Kakilê edebîyata kurdîya
nivîskî
PROF: ZERA
ÛSIV
Zordestî
û neheqîyên ku bi sal û zemana hatine serê gelê kurd û Kurdistanê nebûne
asteng, ku ev gelê qehreman keda xwe bike nav pêþketina edebîyata Rohilatê û
herwaha temamîya Asîyayê. Gelek lêkolînerên Awropayê, xwesma Rûsîyayê û
Sovyetistana berê, xebatên giranbuha nivîsîne derheqa mîrata kurda ya çande û
edebîyatê da.
Hêja ye em navê wan rohilatzanên bi nav û deng bidne rêzê, ku bi saya berhemên
wan cîhan bi “reng û dengê“ kurda hesîya: O. Mann, M. Hartman, A. Lecoq, P.
Lerch, A. Jaba, V. Mînorsky, B. Nîkîtîn, X. Abovyan, akadêmîk N. Marr û ‹.
Orbelî, usa jî Qanatê Kurdo, M. Rudenko û yên mayîn.
Hela sala 1911-a rohilatzanekî bi dereca hemcîhanê N. Marr di xebateke xwe ya
zanyarî da derheqa kemala çanda kurda di nav dîroka Asîya Pêþ da nivîsî ye, li
ku qala malbetên kurda dike, yên ku ne tenê serleþker û sîyasetzanên bi nav û
deng, lê herwaha gelek zaneyên di dereca ulm, çande, hunermendî û ruhanîyê da
jî dane, ku mixabin di dîroka Rohilatê da wan wek nonerê gelên mayîn
hesibandine. Kûrfikirîna wê xebata N. Marr di van xeta da ne:
“Di dîroka Asîya Pêþ da kurd berê jî, niha jî faktoreke serbixwe ne û bý hêza
xwe ya mexlûqetîyê-çande va ber tu miletekî der-dorê xwe danaxwin“.
Hema li wan dema bû, gava edebîyata Roavayê da ew bîr-bawerîya þaþ carna bi
hewar-gazî “serê xwe bilind dikir“, ku kurd miletekî bê çande û edebîyat e.
***
Sernivîsara vê gotara min aqareke (berfirehî) mezin hildigre nav xwe, lê ez ê
tenê li ser dîroka edebîyata kurdî ya nývîskî dý sedsalên navîn û pevgirêdanên
wê bi edebîyata gelên Piþkavkazê yên wê demê rawestim.
Derheqa edebîyata kurdî ya kevnare da, ku heta niha jî bi destnivîs hene, li
çend welatên cîhanê berevokên cihê-cihê çap bûne. Yek ji wan berevoka ya M.
Rudenkoyê ye, ya ku tê da destnivîsarên giranbuha hene û ew li Pirtûkxana
Rûsîyayê ya miletîyê, di para Sankt-Petersburgê ya Enstîtuya Rohilatzanîyêye
Rûsîyayê da têne parastin. Berevokeke mayîn ya destnivîsarên kurdî ya zimanzan
Kemal Fûad e, ku sala 1970-î li Wîsbadenê (Almanya) hatîye çapkirinê. Derheqa
çend destnivîsarên kurdî da usa jî zanyar Ç. Riyê li “Kataloga destxetên
Farisistanê“ ya sala 1881-ê da çapbûyî da qal dike. Lê wek ku çavkanîyên kurdî
û yên mayîn dibêjin, para mezin ya mîrata kurdaye destnivîsar di koleksîyonên
þexsan da nin, ku zanyarî hela gerekê lê vegere û cîhanê zendegirtî bihêle.
Edebîyata kurda ya pir sedsala, ku rêke sext û taybetî ra derbaz bûye, bi
zaravên kurdî yên cihê-cihê va hatîye sazkirinê. Perçebûna Kurdistanê bûye
asteng li ser riya zimanê kurdîyî lîtêratûrî yê yekgirtî. Lê bi vê ra tevayî
çend zaravên kurdî di perçên Kurdistanê yên cihê-cihê da û demên cuda-cuda da
statuya zimanê lîtêratûrî wergirtine û ji wan zarava yên bingehîn zaravên
kurmancî, goranî û soranî bûn. Û bi van zarava edebîyata dewlemend û pircûre
heye.
Wek ku serkanî didine xuyakirin, edebîyata kurdî xwesma di dewrana sedsalên
navîn (sedsalên XIV-XVII) gulveda, gava li ser axa Kurdistanê mîrîtîyên kurda,
hema bêje yên serbixwe hatibûne damezirandinê, yên ku roleke mezin lîstin di
nav karê pêþketina çanda kurdî bi tevayî. Navbendên edebî yên sereke li
Kurdistana sedsalên navîn mîrîtîyên Hekarîyê, Cizîrê, Bitlîsê, Erdelanê û
Baban bûn. Bi bawerîya zanyara ji wana edebîyata here kevnare ya bi zaravê
kurmancî ye.
Edebîyata kurmancî ya sedsalên navîn, ku himberî zaravên mayîn hindik e, an jî
kêm gihîþtîye rojên me, piranî berhemên þayîrtîyê yên ruhanîyê-fîlosofîyê,
sofîtîyê û nazdarîyê (lîrîkîyê) ne. Ji bo nimûnê: “Þêx Senan“-a Feqîyê Teyra
(sedsala XIV), “Zembîlfiroþ“- sedsala XV (sertaca poêzîa bajarî, ku nivîskarê
wê ne dîyar e), “Dîwan“-a Melayê Cizîrî (sedsala XVI), “Yûsif û Zelîxa“-a
Selîm Silêman (sedsala XVI) û destana Ahmedê Xanî ya romantîkîyê “Mem û Zîn“
(sedsala XVII). Di sedsala XVII da poêmeke þervanîyê jî li ser axa Kurdistana
‹ranê xuliqî ye, ku derheqa serhildana kurda ya di dema serokatîkirina Þah
Abbas da ne. Xudanê destanê ne dîyar e.
Bi zaravê kurmancî edebîyata ruhanîyê (olî-dîndarîyê) jî pêþ ketîye. ‹zbatîya
wê yekê ew herdu pirtûkên pîroz yên kurdên êzîdî ne - “Meshefa Reþ“ û “Cilwa“,
ku bi bawerîya zanyara li sedsalên XII-XIII da hatine nivîsar, û ew hetanî
niha jî hene.
Bi pêþketina edebîyata bi zaravê kurdîya bakûr (kurmancî) ra tevayî edebîyata
bi zaravê kurdîya baþûr - goranî jî pêþ ket, ku rola wê wek zimanê lîteratûrî
li piranîya Kurdistana Rohilatê gelek bû. Edebîyata bi zaravê goranî xwesma di
sedsalên XII hetanî XIX gelekî gulveda û dewlemend bû, gava mîrîtîya kurda ya
Erdelanê hevt sedsala ser hev xweyî-xudanê axa kal û bava bû. Zanyar di nav
helbestvanên herî bi nav û deng, ku bi goranî nivîsîne, pirtir navê van kesan
bîr tînin: Mela Perîþanî Kurdî (sedsala XIV), Bêsaranî (sedsala XVII), Xanayî
Qubadî (sedsalên XVII-XVIII), Komasî (sedsala XVIII), Welî Dêwane û Mewlewî
(sedsala XIX).
Derheqa biþkivîn û gulvedana þiêra nazdarîyê da li mûzeya Brîtanîyayê
antolojîyak heye, ku tê da 27 destnivîsarên afrandinên bi zaravê goranî hene.
Ji van þairan helbestên 7 kesan di sala 1921-ê ji alîyê Rohilatzanê ‹ngilîz
Soan da li gotara “Antolojîya kurt ya poêzîa bi zaravê goranî“ hatine
çapkirinê.
Bi goranî, wek ku bi kurmancî, poêzîa êpîkîyê ya dewlemend jî hatîye
sazkirinê, ku bingeha wê ji çavkanîyên zargotina kurda ya pirawazî tê.
Destanên romantîkîyê jî hatine parastin, wek “Þîrîn û Xusrew“-a Xanayî Qubadî,
“Leyl û Mecnûn“-a Mela `Ulluw, “Xurþîd û Hewar“, ku xudanê wê ne bêlî ye, û
yên mayîn. Xwesma edebîyata ruhanîyê gelekî pêþ ketîye, ku piranî derheqa ulmê
“Ehlî-heq“ da ne û piranîya wan kurd bûn.
Bi dû hilanîna hukumê Erdelanê ra, îdî ji nîveka duda ya sedsala XIX edebîyata
bi zaravê kurdîya xwerû - soranî pêþ ket, gava navbenda jîyana kurda ya sîyasî
û çandî ji Mîrîtîya Erdelanê warguhêzî Mîrîtîya Baban bû û paytextê wê jî
Suleymanî bû. Edebîyata bi zaravê soranî ya klasîk di sedsalên XVIII-XIX da
çar helbestvanên mezin dane: Nalî, Salîm, Kurdî û Hacî Qadirî Koyî. Bi zaravên
kurdî yên mayîn jî edebîyata dewlemend heye, wek, bi zaravên hewremanî û
mukrî, ku hela rind ne hatine lênihêrandinê. Lê edebîyata bi zaravê kurdî yê
zazakî (dimilî) bawerbikî (hema bêje) qet ne hatîye vekolandin.
Gerekê bi xusûsî bê destnîþankirinê, ku edebîyata kurdî ya wan dema “kanîya
xwe ji dewlemendtîya zargotina gel hildiçinî“ û ew pareke kultura sedsalên
navîn ya Rohilata Pêþ bû. Ev yek nîþan dide, ku ji bo edebîyata kurdên
Piþkavkazê îdî bingeheke xurt hebû bona pêþketinê. Lê ew edebîyat di warekî
êtno-kulturî yê xerîb da, di rêke dijwar ra derbaz bû (ji çêkirina herfên teze
bigre hetanî sazkirina naveroka bi îdeolojîyeke nuh), bû pareke edebîyata
Sovyetistanê. Di nava edebîyata kurdên Sovyetistana berê da kurdên Ermenîstanê
rola sereke dilîstin, ku di nav wan da helbestvan û nivîskarên bi nav û deng
derketin û navê wan ji kurdên derva ra eyan e. (Erebê Þemo, Wezîrê Nadirî,
Sehîdê ‹bo, Hecîyê Cindî, Casimê Celîl, Þikoyê Hesen û yên mayîn). Edebîyata
kurdên Gurcistanê û Azirbêcanê sisttir pêþda çû.
Edebîyata kurdên Piþkavkazê, ku di nav govek û qalibê edebîyata Sovyetî da
pêþda diçû, dîsa jî pevgirêdana kûr bi edebîyata miletîyê ra parast. Ji bo
nimûnê, li wira gelek berhemên edebîyata kurdî ya sedsalên navîn hatine
çapkirinê û bi zimanên mayîn jî hatine wergerandinê, gelek nimûnên folklora
kurda hatine weþandinê. Lê niha edebîyata kurdên Sovyetistana berê rûyê
paþmayînên Perestroyka da ketîye tengasîyê û hema bêje “serê xwe danîye
ax-berên sar“.
Gava em derheqa tevgirêdan û hevhûnandina edebîyata kurdî ya sedsalên navîn bi
edebîyata gelên Piþkavkazê da dipeyivin, gerekê bidne ber çava, ku edebîyata
kurdî bi tevayî hela hê rind ne hatîye lênihêrandinê û hela cîyê wê di nav
cêrga edebîyatên gelên Rohilatê da gerekê bê kivþkirinê. Lê dîsa jî em dikarin
bêjin, ku di nav edebîyata kurdî ya sedsalên navîn û ya gelên Piþkavkazê da
pevgirêdaneke ne dîyar heye, ji ber ku naveroka afrandinên wan ji “kanîyekê av
vexwerine“ û bi reh û koka xwe va diçin-digihîjine heta sedsalên navîn.
Ji bo nimûnê, naveroka poêma kurdî “Leyl û Mecnûn“, ya ku ne tenê li
Piþkavkazê, lê herwaha li seranserê Asîya Pêþ belabûyî ye, piranîyê li ser
bingeha destana þayîrê azerî yê bi nav û deng Nîzamî Gencewî hatîye sazkirin.
Lê di þaxê wê poêmê yê kurdî da, bilî mînanîhevbûnê, çend dîdem û detayên ji
ya Nîzamî cihê hene. Bi bawerîya M. Rudenkoyê, ew yek ji wê tê, ku bal kurda
varyantên vê destanê yên folklorî hîn kevintir in. (M. Rudenkoyê ra li hev
hatîye 10 varyantên wê berevke û lê bikole). Û ew varyant, xuya ye, bona Herîs
Bîtlîsî bûne serkanî.
Em bidne kivþê, ku ew poêm xwesma li bal kurdên Piþkavkazê, Tirkîyê û herwaha
Xorasanê û Kêrmanþahê (paytextê Kurdistana ‹ranê yê berê) belavbûyî ye.
Naveroka berhemeke mayîn ya edebîyata kurdî ya sedsalên navîn - destana Selîm
Silêman “Yûsuf û Zelîxa“ (sedsala XVI), ku li Rohilata Nêzîk gelekî navdar e,
ber dilê hemû kurda jî ezîz e, nav wan da kurdên Piþkavkazê. Gelek vêrsîyayên
vê destana navdar hene û naveroka wê ser bingeha încîlîyê-quranê hatîye
sazkirin. Di nav wan da yên berbiçav yên Fîrdowsî û Camî ne. Lê di þaxa kurdî
da nîgarên van herdu poêmên farisî jî hene. Lê bi vê yekê ra tevayî, wek ku
Rudenkoyê daye kivþê, þaxên kurdî bi naverok û kompozîsyona xwe va diha nêzîkî
þaxên tirkî ne (Alî û Þayed Hemze).
Poêma “Þêx Sanan“ jî ya þayîrê kurda yê bi nav û deng di sedsalên navîn da -
Feqîyê Teyra, ji alîyê pevgirêdanên edebîyata kurdî bi edebîyatên gelên
Rohilatê ra, berhemeke hewaskar e. Bi bawerîya edebîyatzana, ew berhema
derheqa þêxê kal û keçika xaçparêz da di dewrana sofîzmê da ji nav wargê
miletên îranî derketîye.
Çend vêrsîyayên vê destanê hene. Ya herî kevin ya þayîrê faris Ferîd-ed-dîn
Etar e (sedsala XII), pey ra jî yên Elîþêr Nevoyî (sedsala XV), Vaxtang
Gîlyanî (sedsala XIX) û Huseyn Cewîd e (sedsala XIX-XX). Bi gotina M.
Rudenkoyê, ku destana Feqîyê Teyra bi rûsî çap kirîye, di vêrsîyayên farisî da
evîna mîstîk û sofî serdest in, lê ya Feqîyê Teyra da evîna rastî bi hêz e.
Di nav edebîyata kurdî ya klasîk da cîyê destana Ahmedê Xanî “serê jorîn e“ û
ew tê hesibandinê wek sertaca helbesta kurdî. Akademîk ‹. Orbêlî navê Ahmedê
Xanî danîye rex navê Fîrdowsî û Þota Rûstavêlî û herwaha nivîsîye:
“Ne hemû miletên Rohilatê, belkî kêm ji wana dikarin bi mîrateke wek “Mem û
Zîn“-a Ahmedê Xanî ya bi kultura bilind va serbilind bin. Berhema Ehmedê Xanî
ber romana fransî (sedsala XIII) “Trîstîan û ‹zolda“-yê danaxwe“.
Himberîhevkirina van berhema, ku bi hinek alîyan da bi naverokê diþibine hev,
me tîne ser wê bawerîyê, ku edebîyatên Roavayê û Rohilatê ser hev da
“kalyane“.
Eva îdî temake mayîn e, ku ji çarçova nivîsa me der e.
Ez bi navê Ahmedê Xanî yê pîroz, ku gulvedana edebîyata kurdî ya sedsalên
navîn bi navê wî ra girêdayî ye, vê gotara xwe bi dawî tînim.
Biçe Jora Rûpelê