiqas hinek nivîskar xwe ji siyasetê dûr bixin jî, berhemên wan di hinek waran de bi rengên siyasî hatine xemlandin. Edebiyat û romana kurdî di hêlek de bi siyasetê ve têkildar e. Dema di romaneke de cînahek bê afirandin, di wê cîhanê de þêweya rêxistina civakî û têkiliyên sosyal, desthilatdariya li ser civakê, nakokiyên sosyal – civakî, li hêleke zilm û zordarî û li hêleke têkoþîn, serhildan û berxwedan hebe û ev hemû tiþt di nav cîhana romanê de bi tîp, fîgur û karekterên taybetî bê rave kirin, bi riya edebiyatê – û romanê – þêweya sosyal civakî û siyasî ya wê cîhanê tê pêþkêþkirin û ev tiþt ji bo fêrbûn û perwerdebûna civakê re dibe haceteke. Cihaneke weha bê rengê siyasî nayê afirandin.

Li Tirkiyê romannivîserên kemalîst û yên Îslamî di romanên xwe de þêweya jiyana sosyal civakî ya kemalîstan û Îslamîstan li gor mentalîteya xwe datînin holê û propaganda jiyana civakî li gor fikr û ramanên xwe di romanên xwe de pêþkêþê civakê dikin, li ser xwendevanan tesîr dikin û civakê dixin bin bandora ramanên xwe yên kemalîst û Îslamî.

Nivîskarên ku di zanîna tercîhên xwe yên siyasî de ne, ji hêla estetîk û zanîstiya sosyal civakî û siyasî ve di afirandinên berhemên xwe de serketîne. Romannivîser neheqî û nakokiyên civakî û siyasî bi afirandina þiklê alegorî, fantazî, îronî, xeyalî, realîstî, mîzahî, sembolî û hwd û bi þêweya edebî, siyasî tînin zimên.

Ez ê di nivîseke din de behsa hinek romanên kurdî yên sosyal civakî û siyasî bikim û çend mînak pêþkêþê xwendevanên kurd bikim.

 

 

 

 

          Biçe Jora Rûpelê   

girêdanên sponsor

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 reklam

 

 

 

Copyright 2006 wejeuziman.com Hawar Kurdistan Media Group | Kunye/Rêvebirî/Xwedan | Têkîlî

Derbarê wejeuziman.com | wejeuziman.com weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e Kurdish Literature