|
WÊJEYA KLASÎK
WÊJEYA NÛJEN
HELBESTÊN KURDÎ
ÇÎROKÊN KURDÎ
ROMANA KURDÎ
BIJÊW
GOTINÊN PÊÞÎYAN
NAVÊNKURDÎ
PIRTÛKXANE
E-Pirtûk
GIRÊDAN
Wêþanxaneyên
Kurdî
Weþanên
Wêjeya Kurdî
Ferhengên
Kurdî
Çavkanîyên
Kurdî
NAVDANK
TÊKÎLÎ
|

Dîroka
Çîroka Kurdî(Kurmancîya jor) û rewþa wê ya niha
XELÎL DUHOKÎ
Hêja Ebdulreqîb Yosif dibêje: "Destnivîsa Bersîsê Abid, wesa xuya dike ku,
Feqiyê Teyran 1307 - 1376 Z, yekem çîroknivîsê kurd bûye." (1)
Lê yekem çîroka hunerî ya kurdî, Fuadê Temo, di kovara Roja Kurda de, sala
1913 ê, belavkiriye. ku piraniya nivîskarên kurd yên bi kurmanciya jêrî
(soranî) dinivîsin, li wê baweriyê ne ku yekem çîroka hunerî ya kurdî (Cemîl
Saibî, bi navê Le Xewma) di sala 1925 ê de belavkiriye.(2) Eve jî þaþiyeka
mezin e û divê bête rast kirin. Bi kurmanciya jêrî, nemaze li Kurdistana
baþûr, xebateka gerim hatiye kirin û heta nita bi sedan pirtûkên çîrokan,
ronahî dîtîne, lê bi kurmanciya jorî, ew lawaz û pir kêm bûye.
Yekem çîrok li devera Badînan di sala 1960 ê, di kovara Ronahî de - Hêja Hafiz
Qazî diweþand- ji aliyê Salih Riþdî ve hatiye belav kirin. Lê edebiyat bi
giþtî û nemaze cîroka modêrin bi kurmancî ya jorî, li tevaya parçên Kurdistana
dagîrkirî, di rewþek lawaz de bûye. Bi tenê çend çîrokên Kamîran Bedirxan,
Celadet Bedirxan, Cegerxwîn , Osman Sebrî, Mistefa Ehmed Botî, Dr. Nûredîn
Zaza, Qedrî Can û hindekên din hebûn ku ew jî di kovarên Hawar, Ronahî û Roja
Nû, ku di salên 1932 - 1946 de, li derveyî welatî (Li Dîmeþqê) diweþiyan.
Lêwre pirtûkxana kurmancî ya jorî, ya lawaz û valabû ji pirtûk, kovar û
ronaman, her wesa asteng û kospên mezin di rêya nivîsîn û belavkirinê de
hebûn.
Xwendin û nivîsîna kurdî qedexe bû û li þûnê bi erebî, farisî û tirkî bû. Her
çend xemxor û dilsozên kurd, bi zehmetî û qorbaniya xwe fêrî xwendin û
nivîsîna kurdî dikirin, lê dîsan jî, nedikarîn bi hêsanî xwe ji astenga hebûna
sê alfabeyên kurdî rizgar bikin. Çinku kurdên Sovyeta kevin bi tîpên Rûsî, yên
baþûrê rojavayê Kurdistanê(Piþka Sûriyê), bakurê Kurdistanê(Piþka Turkiyeyê) û
kurdên Lobnanê bi tîpên latînê, yên rojhelatî Kurdistanê (Piþka îranê) û
baþûrî Kurdistanê(Piþka îraqê)jî bi tîpên erebî dinivîsin. Ji lewre jî, hebûna
alfabekê, gelek astenga diþkêne. Her wesa li Kurdistana baþûr, devera Badînan
jî, heta sala 1970 ê, pirr lawaz û paþ de mayî bû. Sedemên vê çendê jî ew bûn
ku, hemî dergehên bajarvanî û pêþketinê girtî bûn, xwendin û nivîsîn jî bi
zimanê erebî bû. Tenha sala 1970 -1974 ê, bi kurdî bû, lê ew jî bi zaravê
kurmanciya jêrî(soranî) bû. Piþtî ku þoreþa kurdî di sala1975 ê de, bi pîlanên
dijminan têkçû, êdî ew jî bêserûber kirin.
Ji ber van sedem û gelekên din jî, edebiyat bi giþtî lawaz bû. Lewra piraniya
kesên xwedan behreka edebî, berhemên xwe bi zimanên erebî, tirkî û farisî,
diafirandin û hindekên kêm bi zimanê kurdî dinivîsandin. Belê; di rewþek hosan
kambax de, dê çewa edebiyat pêþkeve?!
Lê welatparêz û xemxorên ziman û doza kurdî, yên bawerî hey ku "gelê ku zimanê
wî nebe, ew jî nîne" zend û baskên xwe hildan û pênûsên xwe tûj kirin û
pîlanên dijminan serûbin kirin. Belê; nivîskarên kurd, bi germî xwe berdan
qada edebiyatê û berhem nivîsîn û belav kirin. Cihê dilxweþiyê ye ku heta
niha, van nivîskarên jêrî: Mihemed Uzun, Laleþ Qaso, Sidqî Hirorî, Þahînê
Bekirê Soreklî, Îbrahîm Seydo Aydagan, Silêman Demîr û Mistefa Aydoganî çendîn
romanên serketî çap kirîne, lê wî babetî jî, pêwîstî bi çendîn semînerên din
heye.
Yekem pirtûka çîrokan Cegerxwînî, bi navê Cîm û Gulperî, di sala 1948 ê de û
Reþoyê Darê jî, di sala 1956 ê de, li Sûriyeyê çapkiriye.(3) Di sala 1972 ê
de, Elî Neqþebendî, pirtûka çîrokan li Kurdistana baþûr, di sala 1979 ê de,
Mihemed Emîn Bozarselanî, pirtûka Meyro li Stenbolê û di sala 1979 ê de jî,
Îbrahîm Selmanî, Komir li Bexdayê, gehandine çapê. Piþtî hîngê her sal
çendînên din jî karwan pêþ de birin. Belê; di van bîst salên dawiyê de, bi
dehan çîroknivîs peydabûn, ku berhemên wan ji aliyê form û naverokê ve di
serketî ne, mîna: Enwer Mihemed Tahir, Nizar Mihemedseîd, Mihemedselîm Siwarî,
Hesen Silêvanî, Kerîm Cemîl Biyanî, Fazil Umer, Hesen Îbrahîm, M. Elî Kut,
Tosinê Reþîd, Babê Nazê, Redwanê Ali, Fewaz Husên, Helîm Yosif, Rojen Barnas,
Hesenê Metê û Firat Cewerî.
Lê dema mirov çîrokên destpêkê û hindekên niha jî dixwîne, dibîne ku bi
zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzmanê di nav rêzên wan de dimiþe ne,
gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet û þîreta dikin. Ji layê form û
naverokê ve , di lawaz û qels in, lê roj bi roj ber bi pêþ de çûne û niha bi
dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên piraniya nivîskaran li dij sitem û
zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piþtevaniya cotkar û hejaran e û
mirovê kurd hiþyar dikin û berê wî didin xebat û xweragirtinê. Her wesa
giriftarî û piroblimên rojane, yên jin û mêran, perwedekirina zarokan, jin
revandin û tolvekirinê ne û daxaza edaleta civakî û wekheviya mirovî dikin.
Bi kurtî em li ser dîrok û rewþa çîroka kurdî peyivîn û ji bo ku em rewþa
çîrokê ya niho bizanîn, divê berhemên çend nivîskaran bisengînîn.
Em dê bi çîroknivîs Nizar Mihemedseîdî destpêkîn ku: Di sala 1952 ê de, li
bajarê Duhokê ji dayik bûye. Di sala 1973 ê de, dest bi nivîsînê kiriye. Yek
pirtûka çîrokan bi navê Aþ di sala 1985 ê de, çap kiriye. Niha jî li welatê
Holanda dimîne. Ew çîroknivîsek xudan taqet û þiyanên bilind e. Berhemên wî ji
aliyê formê û naverokê ve di serketî ne. Di van bîst salên dawiyê de, þiya
bête nav qada kurteçîroka kurdî û cihê xwe di dilê xwendevanan de bike. Heta
niha çendîn vekolîn li ser çîrokên wî hatîne nivîsîn. Zimanê wî sivik û xweþ e
û hevokên wî bi hunermendî hatîne darêjtin. Gelek zêrekane babetên çîrokên xwe
dihelbijêre û bi germî xwe berdide kûratiya giriftarî û piroblimên jiyana
rojane ya xelkê hejar û bindest. Ew xwendevanî radikêþe cîhana çîroka û neçar
dike ku milê xwe bide qaremanên wî û di çayxane, kolan û cadên bajarî de winda
bibe.
Dagîrkerên welatî, hemî rêyên pêþketin û þaristaniyetê li ber gelê me digirin.
Jiyana wê têk didin û gundên wî diþewitînin û xelkê jî derbeder dikin.
Sotandina hezaran gundan dibe sedemê koçberî û miþextbûna xelkê. Li bajarên
mezin jî, ne xanî, ne kar û ne jî keristên jiyanê bi hêsanî bi dest dikevin.
Nizar di çîroka Kurê Kolana de, perdê ji ser rewþa wêran ya kesekê miþext, ra
dike û jiyana aloz ya xudanê telîsê tiþtan pêþçav dike. Belê; ew kes nimûna bi
hezaran xelkê ye ku nikarin paryekê nanî bi tenahî peyda bikin. Yek wî ji ber
dikanê dertêxe û yekê din jî, ji ber çayxanê dirateqîne. Wê çewa bikare kedekê
bike! Nizar bi hostayî wî li ber çayxane, kolan, dikan û dîwaran digêrîne û
derd û hawarên wî digehîne esmanan. " Hema ez neþême we, ma hûn ji Xudê jî
natirsin? Çi erdê min xo pêdada, ez rakirim. Hilo ev e ne cihê te ye. " (4)
Belê; Nizar nivîskarekê hiþyar, bîrtûj û þareza ye û rewþa kesên miþext, wek
þerîta filmekê sînemayê li ber çavên xwendevanî rêz dike.
Di çîroka Dudik de, Mîrzoyê xudanê wê Dudika zêrîn ku, awaz mîna taviya buharê
jê dibarin, di nav komên xortan de, digêrîne. Di rêya Mîrzoy de, xweragirî û
berxwedana xelkê nîþan dide. Wî dike sîmbola þoreþ û serhlidanê. Dijmin hewil
dide Dudika wî biþkêne, rê li ber awazên wî bigire: " Gehiþte piþt Mîrzoy.
Berpêkek dayê û palek pê re na...Mîna spîndarekê qirande erdî."(5) lê ew li
berxwe dide û ji destan derdikeve. Xema wî ne birîndarbûn e, belku Dudika zêrî
ne: " Ya Xudê bi izneha te, Ya Rebbî çi lê nehati bît! Ne þkestî bît. Dilê
perasiyekê ye, du ya ye.!"(6) Gavek pê neçû, dîsan ji bo xortan þarand. Ew bi
baweriye û dest ji xebat û bizavê bernade. Lê dijmin wî dûrpêç dikin û dixazin
dengê Dudika wî bibirin. Ew pif dike Dudikê û diþarîne û xort jî, tewîna
didinê. Lê dîsan ji niþka ve, " Êk li hindav serê wî çikilî û dengê Dudikê
xendiqand."(7) Dîsan Dudika xwe rizgar dike û: " Xudê karê bêbext û zordara
rast neînît."(8) Dibêje. Lê dîsan li ser girekê bajarî, dest bi Dudikê dike û
awazan direþîne. Xort jî, li dûr civiyane û : "Taw. Taw. Taw Mîrzo."(9)
dibêjin.
Di çîroka Aznîf de, Nizar dîsan xwendevanî radikêþe nav cîhana çayxanên
welatî. Ji xwe dagîrker pîte bi jiyan û hebûna xelkê me nakin û berê wan didin
rêyên ne baþ. Rewþ xerab e û kar jî bi hêsanî destnakeve û rojên bêkariyê jî,
bi dawî naên. Ji lewre mirov dibîne ku çayxanên bajaran, ji xelkê bêkar û
hejar di pir in. Ew jî bi cûrên qumarê ve mijûl dibin. Helbet giriftarî û
arîþên qumarê jî gelik in. Ji bo qazanc kirinê, gelek pîlan û nexþ têne gêran.
Yek ji wan ew e ku, mirovekê kore bi alîkariya dostên xwe, dikare Domîne bike
û ji yê saxlem bibe. Nizar pir zîremane diçe nav cîhana wan û xwendevanî li
ser mêzê dide rûniþtin. Wesan bi hunerî çîrokê divehîne û wê cîhana xapandin û
fêlbaziyê aþkera dike. Dema Domînê dikin, hîngê þanogerî jî destpê dike:
"Evro biryar derket Miþko deh sala girte bendîxanê!". (10)Da ku li ber xudanê
dersoka berzeken, êkî ji wan got: " Ne babû ne! Berî niha me yê dîtî!"(11)
Hîngê yê kore dizane ku dubêþ di destên yê din de heye.
"Erê hewe gulê bûye? Evroke tumbêleka diwazde neferî ya wergeray!".(12) Hîngê
yê kore dizane ku duþeþ bi yê din re heye.
Belê; bi vî rengî hevdu dixapînin û rewiþtên kirêt di nav civatê de belav
dikin û dorûberên xwe jî, diêþînin. Nizar rewþa xelkê û civata bêkar û
hejaran, xuya dike. Piraniya çîrokên wî, van cûre giriftariyan þirove dikin û
ziyanên wan karên xirab pêþçav dike.
Di dîroka gelên cîhanê û ya kurda de jî, þerên xwekujiyê hatîne kirin û
ziyaneka mezin gehandîne. Helbet þer hemî tiþtekê xirab digel xwe tîne. Di van
salên borî de, li Kurdistanê þerê xwekujiyê gerim bibû. Mixabin ku bi sedan
kes hatine kuþtin û bi hezaran jin û zaro, birçî û bêxwedî ketine kolanan. Kar
jî kêm bû û pêwîstiyên jiyanê jî, bêmana digiranbûn û her kesê ne diþiya ji bo
zarokên xwe misoger bike. Ji bo peydakirina nanî, hindekan dizî dikirin û
rewiþtên kirêt bi kar dianîn. Belê; di vê rewþê de, dema bira, mêr yan kur li
afretên kurd dihatine kuþtin, êdî ew diketine bin barê giran û ji bo
peydakirina nanî - hindek tê nebin - yên din neçar dibûn ku laþê xwe yê pîroz
bifiroþin. Raport xuya dikin ku, di van salên bûrî de, bi sedan keç û jinên
kurd yên hatîne kuþtin. Li ser vê giriftarî û kawdanên aloz û xerab, çendîn
berhemên nivîskarên kurd ji dayik bûn. Hesen Îbrahîm, yek ji nivîskarên jîr û
jêhatî ye û vê postereçîrokê diaferîne. Ez naxwazim li ser çîrokê bipeyvim,
çinku ew bi xwe hemî giriftarî û karesatê bi rengekê edebî, didanite ber
destên xwendevanî.
"Du leþên rîs, wek du marên evîndar xwe têk dihisîn. Leþekê ji bo têrkirina
derûnî û guhnêlî û yê din ji bo têrkirina çend gewriyên birsî. Li dadgeha yasa
evro, herdu hatin dadgehkirin. Êk bo kêla gullên þûndemaya evro, bêy ku wan
gewriya têrket û yê din, li kolanên bajêrî, simbêlên xwe dibadan û li nêçîreka
din digeriya!" (13) Hesen di çîrokeka din de, zîrekane diçe nav derûnê
mirovekê kurd û rewþa wî ya pisîkolojî û wêrankirî destnîþan dike. Belê; dîsan
em neçarîn vegerîn ser kawdanên Kurdistanê. Ji ber wan giriftarî û þerê
xwekujiyê - dîsan hindek tênebin- bi hezaran kurd, ji hemî çînên civata kurdî,
revîne û bi þikandina çendîn asteng û derbaz kirina çendîn sinoran, xwe
gehandîne welatên biyanî. Êdî li xerîbiyê piroblimên mirovê kurd dest pê
dikin. Nezanîna zimanî, bêkarî, xerîbî, cudahiyên kulturî, tenêbûn û heta
digehe xwe kuþtinê jî. Hesen vê rewþa namobûna mirovê kurd li derveyî welatî,
bi ya yekê din ku, di zîndanên faþiyan de ye û li benda qinarê ye, berçav dike
û xwendevanî radikêþe kûratiya ruha wêrankiriya qaremanên çîrokê. Dîsan pê
nevê ez çîrokê þirove kim, çinku ew bi dengê hezar bilingoya hawar dike.
ÇAVÊN MIN... ÇAVÊN WÎ
"Çavên min di zil in û rik yên li wê derza bin dergehî ku, ronahiya derve
hatin û çûna mirova diyar dikit. Ha ha dê êk zenga dergehî lê dit, bêdengiya
min kujit û silav kite min.
***
Çavên wî dizilqutin û yên li wê pencera çargoþe û xaçkirî, ewa bi serê dergehî
ve. Çend carekê zêrevanê wê jorê, diêt û diçit. Ha ha dê ên dergehî lê vekin û
silav kine giyanê wî.
***
Çavên min man zil û guhên min man bel û dergehê min nehat qutan. Ew telefona
bi rex min ve, eve çend cara min bilindkir ka kar dikit yan ne. Bêdengiyê ez
hêrkirim, ya ji min ve kes di vî bajêrî de nîne... Min mirade dengek, mêþek,
pêþiyek, seyek yan jî çûkek.
***
Çavên wî narawestin ji qutanê. Guhên wî yên bûyne kaniya xwînê. Þeq þeqa
seqatên dergeha, mejî lê simt. Ne telefon û ne zenga dergehî. Çend xelkê
bajêrî yên anîne wêrê. Wî mirade çirkeyekê di xew biçit. Sîsirk û miþka, þere
li ser leþê wî...
***
Dergehê wî vebû. Helgirtin, rakêþan û birin cîhana bêdengiyê... Dergehê min
nehat vekirin, telefona min nehat lêdan. Dilê min nehat qutan. Di xerîbiya xwe
de, bûm hevalê cîhana wî...!" (14)
Çîroknivîs bi germî diçe nav rewþa aloza xelkê me, li Kurdistanê û li dij
tevaya karên çewt û ne mirovane diraweste û bi zimanê qaremanê çîroka xwe,
rewþê berçav dike. Ez bawer nakim kesê mîna Hesen Îbrahîmî þiya ye karesatên
enfalên reþ destnîþan bike û bi hostayî bas bike. Gelek çîrokên wî li ser wê
rewþa kambax in ku mirov dikare bi dehan lêkolînan li ser binivîse. Girtina
xelkê û kuþtina wan. Veguhaztina wan bo deverên jêra Îraqê û bi saxî
binaxkirina wan. Tadayî li ser þeref û namûsa jin û keçên kurd. Þewitandina
zarokan û heta dawiyê. Bi rastî, rewþa vebirandin û qirkirina Cuhoyan dike ve
ber çavên mirovî. Wî ev karesat û derdeseriyên giran yên gelê kurd, yên kirîne
çîrok û ji dinê re belav kirîne. Ay Xudêyo, ma çi maye ku xelkê me nedîtî!.
Di dîroka mirovatiya bindet de, bi hezaran karesat û boblatên mezin yên hatîne
serê xelkê bêguneh. Tirkan qirana Ermeniyan anî û bi milyonan kal, jin û zarok
kuþtin. Elmanan bi milyonan Cuhoyên bêguneh þewitandin, kuþtin û bi saxî
veþartin. Faþiyên Îraqê jî, ew hemî rûdan û serbor civandin û her hemî bi serê
kurdên hejar û bêdeselat de anîn. Hesen bi kurtî basî kela Nizarkê dike ku
dikeve bajarê Duhokê... Dema enfalên reþ, bi hezaran pîr, jin, zaro û xortên
kurd girtin û di kel û avahiyên deverê de, kuþtin û binaxkirin. Yek ji wan
ciha, kela Nizarkê bû. Guhê xwe bidinê Hesen çewan çîroka xwe destpê dike:
"Hewar e, qêrîn e, agir yê ji esmana dibarît, dukêl, mij û moran, xwîn ya
dizêt. Dayik xwe li zarokên xwe nakin xwedan, li hemî rexa, rev e, gazî ye,
kes nizanit ka dê kîve revit, çi rê neman, ne hatin girtin, hemû jî neyar in,
xwîn mij in... Hind kuþtin , hin berif sinora revîn, hind girtin, bûne pepûk,
ketin destên dijminî û di kelha Nizarkê ve kom kirin." (15)
Belê; bi tenê hov û dirindên faþiyên îraqê û kesên ji kelê rizgar bûyî,
dizanin çi hate serê wê xelkê. Divê lêkolîn li ser enfala bêne kirin. Divê di
rojên nêzîk de, filmên sînemayê bêne çêkirin. Divê û divê...
Li cihekê din, Hesen bi zimanê qaremanekê çîrokê, saloxdanên wê rewþê xuya
dike:
"Hemû bi kevr û biloka kuþtin. Çi gawir in, heta kuþtina wan jî ya kirêt
e."(16)
Faþiyên Îraqê çi nema neanîne serê gelê me. Zikê jina avis dirandin. Zarok
xendiqandin. Xort bi saxî veþartin. Lê çi cara xwezî û hîviyên xelkê me
nekuþtin û bawerî binxa nekirin. Guhê xwe bidine Þêrkoy çi dibêje:
"Berî min bivî rengê kirêt bikujin, xwezî min dengê giriya zarokê xwe
bihîstiba, belkî rojekê tola min vekir ba."(17) Dîsan li cihekê din vedigêre:
"Erê ev millet dê vê rojê ji bîr kit? Yan, çi millet di vî diravî ra
borîne?"(18)
Erê; ez bawer dikim ku gelek netewan ev karesate dîtîne, lê çi cara ji bîr
nekirîne û heta niha jî, li dijî faþîzmê xebat û bizavê dikin. Hîviya me ew e
ku em jî, ji bîr nekîn.
Erê; birîn kûr in û xemên xelkê me, giran in. Giran in û mîna çiya ne. Lê
dilsoz û xemxorên gelê kurd, bi vê çendê razî nabin û bi gelek rêka hewil
didin ku, van azar û kovanan sivik bikin. Helbet dema di welatî de, fþîzim
hebe, þer hebe, êdî demokrasî jî nabe û gêleþok û tengavî jî wê miþe bin.
Karên çewt û zulm jî peyda dibe. Dijmin bi hemî hêza xwe, pîlan û nexþên genî
dadinên û pirê caran digehe armancên xwe yên çepel û kirêt. Belê; rewþ xerab e
û kêr gehiþte ser hestî. Hesen di vê çîroka xwe de, kawdanên dezgehên deselatê
dide xuya kirin ku, çewan xelkê þêt û dîn dikin û nahêlin cemawer bi azadî
bipeyive. Dema yek pê li ser cergê xwe dane û wan dezgeha gunehbar bike, hîngê
ew dikarin wî kesî gullebaran bikin. Lê nivîskar zîrekane, pêþbîniya
xwepêþandan û serhildana dike. Werin em bi hevre vê çîrokê bixwînîn.
HEVPEYVÎNEK DIGEL ÞÊTEKÊ
"Li demekê ne yê xuya, li cihekê bê þûnwar û li civateka bê serûsîma, ev
hevpeyvîne hate sazkirin.
"Gelî guhdar û bînera, çaxê we baþ. Niha hûn û ev hevpeyvîne di gel vî þêtî,
ewê leqa didanit, cilkên xwe didirînit, hevsî û cîran jê direvin, bera di
esmanî werdikit û bê oliya dikit. Fermon hûn û ev þête."
+ Þêto xwe bide nasîn?
- Ez ne þêt im! Hûn diþêt in. Ez dizanim rojê çend ser diêne birîn û çend
ezman diêne kirîn.
+ Bê ezmandirêjî. Em dê çend pisyara ji te kîn û bi kurtî bo bînera bersiv
bide. Pisyara êkê: Karê te çi ye? - Karê min hiþyarkirina mejiya(mêþka),
fêrkirina rastiyê û diyarkirina gunehbar û dizan e. ( Hîl hîleka kirêt
belavbû, di gel destqutaneka ne rêkxistî.) + Pisyara duyê: Dema tu berze dibî,
tu kî ve diçî? - Bi rastî ez yê di zîndanên tarîperêsa da, yan jî xwe dikime
pêxarin, ji bo birsî û hejara. + Pisyara sêyê: Tu wek kesekê þêt, di kîjan
rêxistinê da kar dikî? - Di ya pale û rêncberan da. + Pisyara çarê: Hîviya te
ya dawiyê? - Hîviya min ew e ku, ev hevpeyvîne bibite xewn û ez hiþyar bibim.
Di gel peyva dîmahiyê, dengê du - sê gulla ji serê makrofonê derket û di gel
ketina wî, çend bînerên li pêþ wê hevpeyvînê, rabûne serxwe û bû
xwepêþandan.(19)
Bi rastî Hesen Îbrahîm ku:
Di sala 1966 ê de, li gundê Kêvila, li nêzîk Duhokê ji dayik bûye. Di sala
1985 ê de, dest bi nîvîsînê kiriye. Du pirtûkên çîrokan, bi navên Çavên min,
Çavên wî û Tuxîbên mirinê di sala 2000 de çap kirîne. Niha jî li welatê
Elmanyayê dimîne. Çîroknivîsekî hiþyar û jîr e. Xwedan taqet û þiyanên
edebiyên bilind e. Zimanê wî sivik û rewan e. Zîrekane naveroka çîrokên xwe
dihelbijêre. Berhemên wî her zû diçine kûratiya dilê mirovî. Em serketinê jê
re dixwazîn û hêviya me ew e, li ser efrandin û berhemên jêhatî berdewam be.
Çîroknivîsê din ku Firat Cewerî ye:
Di sala 1959 ê de, li gundekê Dêrika çiyayê mazê ji dayik bûye. Di sala 1978 ê
de, dest bi nivîsînê kiriye. Du pirtûkên çîrokan bi navên, Girtî di sala 1986
ê û Kevoka Spî di sala 1992 de, çap kirîne. Niha jî li welatê Swêdê dimîne.
Li welatên paþketî, bihayê jinê kêm e. Lewre ew nikare biryara li ser jiyana
xwe bide. Hemî heyî û ferman di destên zelamî de ne. Eve li Kurdistanê wesa
ye, lê dema rewþ digehe welatên Ewropa jî, piraniya zelamên kurd, her li ser
yeka xwe ne û çi bihayî nade jinê. Lê li Ewropa, wekheviya mirovan heye û
qanûn hemiyan diparêze.
Ev çende dibe sedem ku jina kurd jî daxwaza hindek mafên xwe yên xwezayî bike.
Lê eve bi dilê zelamê kurd nîne û hîngê giriftarî rû didin. Zelam naxwaze
hindek deselata xwe bide jinê, yan jî bi çavekê bilindtir lê binêre.
Rewþ hosan kambax e, lê piraniya zelamên kurd di civînan de û li cem jin,
xwîþk û keçên xelkê, xwe bi mirovên pêþketî û mafparêzên jinê, nîþan didin, lê
her ew kes li malên xwe, diktator in û nahêlin jin û keçên wan ronahiyê
bibînin. Belê; li vêre Firat Cewerî, vê mesela giring dike naveroka çîroka xwe
û bi formeke serketî dadinê ber destên xwendevanan. Mebesta wî jî ew e ku,
mirovên durû û kevneperist bide xuya kirin û ji aliyê din ve jî, biha û qîmetê
bide jina kurd ya reben û bindest. Belê; di çîroka Heþtê Adarê de, ew rewþ û
têgehiþtina mamoste Çetîn xuya dike, ku çewa di civînê de berevaniyê li mafên
jinê dike:" Erê hevalno! Wek hûn dizanin, jinên kurdan bindest in. Ew hem
cinsê, hem netewî û hem jî sinifî bindest in."(20) Lê dema mamoste Çetîn-
piþtî vexwarina bîrê - di demjimêr yazdeh û nîvê þevê de, diçe malê, hîngê
cewherê wî xuya dibe. Firat zîrekane perdê ji ser rûyê Çetîn radike û kakila
bîr û bawerên wî yên genî aþkera dike. Wî kilîta dergehî jî heye, lê dîsan: "
Ma qey heta ez bîst caran li derî nidim tu derî venakî?"(21) dibêje.
Her çend jineka jêhatî û baþe jî û bersiveka giran neda zelamê xwe, lê Çetîn
wê kirêt dike jê re:" Hiþþ, dîsa devê te ve bû."(22) dibêje.
Dîsan jinik xwe dilteng nake û dixwaze li gor dilê wî bipeyive, lê ew bêhin
teng dibe û bi vî rengî bersiva wê dide:" Min xêr e? Êdî tu ne xwarinekê çê
dikî, ne kincekê diþoyî, ne malê pakij dikî! Tu ancax bi Gulê re rûnî û
paþgotiniyan bikî. Binihêr, carek din jî tu bêyî xebera min neçî cihekî."(23)
Belê; pir caran mirovên wilo aþkera nabin û xwe di bin perdê ve vediþêrin,
taku jin bi xwe behis bike yan jî hevalek agehadarî rewþê bibe. Piraniya jinên
kurdan, zû behsa derdên xwe nakin, eger kêr negehe ser hestî.
Me got ku giriftariyên jina kurd, li Ewropa gelek in û xemên wê hindî çiyan e.
Bi xweragirtin û bêhinfirehiya hindeka jî, dîsan ew piroblim naêne
çareserkirin. Eve wê çendê nagehîne ku hemû jinên kurd, bêguneh in û bi tenê
her zelam, zilm û zorê beramber wê dike. Nexêr, pir jinên xirab û bêrûmet hene
ku, li ser tiþtên biçûk, mêrên xwe rezîl dikin û bihayî nadine mal û zarokên
xwe jî. Lê ew kêm in û piraniya astengan zelam dadinên, çinku civat, kultur û
ayîn jî, rê didite wî ku bi kêfa dilê xwe be û hemî biryara jî bide.
Firat Cewerî, di destnîþankirina vê piroblima mezin de, zîrek, þareza û bîrtîj
e. Ev mesele bi ciwanî pêþçav kiriye û sitem û bêrûmetiya zelamekê xuya dike.
Di çîroka Dilê Þkestî de, behsî rewþa malbateka kurd dike ku, zelam xwedan
jinek baþ û komek zaroka ye. Jin li ber ferman û xizmetên wî jî rawesta ye û
çi kêmasî beramber mal û zarokên xwe nekirîne. Her wesa ji aliyê exlaq û
rewuþtên kurdewariyê ve jî, jêhatiye- di çîrokê de wesan xuya ye- çi egerên
hindê nînin ku dilê zelamî biþkê û wê bêrûmet bike. Zelam heta nîva þevê digel
keça swêdî ye û çi pîtey nadite jina xwe. Pir caran dixwaze wê çendê li ber
jinkê berzeke. Jin rastiyê dizane, lê dîsan jî, ji wî tika dike ku dest ji wê
þûlê berde. Ew her li ser yeka xwe ye û guh nade peyiv û tikayên jina reben.
Lewre jin gelek dixeyide û jê re dibê: "Ger tu ê vê bi min bikî, min biþîne
welêt çêtir e. Ez hew karim îdare bikim, bes e ji derdê te."(24)
Lê ew wê jî nake û her li ser yeka xwe berdewam dibe. Heqaretê li jinkê dike û
hemî dergeha jî li ber digire. Li dawiyê jinik ji neçarî biryara xwe dide.
Rast e, wê li Kurdistanê nikarîbû bi hêsanî biryarekê bide, çinku civatê rê lê
digirt. Lê vêre Ewropa ye, qanûn û civat jî mafî didenê ku, ne zilmê, lê
berevaniyê ji xwe bike. Her wesa ji aliyê aborî ve jî, pêwîstî bi zelamî nîne,
çinku kar dike yan sosyal alîkariya jiyanê diditê. Dîsan zelam nikare li jinê
bide û eger lê xist , polîs amadene rê lê bigirin û heta nas û dostên wê jî
alîkariyê dikin û çi gazinda jê nakin. Lewre ew bi aþkerayî jê re dibê:
"Ji mala min here!" Jinkê got. "Bi wê heramiya xwe ne keve nav nivînê min,
nivînê min neherimîne."(25)
Her çend zelam bi qanûnên Ewropa jî dizane, lê wî çi car hizir nedikir ku dê
peyvên wesan tal ji devê jinkê derkevin, lewre mêraniyê lê da û jinik da ber
pên û þemaqa. Hîngê jî polîsa ew havête zîndanê... Rewþ bi vê çendê gehiþte
berdan û jêkcidabûnê... Lê mesele bi dilê zelamî bi dawî nehat, çinku piþtî
çend meha, keça Ewropî jî, jê bêzar bû û hêla. Dema bi tenê ma û rezîl bû, ji
nû daxwaza vegerê kir. Digel hemû zilm û neheqiya zelamî jî, dîsan dilovaniya
jina kurd rê dayê û hate nav zarokên xwe.
Firat, di çendîn çîrokên xwe de, li ser rewþa kambaxa jina kurd radiweste û bi
hostayî azar û piroblimên wê pêþçav dike. Forma çîrokê serketiye û zincîra
rûdanan jî bi hevre girêdayî ye û xwendevanî radikêþe kûratiya çîrokê. Zimanê
wî sivik e û destpêk baþ xemlandiye. Lê Firat Cewerî di hindek çîrokên xwe de,
teknîka kevin - þêwê vegêranê - bikar aniye û eve jî dibe sedemên peydabûna
hinde lawaziyan di formê çîroka hunerî de. Her çend zimanê wî yê sivik û xweþ
e, lê carna dariþtina hevokên wî sistin. Li dawiyê ez dikarim bêjim ku,ew
çîroknivîsekê serketî ye û xwedan taqet û þiyanên hunerî ye. Paþeroja geþ li
benda wî ye, çinku bêguman wî kariye cihê xwe di qada edebiyata kurdî de bike.
Çîrokên wî ji bo xizmeta mirovatiya bindest û pêþketina mirovê kurd, ji bo
cîhaneka nû ya bê sitem û çewsandin û rojên xweþ, yên hatîne efrandin. Meksîm
Gorkî dibêje:" Erkê hunerî ew e ku mirovî bi hêz bike, giriftariyên jiyana wî
sivik bike, bawerî, omêd û evîniyê di dilî de, mukum bike."
Hesenê Metê ku:
Di sala 1957 ê de, li bajarê Erxeniyê ji dayik bûye. Di sala 1980 ê de, dest
bi nivîsînê kiriye. Çar pirtûkên çîrokan bi navên: Smîrnoff 1991 ê, Labîrenta
Cinan 1994 ê, Epîlog 1998 ê û Tofan jî 2000 ê çap kirîne. Niha jî li welatê
Swêdê dimîne.
Çîroknivîsekê serketî ye. Hêvênê çîrokên wî li ser rewþa civatî, siyasî û
saykolojî ya kurdên derveyî welat e. Mirovê kurd yê ku ji kultureka paþketî
hatî û pir tiþtên nû dibîne. Pir caran nikare xwe digel biguncîne, yan jî
beramber hindek karên ku nizane, xwe bi þareza û bispor nîþan dide û ev e jî
dibe egera peydabûna giriftarî û serêþiya. Hesenê Metê þarezayetiyeka baþ di
civata Ewropa de heye û zîrekane kariye biçîte di nav giriftarî, bîr û bawer û
jiyana rojane ya xelkê de. Ew desnîþana çendîn giriftariyên welatî û vêre jî
dike û me jî agehdarî çendîn xalên giringên civatê dike.
Di çîroka Nivîskarî de, xortekê kurd bi karê nivîsînê ve mijûl e. Jiyan , jin
û zarokên wî jî, bi tenê nivîsîn e, bi þev û roj li ser masê dinivîse, bê ku
demekê kurt jî bide jin û zarokên xwe ku, wan jî kes li vê xerîbiyê nîne. Lê
ne wî behre heye û ne jî bihayê nivîskariyê dizane! Mixabin ev e karê gelek
kesa ye. Bi taybetî di nav kurdên bakur de. Çinku piþtî hatina eskeran li
tirkiyeyê di sala 1980 ê de, piraniya siyasî û kadirên rêxistinan ji ber
sitema faþiyan revîn û xwe gehandin Ewropayê, li vêre jî, gelekan dest ji
rêxistinan berda û ji bê karî dest dane nivîsînê.
Belê; yê ku bi dirêjiya jiyana xwe rêzek nenivîsî, li Ewropa pirtûk çapkirin û
piranî jî, di xebatên xwe de, serneketin. Çinku nivîskarî, ne karekî hêsan e û
ne jî tenê dem û serekê tena divê. Lê nivîskariyê, behre, rewþenbîrî,
têgehiþtin û zanîn, taqet û þiyanên bilind, dem û serekê tana divê. Lewre her
kes nikare bibe nivîskarekê serketî. Lê ev çende ne tiþtekê taybet e bi gelê
kurd ve, belku; di nav tevaya gelên cîhanê de rûdaye û heye. Belê; raste ku,
bi sadan kes dinivîsin, lê çenda ji wan þiya ye berhemên jêhatî û nemir
biefrînin. Lewre pêwîste mirov xwe binase û bizane ka heta çi pileyê behre û
þiyanên wî hene û bi hindek berhemên lawaz û bêserûber, xwe neke lêbok û
pêtirankê xelkê.
Belê; li vêre Hesenê Metê divê bigehe sê armancên giring. Ya êkê bide xuya
kirin ku, nivîskarî ne karê her kesê ye. Ya du yê jî ew e ku, jin û zarok
berpisyariyeke mezin in, carna dibin asteng, nemaze eger xêzan erk û bihayê
nivîsînê nezane. Ya sêyê jî ew e ku, li vê xerîbiyê xwendevanê kurd nîne û
giriftariyên çap û belavkirinê jî gelek in.
Rast e nivîskariyê, demekê dirêj û serekê tena divê. Her wesa, dibe jin û
zarokên nivîskarî jî, di welatên pêþketî de asteng bin. Lê ji layê din ve jî,
jin û zarokên wî jî pêdivî wî ne. Belê; li vêre giriftarî destpêdike. Di
civata Ewropî de, her mirov, çi jin û çi mêr, xwedan mafên xwe yên taybetî û
giþtî ye. Anku li vêre, jin nîva civatê ye û ya ji bo mêrî dibe, ew ji bo jinê
jî mafek e. Lê di civata kurdî de û her wesa di tevaya civatên paþketî de, jin
ji gelek mafên xwe hatiye bêbeþ kirin. Ew bi tenê ji bo karên malê,
xudankirina zarokan û dilxweþkirina mêrî peydabûye.
Ji ber vê çendê jî, dema jin ji neçaî bi hemî ferman û sitema civata
kurdewariyê razî dibû, ew li vêre bi wê çendê razî nabe û civata pêþketî ya
Ewropa jî vî mafî diditê. Lewre eger mêr baweriyê bi vê rastiyê neîne û her li
ser yeka xwe ya welatî be, hîngê, bêguman ew dê toþî gelek giriftariyên mezin
be û nimûne jî pir in. Belê; li welatên paþdamayî, jin nikare beramber mêrî
raweste û jê re bêje, ev e dibe û ev e nabe. Lê li vêre, jin ji layê aborî ve
ne pêdivî mêrî ye, ne jî di tirse û ne jî ji dûr û berên xwe þerim dike. Giþt
maf di destên wê de ne û kes nikare rê lê bigire. Lewre ew pir bi hêsanî
dikare ji zelamî re bêje: Pere yên me heman in û tu nikarî bi keyfa dilê xwe
bi mezêxî. Tu nikarî piraniya þeva li kolanên bajêrî bigerî û me bi tenê di vê
zîndanê de bihêlî. Tu nikarî hemî gava dar û çîvê xwe li ser serê me bihejînî.
Ev e hemî mafê jinê ye û divê mêr razî be. Çend ji bo xwe bivê, hind jî, ji bo
jinê bivê, çinku herdu mirov in. Lewre jin bi hêsanî dikare ji mêrê xwe re
bibêje:
"Na welle, xwe vediþêre! Sibê heta êvarî di binê qula xênî de mexel dikeve. Ji
rûniþtinê kurmî dibe, kurmî!...Nizane bi keçikê re bilîze, peyivîna bi min re
jî, ji bîra kiriye."(26)
Rast e, giriftariyên nivîskarekî serketî, di welatekê pêþketî de, gelek in.
Pêdivî demekê dirêj û serekê tena ye. Lê ew dikare pirograma jiyana xwe çêke û
bi çavekê bilindtir temaþay jin û zarokên xwe jî bike, çunke di vê xerîbiyê
de, ew jî bi tenê ne. Erkên nivîskarê gelek in û divê ala hilgirê pêþketina
civata xwe be. Mîna Nazim Hîkmetî gotî:" Divê mirov, xwe biþewutîne, daku
ronahiyê bide xelkê din." Ev e ji layekê ve û ji layê din ve jî, xerîbî û
derbederiya mirovê kurd bi giþtî û ya nivîskarê kurd bi taybetî, karekê xirab
li ser saykolojiya wî dikin. Ew ji bo xelkê dinivîse û pêdiviye xwendevanê wî
jî hebe. Lê mixabin, li vê dûrî û vê tenêbûnê, ne xwendevan heye û ne jî bi
hêsanî berhem diêne çapkirin.
"Ez dinivîsim lê..lê nuha bihata çapkirin, xwendevan hebûya û bixwenda..."(
27).
Hesenê Metê bi germî li ser rewþa Felemerz di raweste û bi gelek rê ya jê re
dide xuya kirin ku, nivîskarî ne karê her kesî ye û li dawiyê bi aþkerayî
dibêje:
"Ez dibêm, li mala xwe binêre. Pêwîst nake ku tu bibî nivîskar. Anku ne karê
te ye."(28). Lê mixabin ew serhiþk e. Ne guhê xwe dide peyvên Hemreþ û ne jî,
bi pîlana jinkê dest ji nivîsînê berdide. Li dawiyê jî "rûkenî li rûyê xatûnê
vemirî" (29) û dilê keçikê jî pir êþiya.
Mirovê nezan, di nav civata paþketî de, nikare zû biryarên rast û dirust bide.
Lewre pir caran toþî giriftarî û serêþiya dibe û ji civatê jî, dûr dikeve.
Gelto, xortekî kurd e û wesa xuya ye ku, baweriyeka mukum, bi welatên
sosyalist heye. Her çend wî ew welat, ji nêzîk nedîtîne, lê her çi tiþtê guh
lê bibe, yekser baweriyê pê diîne. Ev e jî rewþek xirab ji bo wî peyda dike.
Lewre pir caran mirovên hosan, xelet di meselan digehin û ji bingehên rastiyê
dûr dikevin.
Hesenê Metê, divê vê bide xuya kirin ku, di welatên sosyalist de jî, kêmasî
hene û karên xirab û baþ jî rû didin, herwek di welatên sermayedar de jî hene.
Herdu cîn mirov in û gelên wan jî, ji çendîn çînên civatê pêkhatîne. Belê;
mirovê hosan, rûleke baþ di civatê de nabîne û wek Bebegayê, çi tiþtê jê re
bête gotin, yan guh lê bibe, yekser dubare dike. Rast e, ev çende di nav
mirovên siyasî de, miþe bû û heta digehiþte wê pileyê ku, bira û hevalên ku,
bîr û bawerên wan, ji hev cuda, sera ku Sovyet, sosyalist e yan jî revîjinist
e, ji hevdu bienirin û dilê hevdu jî bihêlin. Evê çendê jî karekê nêgatîf
dikire ser doza kurdî jî. Çîroka Smîrnoff, çend layên jiyana Gelto xuya dike
ku, xwe bi çendîn rengên xwarinê ve mijûl dike û pereyekê zûr dimezêxe ku, ev
e di baweriyên mirovekê sosyalist de, ne gelek pêwîst e, çinku erkên giringtir
hene.
Dema ew hevalê xwe mêvanî xarinê dike, jê re dibêje: " Wek ku min got,
Xusrew... ku biqewume, ez ji deh jinên lepdarîn jî, jîrtir im. De êdî tu û
bextê xwe... de fermo!" 30)
Ji layekê din ve jî, dijayetiya giþt karên - heta eger baþ jî bin- welatên
sermayedar dike. Dema ew bi hev re vodka Smîrnoff vedixun, heval jê re dibê: "
Bi kêmanî te pepsî- cola û cemed jî di nav bixista, dîsa dibû."( 31) Lê ew wê
xeletiyê nake û bi hisaba ku vodka rûsî ye, bersiva hevalê xwe dide:
"Lê... Pepsî-cola þerbeta emperyalîstan e..." (32)
Lê dema hevalê wî, jê re dide xuya kirin ku, vodka ew vedixwe, ne ji Sovyetê
ye, belku li Emerîka dirust dibe, êdî ew bêdeng dibe û ji diltengiyê jî, "dilê
wî li hev dikeve û veriþiya wî tê." (33).
Di çîroka Råbiff de, du xortên rojhilatî, yên ku ji nû hatîne Ewropayê, digel
du keçikên ewropî diçine xwaringehekê. Ew baþ zimanî jî nizanin û dema lîsta
xwarinê tê, daku xwe bi nezan nîþan nedin, yek ji wan destê xwe li ser xarnekê
dadinên, lê dema xwarin tê, xuya dibe ku, goþtê xav e. Ew ji bo mirovekê
rojhilatî, tiþtekê entîke ye, çinku goþtê xav li cem wan naête xwarin. Lê
xortên me naxwazin xwe bi nezan û bêageh nîþan bidin, yek ji yê din re dibê: "
Tu çi wusa pê dilîzî, heval! Nola mêran bixwe! Tu ê nuha me di nava hevalan de
þermesar derxînî." (34) Yê din jî bersiva wî dide û jî re: " Loo, ma ez ê çi
bixwim! Bi navê Xwedê ez ê veriþim." Dibêje. (35)
Lewre ji neçarî dixun û paþî vedireþin û hetka xwe jî dibin. Belê; pir caran
biyanî toþî giriftariyên hosan dibin, lê mixabin ji ber nezanîn û nefamiya
xwe, qoretî û rihbilindiya xwe, rastiya xwe vediþêrin.
Gelek caran hindek mirovên me, dema digel ewropiya gêngeþê dikin, wesan xwe
didine nasîn ku, em gelekî xudan rewuþt û adetên jêhatî ne û teknolojî li hemî
deverên welatê me heye. Em pêþketî ne û xudan medeniyetîn. Rast e, dijminan rê
li pêþveçûna me girtiye, lê bila em ji bîr nekîn ku, hêþta fiodalîzim di nav
me de maye û sera giriftariyeka biçûk, bi sedan kes hevdu dikujin.
Çira em ji kêmasiyên xwe bi tirsîn!? Heta em destnîþana hele û kêmasiyên xwe
nekîn û em ji bo çareserkirina wan jî, hewil û xebatê nekîn, em pêþnakevîn. Ya
giring ew e ku ji bo pêþketina xwe xebat û bizaveka gerim bikîn. Tevaya gelên
cîhanê di qonaxên em tê de, derbazbûne û gehane þaristaniyeta nuha û bi
serbilindî jî, behsî dîroka xwe dikin.
Me di destpêkê de xuya kiribû ku, hêvênê pirniya çîrokên Hesenê Metê, li ser
rewþa kurdên derveyî welat in. Hesenê Metê çîroknivîsekê xudan behreyeka
bilind e û taqet û þiyanên wî cihê rêzê ne. Berhemên wî ji layê form û
naverokê ve di serketîne û pirtûkên wî, qulaçeka vala ya pirtûkxana kurdî pir
dike.
Zimanê wî, sivik û xweþ e, niqteþanî bi ciwanî bikar anîne, hevokên xwe rêk û
pêk darêjtîne, hewul daye bi kurmanciyeka paqij û petî binivîse. Ew hinde
caran bi teknîka kevin ve girêda ye û rengê vegêranê bi kar aniye, lê piraniya
çîrokên wî, bi teknîka modêrin, menelog û diyalog, paþ û pêþxistina demî,
zincîra rûdanan, heta dawiyê bi hev re girêda ye, hatîne nivîsîn. Her wesa pir
zîrekane þiyaye qaremanên xwe bide peyvîn, ne ku gundiyek bi zimanê
mamostayekê û ne jî, jineka zana wek yeka nexwendevan. Ew bi zanabûn
giriftariyan pêþçav dike û tê de serketî bûye. Tiþîxof dibêje: " Ne fere li
ser nivîskarî ku, giriftariya çareserket, belku; erkê wî yê bingehîn ew e ku,
wan berçavket."
Li dawiyê Hesenê Metê, berhemên jêhatîtir efrandîne û heta niha çendîn pirtûk
û romanên serketî jî çapkirîne.
Belê; we rewþa edebiyata kurmanciya jorî dît ku, di çi qonaxên sext û dijwar
re boriye. Lê niha, mirov bi serbilindî dikare bêje ku, di van sîh salên
dawiyê de, edebiyata kurdî, nemaze çîrok, gelek bi pêþ ketiye û qonaxên giring
derbaz kiriye.
Niha bi dehan çîroknivîsên serketî hene ku pirtûkên xwe çap dikin û berdewan
berhemên xwe di rojname û kovarên kurdî de, belav dikin. Lê mixabin ku, delîve
nebû em bi dirêjî li ser efrandinên wan bipeyivîn. Em hîvîdar în di paþerojeka
nêzîk de, bikarîn li ser wan jî biaxivîn. Her bijîn û diserketî bin...
Ev lêkolîne ji bo Platforma kurdî li Holanda, bajarê Lahay, wek semînarek di
sala 1999 ê de, hate pêþkêþ kirin. Hin beþ di berê de, hatibûne belavkirin, lê
min li ser nivîskarekê din jî, nivîsiye û bi hin kêm û zêdeyiya jî xemlandiye.
Hêvîdar im xwendevan tam û çêjekê jê bibîne.
Çavkanî
1.Hesen Caf, çîroka nû ya kurdî, rûp 24, çapxana Ela. Îraq 1979.
2.Husên Ari. Çîroka Huneriya Kurdî 1925 - 1960. Bexda, Dar Elhuriye, 1977.
3.Zeynelabidîn Zinar. Nimûne ji gencîneya çanda qedexekirî. Rûp 184, swêd
1991.
4.Nizar Mihemedseîd. Pirtûka Aþ. Rûp 15, çapxaneya Ela, Îraq 1985.
5.Her ew çavkanî, rûp 7.
6.Her ew çavkanî, rûp 8.
7.Her ew çavkanî, rûp 9.
8.Her ew çavkanî, rûp 9.
9.Her ew çavkanî, rûp 9.
10. Her ew çavkanî, rûp 50.
11. Her ew çavkanî, rûp 50.
12. Her ew çavkanî, rûp 50.
13. Hesen Îbrahîm. Pirtûka Çavên min... Çavên wî. Rûp 51, çapxaneya kulîja
þerîê, Kurdistan, Duhok 2000.
14. Her ew çavkanî, rûp 4.
15. Hesen Îbrahîm. Pirtûka Tuxîbên Mirinê. Rûp 22, çapxaneya kulîja þerîê,
Kurdistan, Duhok 2000.
16. Her ew çavkanî, rûp 22.
17.Her ew çavkanî, rûp 22.
18. Her ew çavkanî, rûp 24.
19. Hesen Îbrahîm. Pirtûka Çavên min... Çavên wî. Rûp 56, çapxaneya kulîja
þerîê, Kurdistan, Duhok 2000.
20. Firat Cewerî. Pirtûka Kevoka Spî. Rûp 55, weþanên Nûdemê, çapa yekem
Ankara 1992.
21. Her ew çavkanî, rûp 57.
22. Her ew çavkanî, rûp 57.
23. Her ew çavkanî, rûp 58.
24. Her ew çavkanî, rûp 21.
25. Her ew çavkanî, rûp 25.
26. Hesenê Metê. Pirtûka Smîrnoff. Rûp 29-30, weþanên Welat, Swêd 1991.
27. Her ew çavkanî, rûp 32.
28. Her ew çavkanî, rûp 34.
29. Her ew çavkanî, rûp 35.
30. Her ew çavkanî, rûp 9.
31. Her ew çavkanî, rûp 13.
32. Her ew çavkanî, rûp 13.
33. Her ew çavkanî, rûp 16.
34. Her ew çavkanî, rûp 85.
35. Her ew çavkanî, rûp 86.
Biçe Jora Rûpelê
|
girêdanên
sponsor
|
|
|