Helbestên Kurdî

                                                       

wejeuziman.com                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                     Weþana Wêje û Zimanê Kurdî

 

 

              

GOTAR Û LÊKOLÎN

WÊJEYA KLASÎK

WÊJEYA NÛJEN

HELBESTÊN KURDÎ

ÇÎROKÊN KURDÎ

ROMANA KURDÎ

BIJÊW

GOTINÊN PÊÞÎYAN

NAVÊNKURDÎ

PIRTÛKXANE

E-Pirtûk

GIRÊDAN

Wêþanxaneyên Kurdî

Weþanên Wêjeya Kurdî

Ferhengên Kurdî

Çavkanîyên Kurdî

NAVDANK

TÊKÎLÎ

 

 

                                                                                                                   
 

Rewþa helbesta kurdî a nûjen

LOKMAN POLAT

 

Di rojhilata navîn de helbesta klasîk a kurdan û farisan dewlemend e. Helbesta tirkan a klasîk tune. Helbestên ku di dema padîþahê împaratorîya Osmanî’yan de dihatin nivîsîn –ku jê re dîwan edebîyatî digotin- piraniya wan bi farisî û hinek jî bi erebî hatibû nivîsîn.

Li Kurdistana bakur bingeheke qedîm a helbesta klasîk heye. Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî û gelek helbestvanên kurd yên klasîk berhemên hêja afirandine, helbestên nemir nivîsîne. Berhemên wan dewlemendîya edebîyata kurdî ye.

Helbesta kurdî a nûjen li Kurdistana bakur gelek qels e. Li Kurdistana baþur û baþurê biçûk û rojhilat xurt e. Li Kurdistana bakur roman û çîroka modern pêþ ketiye, lê helbesta nûjen pêþ neketiye. Di hersê perçeyên Kurdistanê de di nav þaxên edebiyatê de ya herî pêþ helbest e. Li Kurdistana baþurê biçuk hema bibêj temamê nivîskarên kurd –yên binxetê- helbestên kurdî dinivîsin. Lê li Kurdistana bakur yên ku helbest dinivîsin bi tiliyên destan tên jimartin.

Di salên 1975 – 80’yî de navê çar helbestvanan derketibûn pêþ. Ji wan herçaran sê helbestvan bi tirkî û yekê bi kurdî helbest dinivîsand. Di wê demê de weþanxanên kurdan heryek bi dehan pirtûkên îdeolojîk, polîtîk weþandin. Weþanên ”Ozgurluk Yolu – Riya Azadî” di nav weþandina ewqas pirtûkan de tenê pirtûkek helbestan weþand. Ew jî pirtûka helbestvanê kurd ê Kafkasyayê ya Eskerê Boyik bû. Weþanên ”Komal”ê çend pirtûkên helbestan derxist, hemû jî bi tirkî bûn. Weþanên ”Yontem” û ”Kawa”yê ji xwe qet pirtûkên helbestan –ne bi tirkî û ne bi kurdî- neweþandin. Wê demê Apoyî’yan qet weþan, meþan dernedixist.

Di sala 1980’yî de darbeya faþîst pêk hat. Salên 80’yî di bin nîrê dîktatorîya cunta faþîst de derbas bû û di wan salan de pirtûkên helbestên kurdî nehatin weþandin. Li Ewropa’yê jî gelek weþanxanên kurdan hebûn, lêbelê her weþanxane ancax yek yan du pirtûkên helbestan weþand.

Niha, dema min vê nivîsê nivîsî, ez ji xwe re li ser nivîskarên kurdên bakur yên ku helbestên kurdî dinivîsin, fikirîm. Yên ku bi kurdî helbest dinivîsin gelek hindik in. Hinek nivîskarên ku berê çend helbestên kurdî nivîsîbûn û di kovaran de weþandibûn wan jî dev ji nivîsîna helbestan berdaye. Yek, du nivîskar jî pirtûkeke helbestan weþandine û êdî ne helbest nivîsîn û ne pirtûk weþandin.

Belê di hêla afirandina helbestên kurdî de –di dema me de- nivîskarên kurd qels in. Lêbelê hinek nivîskarên kokkurd hene ku bi tirkî, erebî dinivîsin, ew di hêla afirandina helbestê de gelek jîr in û her yek çend pirtûkên wan yên helbestan –bi zimanê serdestan – derketine. Yilmaz Odabaþî yek ji wan helbestvanane ku gelek pirtûkên wî bi tirkî derketine. Ew bi xwe kurd e û ji Amedê ye.

Di nav kurdên bakur de yên ku wekî helbestvan hatine naskirin û pirtûkên wan yên helbestan –bi kurdî- hene, di serî de Rojen Barnas û Kemal Burkay in. Rojen Barnas di hêla afirandina berhemên edebî de helbestvanekî qels e, berhemkar nîn e. Kemal Burkay berhemkare. Ew xebatkarê edebiyat û siyasetê ye. Ew jîr û zana ye û bi destekî du zebeþ hildigre, siyaset û edebiyatvaniyê bi hevdu re dimeþîne.

Di nav helbestvanên Kurdistana bakur de sê jin hene ku hêjayê pesnê ne. Yek jê Fatma Bozarslan e (Ew çû rehmetê) û ya din jî Diya Azad Acar e. Ya sêyem helbestvana jin ku niha li Amedê dimîne û navê wê Yildiz Çakar e. Pirtûka wê ya helbestên kurdî hêj nû derketiye. Hersê jinên helbestvan jî herkê pirtûkeke helbestan weþandin. Li hersê perçên Kurdistanê gelek helbestvanên jin hene, lê li bakur tenê çar, pênc jinên helbestvan henin. Helbet hinek keç û jinên Kurdistana bakur di kovarên kurdî de helbestên kurdî dinivîsin û diweþînin, lêbelê hêj pirtûkên wan yên helbestan derneketine.

Min bala xwe da weþanxanên kurdan yên li Stenbolê, wan bi sedan pirtûkên tirkî weþandine. Bi dehan pirtûkên helbestan yên bi tirkî weþandine û yek, du pirtûkên helbestan yên bi kurdî weþandine. Mirov dema li hejmara pirtûkên helbestan yên bi kurdî dinêre, dibîne ku helbesta kurdî bê çiqasî qels e.

Herçiqas îro helbesta kurdî a nûjen qels be jî, divê bi hewldanên pîroz, bi kar û xebateke baþ, bi þêweyeke berhemkarî helbesta kurdî pêþ bikeve, dewlemend bibe. Di vê hêlê de hewldanên baþ hene û hinek weþanxane jî –herwekî weþanên Sî-Mîr- , Pêrî, Aram, Deng, Veng, Helwest, Nûdem, Roja Nû – girîngî dane ser weþandina pirtûkên helbestên bi kurdî.
 

çavkanî;dema nû

 

 

          Biçe Jora Rûpelê   

girêdanên sponsor

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Copyright 2006 wejeuziman.com Hawar Kurdistan Media Group | Navdank | Têkîlî

Derbarê wejeuziman.com | wejeuziman.com weþaneke Hawar Kurdistan Media Group e Kurdish Literature