Wêjeya Nûjen a Kurdî

                                                       

wejeuziman.com                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                     Weþana Wêje û Zimanê Kurdî

 

 

              

GOTAR Û LÊKOLÎN

WÊJEYA KLASÎK

WÊJEYA NÛJEN

HELBESTÊN KURDÎ

ÇÎROKÊN KURDÎ

ROMANA KURDÎ

BIJÊW

GOTINÊN PÊÞÎYAN

NAVÊNKURDÎ

PIRTÛKXANE

E-Pirtûk

GIRÊDAN

Wêþanxaneyên Kurdî

Weþanên Wêjeya Kurdî

Ferhengên Kurdî

Çavkanîyên Kurdî

NAVDANK

TÊKÎLÎ

 

 

                                                                                                                   

Wêjeya Kurdî Li rojavayê Kurdistanê
- Çanda Kurdên Sûriyê -

HÊLÎM YÛSIV

 


Çend agahiyên dirokî:

Bi hatina þerê cihanê yê yekemin re, û bi ketina "mirovê nexweþ" - imperatorya Osmanî re, Inglîz u Firensiyan berê xwe dan rojhilat û bi li hevhatina 1916 an,ya ku bi navê Saykis-Bîko tê naskirin, Kurdistan je pêre hate perçekirin û li her aliyekî ji aliyên welatê me rewþeke cihê û taybet hate çêkirin. Weha ji bilî baþûr û rojhilat beþek ma girêdayî dewleta Sûriyê - binxetê - û beþê dî - serxetê - bi dewleta Tirk ve girêdayî ma. Serxet (bakur) û binxet (Rojava, an Baþûrê biçûk), ev binavkirin ji wê xeta hesini ya tirênê ya ku dinavbera herdû beþan de wek sînor bi cih bûye, hatîye kirin. Di bîraninên xwe de Cegerxwin li ser hatina Firensa weha nivîsandîye : "Firansa carekê di sala 1920´an de hate Cizîrê. Li gundê Qîrogero leþkergeha xwe çêkir û dest bi zor û setemê kir."(1) Lê melayê Namî weha dibêje: "Di sala 1920´an de welat bi tevayî, ango welatê Sûriya dikete bin destê hikûmeta Firensa de. Di sala 1923´an de leþkerê Firensawî digihîþte herême Cizîrê û di gulana wê salê de, bi tank û topên xwe ve çadir û xeyfetên xwe li ber çemê Qîro vegirtin. (Qîro li ber ava çemê Cerihê Girekî biçûk e, dikeve baþûrê bajarê Tirbesipiyê)"(2). Di nav vê tevliheviyê de û piþtî avakirna komara Tirk li ser hesabê qirkirin û binpêkirina miletên dî serhîldan û þoreþan Kurden jî dest pê kirin û bi taybetî þoreþa 1925´an û têkçûna wê ko bû sedema reva ronakbîr û þoreþgên Kurdan ber bi binxetê û berdewamkirina kar û barên xwe yên þoreþgerî û rewþenbirî. Di vê tiyêde vî karî bi sazkirina Xoybûnê di sala 1927´an de encam da. Di pirtûka "Dîmenin ji dîroka winda" em van agahiyan dixwînin: "Di sala 1927´an de civata Xoybûnê hat damezrandin û di dîroka Kurdan de bû rêxistineke pirr giring... Malikên Xoybûne li bajar û gundên Kurdan hatin avakirin. Malik ji pênc endaman pêk dihat.."(Rûpel 33). Pirraniya birêvebir û endamên Xoybûnê ji bakurê Kurdistanê bûn lê cih û giraniya karê wê, ji bilî bakur, bêhtir li rojava - baþûrê biçûk - bandora xwe dihiþt. Ji nav refên wê Mîr Celadet Elî Bedir Xan li Þamê dest bi weþandina kovara HAWARê kir. Ev kovar bû hîmê bingehîn di rêya damezrandina alfabêya Kurdî ya Latînî de. Ne wilo tenê, belê bû bingeha ziman, çîrok û helbesta Kurdî - zaravê Kurmancî - ya nûjen. Celadet li gel birayê xwe kamîran bi derxistina HAWAR û RONAHÎ re ji salên 1932´an de heta 1946´an qonaxa dîrokî di warê sazkirina ziman û wêjeya Kurdî ya nûjen de dan damezrandin. Gelek navên din wek Osman Sebrî, Nûridîn Zaza, Qedrî Can, Reþîdê Kurd, Ehmedê namî, Cegerxwîn, Hesen Hiþyar û gelekên din pê re bûn û bûn xwedî roleke giring di vê pêvajoya dîrokî de weke nifþekî damezrêner yên destpêkê. Bandora karê her navekî ji van dikare bibie mijareke serbixwe lê ji encamên vî karî, ji hêla rêxistinî de, mirov dikare li ser mînakeke biçûk û berbiçav raweste (Nadiya ciwanên Kurd li Amûdê). Cegerxwîn dibêje: "Di sala 1937´an de Amûd þewitî û talan bû. Di sala 1938´an de, me li wir Nadiya Ciwankurd vekir" (Rûpel 225). Lê Mele Naiyifê Heso (Seydayê Tîrêj) vê serpêhatiyê bêhtir dide xwiyakirin: "Di havîna sala 1938´an de, li gor biryara civata Xoybûnê Nadiya Ciwankurd li bajarê Amûdê hate damezrandin. Serok û berpirsiyarê wê Mihemed Elî Þêxmûs (Þiwêþ) bû. Di vê nadiyê de dibistanek zimanê Kurdî hate vekirin û cara pêþîn bû ku xortên Kurd bi zimanê dayika xwe û di dibistanek Kurdî de dixwendin. Temenê xwendevanan 15 sal û bi jor de bû... Di nadiyê de Koma Rêçenasên Kurd (Koma Keþafên Kurd) hate çêkirin... Cara yekemîn bû ko rêÇenasên Kurd di kolan û cadeyên Amûdê de, bi cilên xwe yên wek hev.. û li ser sînga her rêçenasekî ala rengîn, ala kesk û sor û zer, çikandî bû.. û merrþ û sirûdên Kurdî digotin."3 Ji hêla din de jî rola "Hicreyên Feqehan" berbiçave, ko heta wê demê bi sedan ciwanên Kurd di xwendegehên oldariyê de perwerde dibûn. Her çiqasî xwendina dersên olî bi zimanê Erebî jî be, lê dîsa bi Kurdî dihate þîrovekirin. Þêx Efîfê Huseynî, yek ji wan "Talib"an yên feqehan, pirtûkên ko di hucreyan de dihatein xwendin dihejmêre, ji wan "Zirûf û terkîb di nehwê de" (bi Erebî: El-Zirûf welterkîb fî Elnehû), dibêje ko hatibû wergerandin bo zimanê Kurdî4. Weha 19 pirtûkan dihejmêre ko bi tevayî li ser "Nehû, rêziman" Erebî ne. Ev yek xaleke pirr balê dikþîne ko hemû pirtûkên ko gerek ji bo perwerdekirineke olî bin, bi tevayî pirtûkên perwerdekirina zimanê Erebî bûn. Bi vê yekê helwesta Mele Þêxmûs an (Cegerxwîn) weke feqehekî ko di van hucreyan de bû, tê fêhmkirin ko dijminayîyeke dijwar bi mele û þêx û hemû girêdanên çewt yên Kurdan bi Islamê re da meþandin. Bê guman di çarçew mijara me de Cegerxwîn dikare bibe rawestgeheke serbixwe.

Cegerxwîn û rola wî di pêþxistina wêjeya Kurdî de

Piþtî rawestandina HAWAR, RONAHÎ, STÊR û ROJA NÛ û belavbûna rêxistina Xoybûnê li gel guhertinên ko siyaseta cîhanê û ya dewletên dagîrker ji aliyekî de û xwenûkirina Kurdan jî ji hêla rêxistinî ve, bi giþtî ji bilî Cegerxwîn hemû rewþenbîr û nivîskarên Kurd di bin tarîbûna rewþa siyasî de bêdeng, bê berhem û bê pirtûk man û nivîsên wan, heta berî demekê kurt, mabûn malên rûpelên HAWARê û yên dîrokê. Hetanî, di warêrojnamegirya bi Kurdî de, bêdengiyê ji 1946´an de dest pê kir heta 1968´an ko Cegerxwîn bi derxistina kovara Gulîstan ev bêdengî þikand. Herweha berhemên wî mîna baranê bi ser zuhabûna erda wêjeyê de dibariyan (1. Pirîsk û pêtî, 1945, Þam; 2. Sewra Azadî, 1954, Þam; 3. Kîme ez?, 1973, Beyrût; 4. Ronak, 1980, Rojanû, Stockholm; 5. Zend-Avesta, 1981, Rojanû, Stockholm; 6. Þefeq, 1982, Rojanû, Stockholm; 7. Hêvî, 1983, Rojanû, Stockholm; 8. Aþitî, 1985, Rojanû, Stockholm). Li gel nivîsên mîna Cîm û Gulperî, 1984; Gotinên pêþiyan, 1957; Destûra zimanê Kurdî, 1961; Ferheng 1+2, 1962; Salar û Mîdya, 1973; Tarîxa Kurdistan 1+2, 1985-87; Folklora Kurdî, 1988; Jînenîgariya min, 1995.
Ji bilî rola Cegerxwîn ya siyasî û civakî ya giring, van berheman rola xwe di pêvajoiya zelalkirin û pêþxistina Kurmancî de lîstin. Çiqasî nirxên siyasî ji nirxin helbestî bilindtir bin jî, di helbesta Cegerxwîn de lê ew dimîne rawestgeheke giring ne li rojavayê Kurdistanê tenê, belê di cîhana wêjeya Kurmancî de.

Ji sala 1958´an û vir de, tevgera Kurdan ya siyasî hatiye avakirin. Lê hemû hewldanên Kurdan ber bi destxistina mafên bingehîn ve heta niha bi ser neketine. Ji salên 1958´an de û vir de eynî siyaseta kevn ya inkarkirinê tê meþandin. Ji bilî mana zêdeyî 150.000 Kurd bê nasname û ji bilî projeyê kembera Erebî bi hemû encamên xwe yên siyasî, civakî û aborî yên xerab, bi her haî erebkirina nav û deverên Kurdan berdewam e. Herweha qedexekirina ziman û çand û hebûnê bi tevayî berdewam e. Di hundurê vê rewþa dijwar de û li bin siyê, wêjeya Kurdî li ber xwe dide.


Rola kovar û rojnameyan

Heta niha tu rojnameyên rojane an heftane derneketine. Pêwîste bê gotin ko, bi giþtî, kovar û rojnameyên Kurdî girêdayî rêxistinên siyasî ne. Li gel ko li ser bergên hemû kovaran dihate nivîsandin "derbixwe", lê rastî tiþtekî dî bû, Ji bilî çend mînakên awarte mîna Aso an Gurzek gul an Zanîn û vê dawiyê Zevî. Ji kovarên ko derketine Gulîstan, Stêr, Pirs, Gelawêj, Xwinav, Rê, Roj, Bihar û Dugir li Swêdê.
Li gel rojnameyên mîna Newroz, Deng, Delav û bi erebî Hêvî û Xwendevan, van rojname û kovaran rolek mezin di belavkirna û danasîna û pêxistina wêjeya Kurdî dilîstin. Ji xwe belavokên rêxistinên yên ko bi erebî li dervî vê çarçewê ne. Li gel çend kovarên ko Kurd bi erebî diweþînin mîna Elhîwar, Ecras, Elmember, Elmuseqef Elteqedumî, Edebulqediye, Mewasim û li Swêdê Hecelname, û li Libnanê çend hejmarên Kurdname.

Pexþana Kurdî (Çîrok û roman)

Çîroka Kurdî - Kurmancî- ya nûjen bi çîrokên Hawarê dest pê dike. Bi taybetî çîrokên Nûredîn zaza û çend hevalên wî. Lê hemû çîrok weke pirtûk nehatin çapkirin (van salên dawî hinek gav hatin avêtin, mînak weþanên Nûdem û Apec li Swêdê û weþanxaneya Avesta li Stenbolê). Weha bêdengî heta salên heyþtêyî, di warê afrandinê de dirêjdike. Li vêderê hewldanên Cegerxwîn hene ko di 1956´an de Reþoyê Darê li Þamê weþand, ko ew bi xwe çîrokeke gelêrî ye. Li gel çend çîrokên helbestê mîna Cîm û Gulperî (1948, Þam) û Salar û Mîdya (1973, Bêrût). Lê ev hewldan nakevin warê afrandineke pexþaneyî de. Hêdî hêdî, bi weþandina kurteçîrokên "Hêsir û Baran" re yên Bavê Nazê ev bêdengiya dirêj hate þikenandin. Di sala 1987´an de romana xwe ya yekem "Çiyayên bi xwînê avdayî" çapkir. Piþtre "Stokholmê te çi dîtiye bêje", roman û çîrokên "Govend li ber mirinê" (1996). Piþtî wî navin din derketin. ko bi ber hemên xwe pexþana Kurdî ber bi asoyên nûde ajotin, mîna Çewaz Husên (Siwarê Êþê, 1994), Þahînê Bekirê Soreklî (Namûsa Êmo, Windabûn û berhemin din), Azad Elî (Yên perîþan - Roman), Pîr Rûstem (Çivîkên beravêtî, Pilindir, Pûtvan..) û Çewaz Evdî (Xewaro - Çîrok), Xemgînê Remo (Çîrokên Deþta Mêrdînê), Heybet bavê Helebçe, Qado Þêrîn, Ciwanê Evdal û hinekên din.
Pir zore mirov karibe hemû navan rêz bike, nemaze ko hîn ev qonax li dare. Herweha di warê nivîsandina çîrokên gelêrî û danheva wan de navên mîna Ebas Ismaîl, Konê Reþ, Ebdulbaqî Huseynî, Salihê Heydo û Tîrêj .. tên holê.

Helbesta nûjen

Dibe ko helbestên Qedrî Can di Hawarê de mînaka herî zelal û berbiçav bin di vî warî de. Lê Cegerxwîn bi þêweyê helbesta xwe gelek nav di bin baskê xwe de hiþtin û heta niha. Ji vê malbata hunerî helbestên Tîrêj, Keleþ, Salihê Heydo û gelekên din hene ko mane girêdayî kêþsaziyê di warê nivîsandina helbestê de. Lê pêla nûjenyê ya ko helbestên hemû zimana dabû ber xwe weha helbesta Kurdî jîdabû ber xwe ko di van salên dawî debi dehan, eger em nebêjin bi sedan nav derketin. Ji wan Ehmed Huseynî, Tengezarê Marînî, Fethulla Huseynî, Rizoyê Xerzî, Jan Dost, Hekîm Sefqan, Royarê Amedî, Diya Ciwan, Arþevê Oskan, Nezîr Palo, Rûxweþê Zîvar, Mihemed Hemo, Axîn Arif, Ferhadê Îcmo, Hoþeng Broka, Jana Seyda ...hwd. Gelek navên din hene ko xwedî berhemên çapkirî ne, bê guman, ev nav hemû hêjayî lêkolîn û nirxandinên rexneyî ne. Dibe ko valabûna meydana rexnekirinê bûbe yek ji sedemên tevliheviya ko îro di helbesta Kurdî de li dare.

Lêkolîn û werger

Tunebûna sazgehên çandî rê li ber pêþketina lêkolîn û wergerê girtiye. Hemû keda ko di vê riyê de tê dan encama hewldanên çend kesa ye mîna Mele Ehmedê Zevengî ko kedeke mezin bi þîrovekirina dîwana Melayê Cezîrî daye. Herweha werger û þîrovekirina Jan Dost ji Mem û Zîn re, weha jî lêkolînên hêja yên Konê eþ li ser Bedirxaniyan û bi taybetî Mîr Celadet û li ser serhildana mala Eliyê Ûnis û þoreþa Agirî. Li gel lêkolînên Deham Evdilfetah li ser zimanê Kurdî û pirsgirêkên wî, weha jî Izedîn Naso, Keça Kurd û Alan Osman di warê ziman de.
Di warê wergerê de Tewfîq Huseynî gelek berhemên Kurdî, lê bi awayekî ne bi rêk û pêk, wergirandine Erebî. Di demekê de ko em bêtir hewceyî bo Kurdî ne mîna Ferhad Çelebî ko helbestên Riyad Salih Husên yên Erebî wergirandine Kurdî. Ji bilî nivîsên wî yên cur be cur di vê riyê de, berhemên Heyder Umer yên lêkolînî - bi Erebî - li ser Feqê Teyran û Memê Zînê hene, li gel wergera wî û Elî Cafer ji pirtûka Celîlê Celîl li ser E.Rezaq Bedirxan. Di vê çarçewê de pirr pirtûk û nivîs li ser Êzdayetiyê hatine weþandin. Herweha Dilwarê Zengî rêzimana Celadet wergirandiye Erebî û çend pirtûkên Kurdî ji tîpên Erebî guhertine bi tîpên latînî ..h.d.
Weke nirxandineke giþtî ji bo karê lêkolîn û wergerê mirov dikare bigihê vê encamê ko heta niha, em bi giringiya wergera bo kurdî nizanin. Di demekê de ko rêya yekem ji bo zengînkirina pirtûkxana Kurdî ji bilî afrandinê wergerandine, weha jî lêkolîn - bi kurtî - mirov dikare bêje ko ew þaþitya dîrokî ya bav û kalan (kêmnivîsandin) hîn berdewame. Dibe ko Namî û H. Hiþyar du mînakên awarte bin.

Rexne

Ji bilî çend nivîsên Deham Evdulfetah û Xalid Mihemed û kurtegotarên kovar û rojnameyên çandî ev meydan hema hema tê xuyakirin. Weha rewþa þanonivîsînê jî bi gelekî neçêtire. Ji bilî kurteþanoyên ko di newrozan de dihatin pêþkêþkirin û çend berhemên Ehmed Ismaîl wê meydanê kêm nav dane pêþ.

Wêjeya zarokan

Kêm nivîsar hene ko berê xwe dane zarokan, yên hene jî bi derengî nivîsandin. Di vê çarçewê de Ferhadê Îçmo (Landik..), Konê Reþ (Sîpan..þagirtê Bedirxan) û þeþ pirtûkên helbestî yên Younes Behram û çîroka Bizê ya Mistefa Revîd derketine.

Bi kurtî, Kurdên erebnvîs

Ji encamên dagîrkirina welatê Kurdan pirbûna Kurdên ko bi zimanê wan dagîrkeran dinîvisînin. Ev rewþ li her çar perçên Kurdistanê diyare. Ev encameke xwezayî ye (natural). Wê ev rewþ bi berdewambûna dagîrkirinê re berdewam bike. Ji ber vê em berhemên van nivîskarên Kurd yên ko bi zimanê biyanî dinîvisînin dixwînin hundur çarçewekê taybet de. Mînaka herî xuyanî berhemên Selîm Berekat in. Ji piþtî sala 1973´an debi helbestan dest pê kir û heta niha bi helbest û romanên ko piraniya wan mijara wan pirsgirêkên civaka Kurdî berdewam dike. Di warê lêkolînê de navê Ibrahîm Mehmûd weke lêkolînerekî xwedî ked û berhemên giring xwe dide pêþ. Di warê çîrokê de, ji salên heftheftêyî û virde Nîroz Malik û ji heyþtêyî û virde E.Rehman Sîdo, Ehmed Umer, Xorþîd Ehmed, E.baqî Yûsif, M. baqî Mihemed, Pîra Yûsif û Rojîn Cima ..h.d. Herweha di helbestê de hamid Bedirxan, Cemîl Darî, Taha Xelîl, Luqman Mehmûd , Mihemed Efîf, Ibrahîm Hiso, Luqman Dêrkî, Ibrahîm Yûsif, Nesret Hebeþ, Hisên Hemzê û gelekên din hene ko heta vê gavê bi zimanê erebî berhemên xwe yên wêjeyî diweþînin.

Çalakiyên wêjeyî

Bi awayekî ne fermî, bi dizî û di zêrzemînan de, di hemû helkeftinên wêjeya Kurdî de, mîna roja rojnamegeriya Kurdî û rojên dî weke roja koçkirina Cegerxwîn, rola koma Xanî ya wêje û çanda Kurdî ko li Helebê karê xwe dike roleke berbiçave. Ji sala 1993´an de, salê carekê di 22 22 meha 10´an de Mihrecanek helbesta Kurdî li dar dikeve. Di 7´ê meha 12´an de ji sala 1997´an de roja çîroka Kurdî sazbû. Li gel belavkirna xelatên çîrok û helbesta Kurdî, weha jî karên hêzên siyasî ko carcaran hinçalakiyên wêjeyî li dar dixînin. Mînaka balkêþ karê Kombenda Kawa ya wêje û çanda Kurdî ye ko, li gor agahiyên berpirsê wê, dora 50-60 pirtûkî, pirraniya wan bi Erebî ne, belavkirne.

Têbînî

Di warê wênesazî - Resm, wênekêþî, þano, xwendina sînema, lîstikvanî û cureyên din yên hunerê - civaka Kurd xwedî derdoreke hunerî ye, lê ji ber ko ev cure ji derveyî mijara vê lêkolînê ne, em li ser wan ranewestiyan.

Nirxandinek giþtî

Bi giþtî, berdewamkirina qedexekirina li ser zimanê Kurdî li gel siyaseta "inkarkirin" û çewisandinê rê nadin pêþxistinên giring di warê wêjeya Kurdî de li rojavayê Kurdistanê, binxetê. lê guhertinên nû yên ko ketine rewþa cîhanê de, bi taybetî ji hêla tiknolojî ve, derfetên nû li ber wêjeya Kurdî vedikin. Her çiqasî ev rewþ bûbe sedema bingehîn ya koçkirna gelek nivîskar û rewþenbîran jî, lê dîsa Asoyên nû li ber pêþdegavêtinê vekirin, ko dîroka afirandinê vê rastiyê bi xwe re tîne. Pirê caran dijwarî û êþên mezin dikarin wêjeyeke bilind bi afrînin.
 

çavkanî;kovara pênûs

 

 

          Biçe Jora Rûpelê   

girêdanên sponsor

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Copyright 2006 wejeuziman.com Hawar Kurdistan Media Group | Kunye/Rêvebirî/Xwedan | Têkîlî

Derbarê wejeuziman.com | wejeuziman.com weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e Kurdish Literature