Edebiyata kurdî ya Nûdem
Yek:
Merheleya Rabertiyê
Dîroka Edebiyata kurdî ya nûxwaz , ta niha li cem Nivîskar, Rexenevan û
pispurên Edebiyata kurdî ciyê danstendin û Ramanên ciheye.Dîsan merhele û
Qunaxên pêvajoya Nûxwaziyê , li gor hin Rexnevan yan Rexnegiran tên guherîn,
dîsan destnîshankirina hind Helbestvan û Nivîskaran jî ciyê Giftugoyane.
Di vê nivîsê da ez dixwazim Ronahiyekê bixme ser hind Bîr û Ramanên rexnegirên
Edebiyata kurdî li gor guherînên bercbihav di dîroka Edebiyata kurdî da.
Mamosta Dr.Pro.Izedîn Mustefa Resul bi shêweke gishtî Edebiyata kurdî dike
du(2) besh:
1- Edebiya kurdî ya Kilasîk (ev merheleye ji xweyabuna yekemîn têkista
Edebiyata kurdî ko Helbestên Baba-Tahirê Hemedanî beriya 1000 salan bune, û
helbestên pishtî Baba Tahirê Hemedanî, heya destpêka sedsala bîstan).
2- Edebiyata kurdî ya Nudem yan Nûxwaz ji salên bîstan (?erê Cîhanî yê
yekem)destpêdike heya Roja îro.
Rabertî û Pêshengiya neslê yekê ji Edebiyata kurdî ya Nudem bi kesên
Helbestvan û Nivîskarên weke: Shêx Nurî Shêx Salih (1896-1958), Mamosta
Pîremêrd(1867-1950), Abdula Goran(1904-1962), Qedrî-can (1916-1972) , û
Mamosta Cegerxwîn (1903 - 1984) ve dihê girêdan.
Helbet hind buçun û Ramanên din jî hene, derheqî wê yekê ka kîjan ji van
Nivîskaran yekem car hewldana guherînan di shêwe û Naveroka Edebiyata kurdî da
kiriye, herwisan hind Nivîskar û herêm jî, ji layê hind Rexnegiran ve hatine
Mandilakirin, ev jî pêwîste lêkolînên cidî li ser bêne kirin.
Bi gishtî ger em li dîroka Edebiyata Nudem ya gelên Rojhilata-navîn binêrîn,
dibînîn ko Nivêskarên Gelê kurd jî, ji bu peydakirina guherînan di Edebiya
kurdî da li pash nemane tevî Gelên herêmê yan ji beriya hineka ji van gelan
karwanê Nudemî û Nûxwaziya Edebiyata kurdî daye rê.
Lê ez dixwazim li vir tishtekî zelal bikim, ew ji eve ko piraniya Rexnegir û
bisporên heya niha li ser hereketa Edebiyata kurdî ya Nudem nivîsî, ji
Nivîskarên Bashorê Kurdistanê û bi taybet ji Zaravê-kurdî kirmanciya jêrî anko
ji zaravê (Soranî) ne, ji buna vê yekê dibînîn ko Nivêskarên kurd yên ko çi ji
Bakor hatine Shamê û Rojavayê kurdistanê, çi kesên xweciyê wê herêmê , her ji
salên sihan (1930...) bi shêweke xurt hereketa Edebiyata kurdî ya Nudem bi rê
xistîye û berdewamî pêdaye, ev yek jî di edebiyata Mîr-Celadet Bedirxan,
Qedrî-can , Cegerxwîn , Dr. Kamîran Bedirxan û Dr.Nuridîn Zaza da bash tê
dîtin.
Þêx Nurî Shêx Salih û Rexneya kurdî ya xomalî.
Þêx Nurî Þêx Salih, li sal 1806 an li Bajarê Sulêmaniyê li Bashorê kurdistanê
hatiye dinê, li sala 1926-1927 an bi navê (M.Nurî) zincîreke gotarên Rexna
Edebî di Rojnama (Jiyan) da di 25 hijmarên li dûf hev weshandîne, di van
gotaran de, Shêx Nurî Shêx Salih hewldaye ko ji nûve Rexneke kurdî bi Afrint,
di her gotarekê de wî behsa taybetmendiyeke Xomalî kirina Rexna Wêjeya kurdî
kiriye, bi hostayî, bi zanebun Mijarên curbecur behskirîne, di Lêkolînek cidî
de dihê eshkerekirin ko Shêx Nurî Shêx Salih, yekem raberê Wêjeya kurdî ya
Nudem buye, pir rexnegirên Wêjeya kurdî Mamosta Guran bi serkêsh û Raber
dizanin, lê Momosta Guran bixwe weha di bêje( Nivîskar û Helbestvanê kurd yên
wî çaxî bi taybet Shêx Nurî Shêx Salih , Reshî Necîb û Ez, bandura Wêjeya
tirkî li ser me hebu, xwandingehên nû yên wejeya Tirkî peyda bibun bi taybet
komela (Udebay Fecrê Atî, ko kesên weke Tewfîq Fîkret û Celal Sahir...htd
serkêshî rabertiya vê Xandingehê dikirin, lê dîsan Mamosta Shêx Nurî Shêx
Salih ji me tevan xorttir û pir berhemtir bu , wî helbestên xwe zû di
weshandin lê min nediweshandin) . Pro.Dr.Kamil Besîr dîsan li wê bawerê ye ko
Shêx Nurî Shêx Salih, Raberê yekemedi Wêjeya kurdî ya Nûdem de, Rexnevan Kamil
Besîr pishtî Lêkolîneke kûr û Zanstî li ser Berhem û jiyana Shêx Nurî Shêx
Salih, li dawiyê digihîje van Encaman:
1- Shêx Nurî Shêx Salih, ko wek Raberê bizava Nû ya Wêjeya kurdî dihê naskirin
, bingehê berhemên ji hîç Wêjeyeke biyanî wernegirtine , belku Edebiyata kurdî
ya kevin bingeh gitiye, li pêshiyê hur û kûr ev Edebiyate shrovekiriye û bi
nêrîneke zanstî lê nêraye û egerû encamên Nûxwaziya helbesta kurdî çak
lêkoliye û pashî tevgera nûxwaziyê avakiriye, Lasayiya Edebiyata biyanî bi
taybet ya Tirkî nekiriye, wî bi xwe bîrû Ramanên tevgereke nû ya Wêjeya kurdî
biryar daye.
2- Bu cara yekane di dîroka Rewshenbîrî û Wêjeya kurdî da, ev Nivîskarê kurd
rêbaz û lêkolîneke Zanstî ji bu Rexnevaniya kurdî di warê Teorrî û pratîkî da
di afrînit.
3- Di Encamên lêkolîna zanstî ya vî nivîskarê kurd derdikev holê ku wî xwe ji
Kultur û Edebiyata mirovatiyê dûr nekiriye, lê wî fikir û Ramanên xwe ji
tecrubeya hîç miletekî wernegirtiye , xwe ji teqlîd û çavlêkirinê dûr girtiye,
biryrên Nûxwazî afrandinên xwe ji mejiyê xwe biryar dane û samanê Netewa xwe
kiriye bingeh .
Xebatên Bingehîn derheqî Edebiyata kurdî, di sedsala Bîstan de.
Ta niha pir pertuk li ser Edebiyata kurdî ya Nûdem, bi taybetî û li ser
Edebiyata kurdî bi hemu shax û liqên xwe ve bi gishtî hatine Weshandi , para
shêrî ya van Pertukan, fber kurdên kurdistana Iraqê(BASHOR) dikevin, ew jî ji
ber çend sedeman, Refîq Hilmî, Kakey Felah, Izedîn Mustefa Resul....
GORN(1903-1962).
Xebatên bingehîn derheqî vî Nûxwazê Helbest û Wêjeya kurdî Ebdulah GURAN, ji
alê Refîq Hilmî hatîne Encamdan pashî, Dr . Izedîn Mustefa Resul , Husên Alî
Shanof, Kakey Felah(Helbesta kurdî ya nû) û komeleke Gotar û lêkolîn li ser
Mamosta GURAN hatine kirin .
Mamosta GURAN (Ebdulah kurê Sulêman kurê Ebdulah) ye, ji malbateke xandî û
zana bu, babê wî û bablkalê wî, bi nivîskarên Farisî bi navû bang bun ji ber
ku wan bi Edebiyata Farisî bash dizanî sharezayî peyda kir bu, Guran di
bîruramanên xwe de jî yê nûxwaz bu, ji bil ku wî pareke herî mezin hebuye di
pêshxistina wêjeya kurdî de, ew bixwe ji eshôreta (CAF) tê, vê eshîretê û hoz
û malbatên Guran ku dihatine herêma Cafan, dujminiyek dûr û dîrokî hebuye û
pir kes ji hevdû kosht bun, GURAN, pashnavê xwe ji vê eshîretê wergirtiye ya
ku wan û eshereta CAFya helbestvanê me, sherekî dûr û drêj digel hev kirî, wî
ev sinorên dijayetî û eshîrtiyê jî li pisht xwe hishtin, ev jî nûyatiyek bu di
warê civakî da .
GURAN her ji zarokî jiyanee pir sext û nexwesh burandiye ji brer ku li sala
1919 an babê wî Sulêman bi destên dagîrkerên Ingilîz hate kishtin dîsan birayê
wî yê mezin Muhemed li sala1921 hate koshtin, wî çaxî wî di xwend , lê ew
teslîmî jiyanê nebu û î nedixwest erzan bijît hertim li berxwe da û xwendina
xwe didumand, ji bu jiyanê pir karkirin , maweke dirêj li sulêmniyê û
dewruberan Mamostayî kiriye(1925-1937).
Li sala 1942 - 1945 )an serokê radioya kurdî bu li bajarê YAFAli Felstînê, wî
çaxî Ingilîzan, ev radioye vekir bu û besha kurdî jî weshanên xwe didumandin,
Mamosta Guran ji layê partiya HIWA hatbu hilbijartin ji bu serokatiya besha
kurdî, Inglîzan jî wî çaxî berjewendiyan weha dixwest ku hwer miletekî li
hember Fashiyetê hishiyar biket.Mamosta GURAN li vê radioyê hwtim, Helbestên
xwe yên Netewî û srodên Nîshtimanî dixwendin daku gelê kurd hishiya bibit û li
doza xwe û Netewa xwe xwedî derkevin, her jibuna vê yekê jî Ingilîzan ew ji
radioyê derkir .Guran di salên 1950 yan da pir caran ji ber helwêsta xwe ya
netewî kefte di zîndan da, wî çawan di xwest giyanê xwe ji zîndanê rizgar bike
û serbest bibe wisan jî dixwest Helbesta kurdî ji qalibê kevin rizgar bibit û
serbest û azad bibit, ji buna vê yekê dest bi afrandina hebesta kurdî ya
serbest û azad kir û kêsh û qafiyên nû anîne di nav wêjeya kurdî de.Nûxwazî di
wêjeyê da li cem Guran, nûxwaziye di Naverok û shêweyê helbestê da, jiyana wî
ya wêjeyî di sê merheleyan da derbaz buye;
1- Merheleya Kilasîk.
2-Merheleya Romantîk.
3-Merheleya Riyalîzim.
Wî pir berhemên Wêjeyî nivîsîne, hem di ziman hem jî di shêweya wêjeya xwe da
kesekî, xwedî afrandin huner û dahênan bu.
Qedrîcan (1916 - 1972).
Pîremêrd (1876 - 1950) .
Cegerxwûn (1903 - 1984) .
Duyem:
Merheleya Nûxwaziyê.
Di navbera herdu merheleyên giring yên Nudemiya Wêjeya kurdîmerheley
vegohastinê heye ku pir helbestvn û Nivîskarên kur berhemên rengîn û Nûxwaz
afrandîne , beshdariyeke pir giring û pîroz di pêvajoya pêshda birina wêjeya
kurdî kirine, lê jiber ku ew dikevin nav bera herdu merheleyên giring yên
wêjeya kurdî ew ewqas nehatine pêshçavkirin , pêwîste ew bi merheleya
întîqalî(vegohêz) bêt bi navkirin, kesên weke Kamîran mukrî, Dr.Kamîrn
Bedrxan, M.Celadet Alî Bedirxan, Hêmin û Hejar Mukriyanî...htd.Bi berhemên xwe
yên nûxwaz û mishtî afrandin û hunerî, rupelên dîroka wêjeya kurdî ya Nûxwaz
rengîn kirine.
Helbet pishtî beyana (Riwange) di destpêka salên 1970 yan da, ya ku bi yekemîn
beyannama Nûxwaziyê di wêjeya kurdî da dihê naskirin, li pal wan çendîn
bizavên din jî , li vir û li wir hebune ji bu pêshda birin û anîna bîrûramanên
Nûdem di wêjeya kurdî bi gishtî û helbestê bi taybetî, ji van hewldanan,
Nivîskarên xort yên kerkuk û Kifrî weke Helbestvan Letîf Helmet û Ferhad
Shakelî, dîsan kesên weke Ehmed Shakelî û Letîf Hamid, ku pir Rexnevan kurd û
Ereb Behemên wêjeyî yên vê komela Nivîskarên Kifrî bi pêngaveke nûdem û Nûxwaz
dadinin di wêjeya kurdî da, wan jî bi shêweke berbiçav hewldanên Nûxwaziya
helbesta kurdî kirine di destpêka salên 1970 yan da .Riwange û bizava Riwangê
li sala 1970 hatbu sazkirin û beyannama wan ji bu daxwaza Edebiyateke Nûdem,
her di vê salê da hatbu weshandinli meha Tîrmehê sala 1971 an Kongira gishtî
ya Riwangê li bajarê Hewlêr hatbu bestin, lê nehisht bu, helbestvanên weke
Letî Helmet û Ferhad Shakelî beshdar bibin , wanjî beyannama xwe ya ji bu
daxwaza wêjeyeke nû bi ser beshdarên kongirê da belavkirin, lê endamên Riwange
rê neda wan ku ew li kovar û Rojnamên wî çaxî dibin bandora wan da bi weshînin
beyanname li jêr navê(Shêteka: sernc, helwêst, Proje) hatbu nivîsîn.
Helbest û Edebiyata kurdî ya Nûdem li Rojhilat:
Herçende Lêkolîn û nivîs li ser vê mijaraê anko mijara Edebiyata nûdem û
pêshengiya wê li Kurdistana rojhilat pir hindikin, bi zelalî rewsha wêjeya
kurdî li vê perçê lêkolînên bash deheqî wê nehatine kirin, lê li gor nivîsên
hind xemxor û rexnevanên helbestû edebiyata kurdî li vir û li wir, yan jî di
hind rojname û kovaran da dihên weshandin.
Beriya ku em li ser rêbaz û shopa nûî ya wêjeya kurdî li rojhilat bikîn û
bidîn naskirin, pêwîste, çendekê li ser shopa pêshiya vê qunaxê rawistîn,
nesil û neviyên beriya vê merhelê bidîn naskirin.
Nivîskar û helbestvanên merheleya yekê di helbesta rojhilat de bi xandingeha
(Mukriyan )di hate naskirin, her çende destpêka vê merhelê anko ya merheleya
xandingeha (Mukriyan ) neya zelale, lê em dikarîn bêjîn rihurîshalên vê
merhelê digihin berya damezrandina komara kurdistan li Mehabadê û belkî beriya
sazkirina komela (J.K) li 16.9.1942 an, em dikarîn bêjîn bejîn destpêka wê li
ser demê lawiniya helbestvan Mîrza Hesen Seyf el- Qudat yê ku dinavbera salên
(1877-1944 an de jiyay.1
Bi taybet li sala 1942 an komeleke helbestan ji layê jê kaf(J.k.)2 li ser navê
(Diyarî Lawan) hat weshandin , ev bu bungehê yekê yê merheleya helbesta nûxwaz
û hishyariya netewî li Rojhilat, herweha bingehê yekê yê xandingeha
(Mukriyan).
Neslê yekê ji damezrênerên xandingeha Mukriyan pêkhatî bun ji van kesan (Mîrza
Hesen Seyf el-Qudat, Ebdulrehman Sherefkendî (Mamosta Hejar) , Seyd Muhemed
Emîn Shêxûl Islam(Mamosta Hêmin), Seyd Kamilê Imamî (Awat), Xale Emînê
Berzincî(Xale), Sey Tahirê Hashimî (Suha), Ebas Heqîqî(Mamosta Heqîqî), Etrî û
Xalidê Hosamî (Hêdî).
Li ba van Kesan ku piraniya wan Helbestvanin û Raberên Edebiyata Xandingeha
(Mukriyan ) bun, di
wêjeya wan de ev salox û nîshanên jêrîn hebun:
1- bilindkirina drûshmên serbexoyiya kurdistan, daxwaza mafên gelê kurd.
2- Dijayetiya shêx û Melayên ku Ol kirine egerên pashda birina gelê kurd û bi
karanîna gelê kurd yê nezan bi navê Islametiyek nerast, xapandina gel bi
nivisht û bazbendan, van Ronakbîran bi berhemên xwe yên wêjeyî sherê van shêx
û melan dikirin, di berhemên xwe de hêrish dibirin ser vê tex û tûja shêx û
melan.
3- Dijayetiya Axa û Began ...dijayetiya sistema Fewdalî û sermayedariyê.
4- Hishiyarkirina gel û Mirovê kurdî ji bu xebata Netewî, Azadiya xak û Welat.
5- Paldan û pêshdabirina gel ji bu hînbun , Zanst û Zanyariyê.
6- Daxwaza mafên jinê , bilindkirina dirûshmên gesh ji bu Azad û
serferazkirina jina kurd.
Bi van xalên gesh Helbestvanên Rojhilat karîn xizmeteke bê hempa, ji bu miletê
xwe bikin, gelê kurd ji hêla Civakî , Netewî û Zanstî gelê kurd bu pêsh biben,
piraniya van kesan pishtî bi dawî hatina sherê cîhanî yê duyan berdewamî bi
berhemên xwe yê wêjeyî da û karîn ji aalê hishiyariya Netewî û xizmeta zimanî
pêngavên çak bihavêjin, herçende sansora hikumeta Shahî û zordestî li hember
mirov û peyva kurdî hertim di berdewam bun, lê dîsan jî van kesan peyv û
wêjeya kurdî kirbun çirakên gesh ji bu ronîkirina riya azadiyê, lê tishtê
balkêsh ew buye ku bandura helbesta vî neslî piranî li ser herêma Mukriyan.
Lê tishtê balkêsh ew buye ku bandora helbesta van kesan, piranî li ser herêma
Mukriyan bu, helbestvan û Nivîskar jî xelkê devera Mukriyan bun, tishtekî din
yê herî giring sinorên serdesan, ne dihisht bi asanî weshanên wî çaxî bigihin
her herêmeke kurdistanê, û sinorên Ross û Ingilîzan di keftin jêriya herêma
Mukriyan.
Dîsan hatin û çun weshan û weshanxane pir hindik bun, jibuna vê yekê jî
helbest û wêjeya van kesan wî çaxî bash di nêv gel da nedihatin weshandin.ew
têkistên wêjeyî yên ku dihstin weshandin jî, bi saya sazbuna (J.K) û pishtre
(partiya dîmokrata kurdistan - î ran ) di hatin weshandin û di nav gel da
belav dibun, bi taybet helbestên van nîvîskaran bune armanca dengvedana siyasî
û Civakî ya ya van herdu Organên siyasî yên kurdan.
Lê ez dikarim bêjim ku mamosta Hêmin û Hejar Mukiraynî karîn rolekî bash li
kurdistana bashor jî bibînin, pishtî destpêkirina shorisha Ilonê li Bashorê
kurdistanê bi serokatiya Mela Mustefa Barzanî li sala 1961 an Hejar Mukriyanî
rastewxo kefte di nav shorishê da, pirinya helbestên xwe yên xort di vê
merhelê da afrandin, herweha Mamosta (Hêmin) di destpêka salên heftiyan da
têkiliyeke xort di gel bashor da peyda kir, bi cusheke mezin helbestên wî ji
layê gel ve hatin pêshwazî kirin, bi taybet pishtî ku herdu komelên helbestên
wî (Tarîk û Ron) pishtre (Naley cudayî) hatîn weshandin û keftîn berdestên
xwendevanan, pitir rola (Hêmin ) û bandora wî li ser pêshda birna helbestê li
vê perçê xweya û zelal bu.
Tishtê giring ewe ku Helbesta Nûdem ya Rojhilat hindekî pash da ketiye li gor
helbesta li Bashor û wêje û helbesta (Hawar ) ê, ji ber ku Rabertiya Bashor û
Hawarê li destpêka salên 1940 an destpêkiriye, em dikarin bêjîn beriya
Nûdemiya Helbestê li cem Ereban.lê ya Rojhilat li destpêka salên 1960 an
destpêdike.yekemîn Formê Nûxwaz helbesteke mamosta (Hêmin ) e ya ku di hijmara
(186)ya Rojnama kurdistan çapa Tehran da , li 21 î Dîsembera sala 1962 an
hatiye weshandin, ev jî perçeke ji wê helbestê
Golî gesh be bay shemalî Behar
Eshnêtewe
Qaspey kewî kej, beramber nizar
Berz ebêtewe
Min ke dîm lerey shepolî shiney
....* Kurdistan
têkelaw ebê le gel cirîwey
estêrey beyan,
ew kate hîwau amancî durim
herdu pêkewe
ebin be pirshing, golaley sorim
egeshêtewe
dîsan di heman Rojnamê da hind helbestên din yê helbestvanê vê merhelê weke
Shêx Reùfê Ziyayî bi shêwe û naverokeke nû berçav dikevin.
Ev wek Raberên Helbesta nûdem li Rojhilat, li pal van Helbestvan û Nivîskaran,
çendîn helbestvanên din di serhildana helbesta nû da serê xwe radikin, bi
berdewamî karwanê helbesta resen didin rê...
Serhildana Helbesta Nû li Rojhilat
Weke li destpêkê hat xweya kirin ku Nûxwazî nûdemî di naveroka wêjeya kurdî da
li Rojhilat, taybetmendiyeke Xandingeha Mukriyan bu, em dikarin bêjîn ku
nûxwaziya di Naverok û Formê Helbesta kurdî da peyda buy nek çavlêkirinek yan
teqlîdek helbesta Biyanî buye, belkî van helbestvanên kurd ev shope weke
zerorek dîrokî dîtiye, nek teqlîdek helbesta Farisî, Erebî Turkî yan Ewropî
buye.pir caran helbestvanên kurd helbesta xwe li ser `Erozên Erebî afrandîne,
lê ew bixwe ji bil kilasîkên kurd , %80 helbestên kurdî pishtî merheleya
kilasîkan, bi kêsha kurdî ya xomalî hatine afrandin, bi kêsha (birgeyî) ku ev
kêshe di dema merheleya Rabertiya Nûdemiya helbesta kurdî peyda buye, kesên
weke Mamosta (Goran) û ( Cegerxwîn) ev yek bi zelalî hem di gotarên xwe yên
Rexneya wêjeyî, hem di helbestên xwe da nîshan dane.
Biçe Jora Rûpelê