|
WÊJEYA KLASÎK
WÊJEYA NÛJEN
HELBESTÊN KURDÎ
ÇÎROKÊN KURDÎ
ROMANA KURDÎ
BIJÊW
GOTINÊN PÊÞÎYAN
NAVÊNKURDÎ
PIRTÛKXANE
E-Pirtûk
GIRÊDAN
Wêþanxaneyên Kurdî
Weþanên Wêjeya Kurdî
Ferhengên Kurdî
Çavkanîyên Kurdî
NAVDANK
TÊKÎLÎ
|

Kurtedîroka Çîroka Kurdî
Ji Pêþgotina Antolojîya Çîrokên Kurdî
FIRAT CÊWHERÎ
Em zanin ko heta
demeke nêzîk jî zimanê kurdî bi alfabeya erebî dihat nivîsandin û hema bêje
hemû klasîkên me bi alfabeya erebî hatine nivîsandin. Lê piþtî avakirina
komara Tirkiyê û bi derxistina kovara Hawarê (1932-1943) re, bi serkêþiya
Celadet Alî Bedir-Xan, kurdên Kurdistana Tirkiyê û Sûriyê jî derbasî alfabeya
latînî bûne. Digel wê jî, îro, piraniya kovar, rojname û weþanên ko derdikevin
bi alfabeya erebî ne. Herçiqas em ji salên sihî û vir ve bi kurmanciya latînî
dinivîsînin jî, dîsa piraniya berhemên kurdî bi alfabeyên erebî û kirîlî
hatine nivîsandin. Piraniya çîrokên vê antolojiyê jî dîsa bi alfabeyên erebî û
kirîlî hatibûn nivîsandin. Me ew hemû transkrîbeyî latînî kirin û me çîrokên
soranî jî rasterast wergerandin kurmancî. Herçiqas ev »xwarina nan bi nan be«
jî, lê ev rastiyek me ye. Niha, bi riya ko hemû çîrok bi kurmancî ne, qet nebe
wê xwendevanên kurmanc di derheqê dîroka edebiyata kurdî de û di derheqê
dîroka çîroka kurdî de bibin xwediyê fikrekê.
Fikra min jî ew bû ko ez bi vê riyê û bi vê antolojiyê sînorên asê yên di nava
kurdan de rakim û pireke hevnasînê di navbera wan de ava bikim.
Rêzkirina çîrokan
Min pêþî çîrok li gora paþnavê çîroknivîsan bi rêz kiribûn, lê min paþê guhert
û ew li gora pêþnavên nivîskaran bi rêz kirin. Min dû re dev ji wê fikrê jî
berda. Min bi þêwrê anolojî li gora dîroka çîroknivîskariya çîroknivîs bi rêz
kir. Yek jê, bi vî awayî hem mirov karê lêkolîneran hêsan dike, hem jî mirov
dikare di derbarê proses, pêþketin an jî guhertinên ko di hunera kurteçîroka
kurdî de bûye bibe xwediyê fikrekê. Lê ev metod jî ji bo min ne hêsan bû.
Dîrokeke edebiyata kurdî ya nivîskî, an jî bîbliyografiyeke çîroknivîsên kurd
bi kurmancî li ber destên min tunebû. Loma, ez ketim nêçîra çîroknivîsan û li
dû dîroka weþandina çîroka wan a pêþî geriyam. Min çîrok ne li gora dîroka
nivîskariya çîroknivîs, lê li gora dîroka weþana çîroka çîroknivîs ya pêþî
girtiye. Bi vê riyê, bi vê metodê mirov ê bikaribe bi hêsanî kronolojiya
çîroka kurdî derxe û ji prosesa çîroka kurdî têbigihîje. Bi gotineke din,
mirov ê di derheqê çîroka kurdî ya doh û îro de bibe xwediyê fikrekê û
guhertin û pêþketinên çîroka kurdî bibîne.
Avakirina komara Tirkiyê (1923) û rewþa ziman û edebiyat kurdî
Edebiyat bi zimên tê pê, ziman bingehê edebiyatê ye. Herçiqas di serdema
Osmaniyan de rewþa zimanê kurdî ne mîna piþtî komarê be jî, dîsa ew bi awayekî
giþtî ne zimanê perwerdê, ne zimanê ilm û zanînê, ne zimanê ticaret û
birêvebirinê bû. Rast e ko di serdema osmanî de zimanê kurdî ne di hêsîriya
îro de bû, ew mîna îro li qeyd û merbendan nehatibû xistin, cih bi cih bi vî
zimanî perwerde hebû, di medreseyan de bi vî zimanî dihat xwendin. Wek encama
medreseyan jî îro klasîkên kurdî di destên me de hene. Lê piþtî þerê cîhanê ê
yekê û avakirina komara Tirkiyê, ne bi carekê be jî, desthilatdariya yekpartî
ya Kemalîzmê, dixwaze mederseyan bigire û bi wê yekê dawiyê li bermayên
osmaniyan bîne. Þoreþa kinc û alfabeyê jî wê demê li dar dikeve. Slogana yek
netewe, yek al, yek ziman wê çaxê dibe bingehê komarê. Kemal Atatürk bi þoreþa
kinc û alfabeyê dixwaze ji þerqê bi dûr bikeve û xwe nêzîkî Ewrûpayê bike. Ew
dixwaze komara wî bi þikil û celebê jiyana ewrûpiyan be. Ew vê yekê ne li ser
tiþtên kevin ava dike, lê tiþtên kevin, kultur û awayê kevin ji bin ve
hildiweþîne û dixwaze li gora xwe tiþtekî nû ava bike. Li gora xwe sekularîzmê
dide pêþ û dixwaze xwe nêzîkî medeniyeta Ewrûpayê bike.
Di îdeolojiyeke weha teng de cih ji fikrên cihê, ji netewe û zimanên cihê re
nedima. Loma, zimanê tirkî bû bingehê komarê û yê kurdî jî hate qedexekirin.
Ew klasîkên ko bi zimanê kurdî lê bi alfabeya erebî hatibûn nivîsandin, qedexe
nebûbin jî, êdî xwendin û têgihîþtina wan ji bo nivþê nû zehmet bû û di dema
nû de jî, yanî bi kurdiya latînî tiþtek nehat nivîsandin. Ji bo helandina
kurdan qedexekirina zimanê wan nixteya herî girîng û heyatî bû. Ji aliyê din
ve ji bo nûkirin û pêþdexistina zimanê tirkî desthilatdariya Kemalîzê gelekî
dixebitî, bi xurtî dest bi wergerandina berhemên edebî kirin. Di wê demê de
gelek berhemên fransiz û rûsan hatin wergerandin û bi riya wergerandina
berhemên van zimanan êdî þêwe û awayên nû yên edebiyatê jî bi riya wergerê
diketin zimanê tirkî. Ji xwe hunera çîroka tirkî jî wê demê dest pê dike.
Piþtî komarê (1923) di zimanê tirkî de gelek çîroknivîs derdikevin û bêtir di
vê demê de hunera çîrokê li ba tirkan dikemile. Yên mîna Ömer Seyfettin,
Sabahattin Ali, Sait Faik ko hê jî cihekî wan ê taybetî di edebiyata tirkî de
heye, piþtî komarê hunera kurteçîrokê li ba tirkan gihandine dereceyeke
bilind. Di demeke ko jinûvevejînek di edebiyata tirkî de çêdibû, kaniya
edebiyata kurdî jî dimiçiqî, dawî li klasîkan dihat û bi her awayî rê li ber
avakirina edebiyateke kurdî ya nûjen hatibû girtin. Êdî derxistin û weþandina
kovarên mîna Kurdistan (1898), Rojî Kurd (1913) û Jîn (1918-1919) ne mimkin
bû. Herçiqas ev kovar û rojnameyên kurdan bi du zimanî, bi tirkî-kurdî bûn û
giraniya wan siyasî bûn jî, dîsa li ser kultur û edebiyata kurdî, li ser rabûn
û rûniþtina kurdan gelek nivîsên balkêþ diweþandin.
Heke ew bêdengî welê dewam bikira û bêbersiv bimaya, bi texmîniyeke mezin me ê
îro nikarîba behsa çîroka kurdî ya nûjen bikira. Di warê kurmancî de ev bersiv
ji du aliyan hat. Yek jê ji kurdên Sovyeta berê, bi riya radyo û weþanê hat,
ya din jî ji aliyê ekola Hawarê ve hat.
Kovarên Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja nû (1943-1946) û çîroka
kurdî
Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ko ji bo edebiyata tirkî, ji bo ji nû ve vejîna
edebiyata tirkî û avêtina bingehê edebiyata tirkî ya modern rola komara
Tirkiyê çi bû, ji bo edebiyata kurdî jî rola kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû
her ew bû.
Ev kovarên kurdî yên ko ji aliyê herdu birayan Celadet û Kamran Alî Bedir-Xan
li Þam û Bêrûdê derdiketin, hem ji bo edebiyata kurdî ya nûjen bûn bingeh û
dibistanek, hem jî di navbera edebiyata kurdî ya klasîk û nûjen de rola pirekê
lîstin. Cara pêþî bi riya van kovaran û bi taybetî jî bi riya Hawarê, bi
alfabeya latînî nimûneyên ji edebiyata klasîk gihîþtin nivþê me. Ferqa di
navbera komara Tirkiyê û ekola Hawarê de ew bû, ko tirkan dixwestin her tiþtî
ji nû ve dest pê bikin, pehînekê li tiþtên kevin bixin, lê ekola Hawarê
edebiyata kurdî ya klasîk dikir bingehek û dixwest li ser wî bingehê qewîn
asasê edebiyata nûjen biavêje. Li gora hewcedarî û pêwîstiya edebiyata nûjen û
pêþketina civakê, di serî de Celadet dest bi nûkirina zimanê kurdî kir, dest
bi bikaranîna hin termên kurdî yên nû kir û termên gramerî bi kurdî bi kar
anîn. Kovara Hawarê ya ko ne li ser erda xwe û piþtî hemû serîhildan û
têkçûnên kurdan derdiket, rola dewletekê, di dewleteke demokratîk de rola
wezareteke çandî, rola akademiyeke zanistî dilîst. Loma, karê wê pir bû û
karekî pir zehmet bû. Diviya bû zimanê kurdî bi tenê di klasîkan de nemaya,
tenê ne zimanê folklorê bûya; pê edebiyateke modern bihata nivîsandin, pê her
beþên edebiyatê û her awayên nivîsê bihata ceribandin.
Bi rastî jî welê kirin. Gava mirov niha çavekî li Hawarê digerîne, mirov pêrgî
her beþê edebiyatê tê. Lê ji nav beþên edebiyatê, hunera çîrokê jî pir
derdikeve pêþ. Di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû de bi dehan kesan çîrok
nivîsandine. Hin kesan bi tenê çîrokek nivîsandine, hinan du çîrok û hinan jî
çend çîrok nivîsandine. Lê belê hinan heta heft-heþt çîrokan jî nivîsandine.
Digel wê jî dîsa navên wan wek çîroknivîs nayên bi bîranîn. Yên hinan ji ber
piralîbûna xwe wek çîroknivîs derneketin pêþ û deng nedan. Ew ji þaxekî bêtir
bi karên nivîsê daketine; helbest, nivîsên civakî û siyasî û li ser dîrokê
nivîsandine, bi xwe endamên partiyên siyasî bûne, birêvebir bûne; yanî wan xwe
tenê bi warekî ve girê nedabûn. Loma, navên wan di dîrokê de carina wek kesên
siyasî derdikevin hemberî me, carina wek helbestvan, carina wek zimanzan,
carinan wek dîrokvan, carina jî wek çîroknivîs derdikevin pêþberî me.
Li gora bendeke Ferhad Pîrbal ko di Nûdem, hejmar 11, 1994an de hatiye
weþandin, Celadet Bedir-Xan di Hawarê de 12 çîrok, Osman Sebrî 7 çîrok,
Mistefa Ehmed Botî 6 çîrok, Biþarê Segman 4 çîrok weþandine. Pîrbal di nivîsa
xwe de hejmara çîrokên ko di Hawarê de hatine weþandin digihîne 69an. Herweha
þeþ çîrok jî werger û adaptasiyon in.
Di kovara Ronahiyê de jî 41 çîrokên hunerî, 29 çîrokên kurmancî, 3 çîrçîrok û
10 çîrokên werger hatine weþandin. Di kovara Roja Nû ya ko di bin
berpirsiyariya Kamran Bedir-Xan de derdiket, 19 çîrokên hunerî û 10 jî çîrokên
kurmancî hatine weþandin.
Gava em çîrokên van hersê kovaran didin ser hev, em dibînin ko hejmara wan bi
ser sedî dikeve. Ji van çîrokan hejmareke mezin çîrokên hunerî ne, ji aliyê
navên cihê ve hatine nivîsandin, lê piraniya nivîskarên wan anonîm in, li ser
wan û jiana wan tiþtek di destên me tuneye, em nizanin ew kî ne, ji ko ne, çi
kirine. Loma, gava mirov ji van çîrokan dixwîne, ji bilî navên nas, mirov ji
Celadet Bedir-Xan þikê dike. Wê welê be jî, gelek ji wan navên nenas wê
naznavê Celadet Bedir-Xan bin.
Di van hersê kovarên herdu birayan de, ji bilî çîrokên hunerî, gelek çîrokên
kurmancî, çîrçîrok û çîrokên wergerê hene. Çîrokênwerger piranî ji edebiyata
fransî ne, çîrçîrok û çîrokên kurmancî jî bi giranî ji herêma Mêrdînê ne.
Lê digel vê hejmara mezin ya çîrokan, dîsa gava behsa dema Hawarê an jî behsa
çîroknivîsên Hawarê dibe, tavilê du nav têne bîra mirov. Ew jî Qedrî Can û
Nûredîn Zaza ye...
Qedrî Can ((1911-1972) û Nûredîn Zaza (1919-1988)
Qedrî Can û Nûredîn Zaza hem du çîroknivîsên Hawarê yên li pêþ bûn, hem jî du
pêþengên çîroknivîskariya kurdî yên nûjen in. Digel ko ew jî piralî bûn, ew jî
bi gelek tiþtan ve mijûl dibûn, lê dîsa di mijûliya wan ya sereke de çîrok li
pêþ bûn. Ev herdu çîroknivîsên kurd jî ji ber sebebên siyasî ji bakurê welêt
daketibûn Sûriyê. Qedrî Can ji Dêrika Çiyayê Mazî û Nûredîn Zaza jî Madenê bû.
Hejmara çîrokên Qedrî Can ji yên Nûredîn Zaza bêtir in û mijarên wan jî
cihêtir in. Digel ko Qedrî Can di navenda siyasetê de bû û di piraniya
helbestên xwe de jî mijara siyasî kiriye navend, û digel ko piraniya berhemên
edebî yên Hawar, Ronahî û Roja Nû bi naverokeke siyasî dagirtî bûn û piranî li
ser bûyerên rojane ên siyasî bûn, mijarên çîrokên Qedrî Can ne welê ne. Heta
ji Qedrî Can hatiye wî xwestiye ew kirasekî edebî yê herheyî li çîrokên xwe
bike, edebiyatê neke qurbana bûyerên rojane, lê di eynî demê de, motîvên
bijarte yên civata kurdî hilbijêre û bi pîvanên edebiyatê yên gerdûnî bihûne.
Qedrî Can ji bilî tibabek helbest û wergera kitêba Grigori Petrof ya bi navê
»Di welatê zembeqê gewir de« ko beþ bi beþ di kovara Roja Nû (1943) de
weþandibû, li ser hev di hersê kovarên navborî de ev her donzdeh çîrok
weþandine; Hawar hebe gazî li dû ye, Gundê nûava, Besreka zêrîn, Hêva
çardeþevî, Sond, Guneh, Sehên zozanan, Gulçîn, Nêçîra berazan, Serencam, Muhra
Silêman û Roviyê xapînok.
Hin ji çîrokên destpêkê pir kurt bûn, digel ko zêde dirûvê çîrokan bi wan
nediketin jî, dîsa ew bi zimanekî edebî û hunerî hatibûn nivîsandin. Lê
piraniya çîrokên Qedrî Can çîrokên hunerî ne, bi zimanekî hunerî û edebî
hatine hûnandin, ew serdestê mijarên xwe ye, bi bêhnfirehî pê de diçe,
karakteran û bûyerên ko li der û dora karakteran diqewimin baþ salix dide, îro
dijî, li doh difikire, doh bi sibehê ve girê dide. Ji ber ko Qedrî Can
nivîskarê surgunê ye mirov tesîr û psîkolojiya surgunê di çîrokên wî de baþ
dibîne. Ew metoda flash-back bi kar tîne, gelek caran ji dema niha diçe salên
zaroktiyê, mijarê li ser bûyerekê an jî bîranînekê ava dike û dîsa ji niþka ve
li xwe vedigere. Her çîrokek perçeyek ji jiyana Qedrî Can e, pelek ji kitêba
jiyana wî ya qetyayî ne. Qedrî Canê perçebûyî dixwaze bi riya nivîsandina van
perçeyên jiyana xwe, yekparetiya xwe bi dest bixe, rûpelên rengîn ko ji kitêba
jiyana wî hatine qetandin bi ser hev de bîne. Ew di çîroka bi navê »Ser encam«
(Roja Nû, 14-4-1943) de weha dest pê dike: »Gava mirov ji halê xwe ne razî, û
ji pêþiya xwe bigûman be, dizîvire, li rojên xwe ên derbasbûyî dinere… mîna
pîrên riziyayî ko ne ji dixwazin bimirin…tenê û tenê li rojên xwe yên çûyî
bifikirin; xortaniya xwe, zarotiya xwe bînin bîra xwe û bi vî awayî bîna xwe
biderxin…
Ez jî wisan bûme; ez jî bûme xortekî pîr. Li pêþiya xwe dinêrim: leylan û
gûman… Li dora xwe mêze dikim: mij û dûman!...
Belê, ez jî mîna wan kal û pîrên xurde, rojên xwe ên derbas bûyî, nemaze rojên
zarotiyê tînim bîra xwe, bi hezar û yek hesretî dilê xwe tije dikim û ji wan
lezeteke derûnî distînim… Ew pelên ko ji kitêba jiyîna min hatine çirandin,
îro perçên wan î rizyayî berev dikim, bi hev dizeliqînim… Dixwazim ji wan
kitêba bextiyariyê çêbikim. Sond… Guneh… Rojên derbasbûyî… Serencam… her yek
ji van, ji kitêba jiyana min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin,
zengîn dibin… dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne… Serencam jî rûpelek ji wan
pelan e…
Berî bîst û pênc salan bû…»
Qedrî Can di çîrokên bi navê «Sond«, »Guneh« û »Rojên derbasbûyî« de, mîna
çîroka »Serencam« destpêkeke þiroveyê tîne û li doh, li salên zaroktiya xwe
vedigere û tîne bi roja îro ve girê dide. Gava mirov van herçar çîrokan li dû
hev dixwîne, mirov dibîne ko Qedrî Can mijarên xwe bi zanebûn hilbijartine, li
ser wan hûr bûye, pevgirêdanek di navbera wan de ava kiriye û hewl daye ko
yekparetiyê pêk bîne.
Nûredîn Zazayê ko ji aliyê Celadet Bedir-Xan ve wek Çexovê kurd dihat bi nav
kirin, di warê nivîsandina çîrokê û hunera çîrokê de þareza bû. Hemû çîrokên
Nûredîn Zaza yên ko li ber destên me hene û yên ko me di nav weþanên Nûdemê de
bi navê »Keskesor« wek kitêb weþandiye, ev in: Xurþîd, Derketî, Gulê,
Keskesor, Stêrk, Perîþanî, Hevîna Perîxanê û Þerê Mêþan.
Di mijarên çîrokên Nûredîn Zaza de þopên nostaljiyê, hisa dûrbûna ji welêt û
agirê xerîbiyê serdest e. Heke em adaptasiyonên Nûredîn Zaza yên romantîk
nehesibînin, hemû çîrokên wî bi rewþa welêt ya siyasî ve girêdayî ne, bi
motîvên welatparêziyê ve miþt in, bi têkoþerî, þîret û perwerdeya kurdan ve
dagirtî ne, lê zimanê wî xweþ û herihbar e, taswîrên wî xurt û zindî ne.
Kurdên Sovyeta berê
Kurdên Sovyeta berê, kurdên Qafqasyayê, an jî kurdên ko ji ber zilma, bi
gotina wan »Roma reþ« baz dane û li kujekî Ermenistanê, li bin pala çiyayê
Agiriyê bi cih bûne, piþtî þerê cîhanê ê yekem û piþtî þoreþa Bolþevîkan ew di
nav tixûbên Sovyetê de man. Herçiqas kurdên misilman di nav wan de hebûn jî,
piraniya wan kurdên êzîdî bûn, ew jî bi qirkirina ermeniyan re dihatin
qirkirin. Lê, piþtî þoreþê, piþtî ko gelek komar û gelên Sovyetê gihîþtin
mafên xwe yên gelî, ew imkan kete destên kurdên Sovyetê jî, wan dest bi
weþandina rojnameya »Rya Teze« kirin, li Yerîvanê radyo avakirin û dest bi
nivîsandina helbest, çîrok, roman û piyesan kirin. Digel ko ew ji Kurdistana
mezin qutbûyî bûn û bi tu awayî têkilî di navbera wan û kurdên Kurdistanê de
nemabû, dîsa wan di nav xwe de zimanekî standart ava kiribûn û gava li Tirkiyê
kurd ketibûn ber pêla asîmîlasiyonê, wan bingehê jiyaneke edebî diavêtin.
Kurdên Sovyeta berê hema bêje hemû þaxên edebiyatê ceribandine. Berhevkirin û
weþandina berhemên folklorî jî li ba kurdên Sovyetê cihekî girîng digirt. Lê
wek þaxekî edebî kurteçîroka hunerî jî li Sovyeta berê hatiye nivîsandin. Wê
ji bilî van nivîskar û çîroknivîsên ko me di vê antolojiyê de civandine jî
çîroknivîs hebin, lê mixabin, me nikarîbû em xwe bigihînin berhemên wan, an jî
li gora lîsteya ko me ji þarezayên edebiyata kurdên Sovyeta berê Tosinê Reþît,
Têmûrê Xelîl û Wezîrê Eþo wergirtiye, çîroknivîs bi giþtî ev in. Lê heke ne bi
tenê ev bin jî, ev resimekî çîroka kurdên Sovyeta berê bi giþtî didin.
Ji xwe gava behsa edebiyata kurdên Sovyeta berê dibe tavilê navê Erebê Þemo û
roman wî »Þivanê kurd« tê bîra mirov. Ji bilî Erebê Þemo bi dehan kurdên
Sovyeta berê xwe li nivîsandina edebiyatê, xwe li nivîsandina þaxên edebiyatê
yên cihê ceribandine, di nav xwe de zimanekî kurdî ê standart ava kirine û
bûne perçeyek ji edebiyata Sovyetê. Temayên ko nivîskarên kurdên Sovyeta berê
di berhemên xwe de bi kar anîne, jiyana gundîtiyê, adetên kevin, jiyana bi
xelkên din re û nostaljiya welatê bav û kalan e. Di çîrokên ko me ji bo vê
antolojiyê jî hilbijartine kêm zêde ev tema serdest in. Bi alfabetîk ev
çîroknivîs in: Babayê Keleþ (1947), Eliyê Ebdilrehman (1920), Emerîkê Serdar
(1935), Erebê Þemo (1897-1978), Eskerê Boyîk (1941), Rizaliyê Reþîd (1929),
Sîma Semend (1933), Têmûrê Xelîl (1949), Þemsî (1933-2002), Tosinê Reþît
(1941), Wezîrê Eþo (1934) û Xelîlê Çaçan (1924).
Baþûrê Kurdistanê
Li gora Ferhad Shakely ko çavkaniya xwe ji Husên Arif girtiye, çîroka soranî
ya pêþî di sala 1925an de hatiye weþandin. Ev çîroka bi navê »Le xewma« ji
aliyê Cemîl Saîb (1887-1951) ve hatiye nivîsandin. Ev çîroka Cemîl Saîb mîna
23 beþan di kovarên bi navê Jiyanawa û Jiyan de hatiye weþandin.
Lê çîroka kurdî ya baþûrê welêt jî bi riya kovaran û bi taybetî jî bi
derketina kovara Gelawêjê (1939-1949) ber bi dema xwe ya kemilandinê ve diçe.
Di Gelawêjê de digel çîrokên nivîskarên kurd gelek çîrokên werger jî hatine
weþandin.
Bi gotineke din rola kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû di pêþdexistina edebiyata
kurdî û bi taybetî jî di pêþdexistina çîroka kurmancî de çi be, rola kovara
Gelawêjê jî ji bo kurmanciya jêr (soranî) ew e. Kovara Gelawêjê di sala 1939an
de dest bi weþanê kir û heta sala 1949an dewam kir. Ev kovara ko pêþî di bin
berpirsiyariya Îbrahîm Ehmed de û dû re di bin berpirsiyariya Elaeddîn Secadî
de derdiket, çîrokên Îbrahîm Ehmed û Elaeddîn Secadî jî tê de, li gora
çavkaniya ko Ferhad Shakely di kitêba xwe ya bi navê »hunera çîroka kurdî ya
nûjen« de daye û eynî çavkanî ji Husên Arif girtiye, di pêvajoya deh salên
Gelawajê de 114 çîrok hatine weþandin. Ji van 114 çîrokan 82 werger in û 32
çîrok jî ji aliyê çîroknivîsên kurd ve hatine nivîsandin. Çawa ko gava navên
çîroknivîsên Hawarê tê ser zimên tavilê Qedrî Can û Nûredîn Zaza tên bîra
mirov, çîroknivîsên Gelawêjê jî di serî de Îbrahîm Ehmed, Elaeddîn Secadî
((1915-1948) û Þakir Fetah (1914-1988) tên bîra mirov.
Me ji ekola Gelawêjê wek nimûne bi tenê Elaeddîn Secadî hilbijart û çîroka wî
»Bo xatirê jinê« ji kurmanciya jêr wergerand kurmanciya jor.
Lê ferqa Hawar û Gelawêjê ev e; gava Hawarê dawî li jiyana xwe anî, di warê
ziman û edebiyata kurdî de jî qutbûn û bêdengiyek çêbû û hema bêje vê qutbûn û
bêdengiyê heta salên 80yî dewam kir. Lê gava Gelawêjê di sala 1949an de dawî
li jiyana xwe anî, dîsa di edebiyata kurdî de berdewamiyek hebû. Ji ber ko
zimanê kurdî ne qedexe bû û ew zilma nedîtî ya ko li Tirkiyê li ser zimanê
kurdî hebû, li Iraqê û Kurdistana Iraqê tunebû. Erê Sedam kurd qir dikirin, lê
zimanê wan qedexe nekiribû û di bin desthilatdariya Sedam de li Bexdayê
Akademiya kurdî hebû. Loma, piþtî rawestandina kovara Gelawêjê, demeke zêde
neket navê ko hêdî hêdî di warê çîroknivîskariya kurdî de navên nû derketin.
Ev navên ko derketin herçiqas bi stîl û awayên cihê derketibin jî, lê dîsa li
ser mîraseke heyî edebiyata xwe ava kirin. Me ji bo vê antolojiyê jî nimûneyên
berbiçav ji vî nivþî hilbijartin û çîrokên wan ji kurmanciya jêr wergerandin
ya jor. Lê, ji ber ko ez bi xwe ne þarezayê vî zaravayê kurdî me û bi qasî ko
haya min ji edebiyata kurmanciya jor û prosesa wê heye, ez ew çend ji
edebiyata ko bi zaravê kurmanciya jêr tê nivîsandin ne haydar im, min ji bo
hilbijartina çîrokên wan, ji hin hevalan daxwza alîkariyê kir. Min ji Ferhad
Shakely, Enwer Qadir, Heme Seîd Hesen û Mahabad Qeredaxî ev daxwaz kir. Lê ji
bilî çîrokek du çîrokên ko Heme Seîd Hesen ji min re þandin, piraniya çîrokên
kurmanciya jêr, yên ko me xistine vê antolojiyê min ji ba Ferhad Shakely peyda
kirine û bi hilbijartina wî bûne.
Piþtî ko min kurmanciya van çîrokan xwend, ez têgihîþtim ko bi rastî jî hunera
kurteçîrokê di vî zaravî de bi pêþ ketiye, nivîskaran xwe li stîlên cihê
rakiþandine û hewl dane ko pîvaneke çîroknivîsiya gerdûnî bi dest bixin. Ez
bawer dikim, piþtî ko hûn jî van çîrokan bixwînin hûn ê hewldayîna wan baþ
bibînin.
Bo nimûne, çîroka Husên Arif »Rêwîtiyeke efsûnî« li dû teknîkeke nû ye, di
eynî çîrokê de demên cihê bi kar anîne, ew dem di hundirê hev de hûnane,
carina serê xwendevên tevlihev dike, têgihîþtina mijarê an jî mesajê zehmettir
dike, hewayeke Joycewarî ava dike. Ev awayê nivîsandinê li ba çend
çîroknivîsên din jî hene.
Ji bilî Elaeddîn Secadî û Husên Arif me çîrokên van çîroknivîsan ji bo vê
antolojiyê hilbijartine: Ehmed Mehemed Îsmaîl (1943), Ferhad Pîrbal (1961),
Ferhad Shakely (1951), Mahabad Qeredaxî (1966), Mehemed Mewlûd ‘Mem’
(1927-1987), Necîbe Ehmed (1954), Raûf Bêgerd (1942), Þêrzad Hesen (1951),
Mehemed Mukrî (1949?) û Mehemed Ferîq Hesen (1941).
Me ji bilî van navan çîrokên çend çîroknivîsên din jî amade kiribûn, lê
mixabin pirsgirêka wergerê derket û loma ew çîrok negihîþtin ser vê
antolojiyê.
Behdîna
Gava mirov edebiyata kurmancên Behdîna dide ber ya soranî, mirov dibîne ko ew
bi qasî ya soranî bi pêþ neketiye. Ji xwe di salên ko edebiyata kurmanciya jêr
(soranî) di dema xwe ya gulvedanê de bû, li ba kurdên Behdîna nesir an nedihat
nivîsandin an jî pir kêm dihat nivîsandin. Ji ber ko di salên 1970-74an de li
baþûrê Kurdistanê zaravayê soranî di dibistanan de dihat xwendin, behdîniyan
jî di dibistanan de kurdiya soranî dixwendin. Zimanê kurdî yê fermî soranî bû
û behdîniyan jî di dibistanan de soranî dixwendin. Faktoreke din jî ew bû ko
hem ji aliyê nifûsê ve behdînî (kurmanc) kêm bûn, hem jî edebiyat bêtir li
bajarên mezin mîna Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê geþ dibû. Lê dîsa jî, kurmancên
baþûr di warê nivîsê de kêm nemane, gelek kesan helbest û çîrok nivîsandine.
Tevgera edebî ya Behdînan, an jî ya kurmancên baþûr piþtî ya soranî tê, lê dû
re wê temam dike.
Kurmancên baþûr, digel helbesê, di warê çîrokê de jî gelek berhem dane.
»Antolojiya çîroka nû ya kurmancên baþûr« ko Xelîl Duhokî amade kiribû û me ew
di sala 1995an de di nav weþanên Nûdemê de derxistibû, nimûneyeke berbiçav ya
çîrokên wê herêma Kurdistanê ye. Di vê antolojiyê de Xelîl Duhokî 25
çîroknivîs civandine. Gelek ji van xwediyên kitêbên çîrokan in, hinan jî bi
tenê çîrokên xwe di kovar û rojnameyan de weþandine. Li gora çavkaniya ko
Xelîl Duhokî di pêþgotina antolojiya xwe de dide, çîroka pêþî li devera
Behdînan ji aliyê Salih Riþdî de di sala 1960î de hatiye weþandin. Ev çîrok di
kovara Ronahî de (Hafiz Qazî derdixist) hatiye weþandin. Li gora ko Xelîl
Duhokî di pêþgotina antolojiya xwe de salix daye, kitêba kurteçîrokan ya pêþî
ko li Behdîna derketiye, kitêba Elî Neqþenbendî ye ko di sala 1972an de
derketiye. Di sala 1979an de jî kitêba Îbrahîm Selman hatiye weþandin.
Mixabin, me nikarîbû ko em hemû çîroknivîsên kurmancên baþûrê welêt têxin vê
antolojiyê, lê me bi tenê çend nimûne hilbijartin. Ew nimûneyên ko me ji
kurmancên baþûr hilbijartine û xistine antolojiyê, ev in: Enwer Mehemed Tahir
(1949), Fazil Umer (1962), Hesenê Silêvanî (1957), Husein Muhammed (1980),
Nizar Mehemed Seîd (1952), Serfiraz Neqþebendî (1952), Sidqiyê Hirorî (1956) û
Xelîl Duhokî (1951).
Çîroknivîsên ko di vê antolojiyê cih negirtine, ne ji ber qelsiya çîrokên xwe
cih negirtine; yek jê ji ber nebûna cih, ya din jî ji ber ko hema bêje hemû
çîrokên Behdînan bi devoka behdînî hatine nivîsandin û ji bo xwendevanên
zimanê kurdî bi giþtî têgihîþtina wan ne hêsan e. Herçiqas min xwest ez bi
riya serastkirina zimanê wan, wan nêzîkî kurmanciya standart bikim jî, lê ji
ber rîska xerabkirina form û teknîka çîrokê min cesaret nekir.
Kurdistana Îranê
Ji ber ko min navên zêde çîroknivîsên Kurdistana Îranê bi dest nexistin, loma
ez ê nikaribim zêde tiþtekî li ser edebiyat an jî çîroka vî beþê welêt
bibêjim. Lê em zanin ko di dema avakirina komara kurdî ya Mahamadê (1946) de
gelek kovar û rojname derketin, lê mixabin ew jî mîna komarê temenkurt bûn. Lî
vî beþê welêt, di warê prosayê de du navên naskirî; Hesenê Qizilcî (1914-...?)
û Rehîmê Qazî (1925-1991) hene. Me di sala 1977an de romana Rehîmê Qazî ya bi
navê »Pêþmerge« bi kurmanciya Elîþêr weþand û kitêba kurteçîrokan ya Hesenê
Qizilcî jî bi navê »Kenê Parsek« bi kurmanciya Þikriya Salih û Firat Kelehkî
di sala 2001ê de li Stenbolê di nav weþanên Avestayê de derket.
Ev herdu nivîskarên kurd di warê prosayê de zîrek bûn û ji bo nivþê li dû xwe
jî bûne çavkaniya îlham û bixwebawerî yê. Hêmin Mukriyanî piþtî ko Hesenê
Qizilcî hem wek insan û malbat, hem jî wek nivîskar dipesinîne, li ser çîrokên
wî jî van gotinan dibêje: »Pêlewanên çîrokên Qizilcî, qet yek ji wan jî ji
xwendevanên kurd re xerîb nayên. Hemû ji çîn û tebeqeyên civaka kurd
hilbijartine, karesatên jiyana wan bi kurdiyeke sade (zelal, petî) û bi
zimanekî wisa nivîsiye û þirove kiriye ko kurdekî ne xwendevan, cahil jî
têbigihê.
Xwendeven bi ciwanî têdigihe, Mamoste Qizilcî heya bi çi radeyê þarezayî,
zanistî, psîkolojî ye û çawa giyanê pêlewanan nas kiriye û çûye kûriya dil û
hinavên wan.
...Xwendevan di van çîrokên kurt de nimûneya jiyana derebegekî zalim
(çekmereq), kevnebegekî barkêþ î kewitî, þêxekî destbir, derwêþekî zergweþên,
cotkarekî zilm lê hatî kirin, zirnokerekî zimandirêj, karbidestekî bertîlxwer
û biyanî, bazirganekî sûtxwer (faîzxwer) û temakar, casûsekî niþtimanfiroþ,
jineke tenê ya bedbext û bêbeþ a kurd...«
Romana Rehîmî Qazî »Pêþmerge« di warê romanê de li Kurdistana Îranê nimûneya
pêþî ye. Ev romana ha cara pêþî di sala 1960î de li Êrîvanê, di sala 1962an de
li Bexdayê û di sala 1977an de li Swêdê di nav weþanên Nûdemê de derket.
Îzeddîn Mistefa Resûl bi kurtî li ser romana Pêþmerge weha dibêje: »Pêþmerge
çîrokeke dirêj e, diçe dikeve nav wî baxê gulan yê bêhnxweþ yê ko di baxçeyê
edebiyata kurdî de vedane, yan jî destaneke taze ye bi kincekî nû yê hunerî
ve, awayekî nû yê romannivîsiya bi çend qehremanan a mêrxasî û dilêriya gelê
kurd dide xuyakirin.«
Em zanin ko li Kurdistana Îranê ji bilî van herdu navan, di warê prosayê de
navên din jî hene, lê ew êdî mijara lêkolîneke taybetî ye û di çarçoveya
pêþgotina vê antolojiyê de hilnayê.
Em dibînin ko hem li Kurdistana Iraqê hem jî li ya Îranê nesra kurdî bêtir bi
kurmanciya jêr dest pê bûye û hatiye nivîsandin, lê dû re bi kurmanciya jor
dest bi nivîsandina nesrê hatiye kirin. Ji wan yek jê Perwîz Cîhanî ye ko em
wî ji kovara Sîrwe nas dikin. Perwîz Cîhanî gelek nivîsên bi kurmancî di
Sîrweyê de weþandin, lê piþtî ko derket Ewrûpayê, êdî bi çîrok û romanên xwe
navê xwe da bihîstin.
Tevgera salên heftêyî û weþanên wan
Heke em kovar û rojnameyên Musa Anter, Canîp Yildirim, Edîp Karahan; yanî Þark
Postasi, Ileri Yurt (1958) û Dicle-Firat (1962-63) nehesibînin, piþtî
avakirina komarê bêdengiyeke mezin li Kurdistanê hukum dikir û zimanê kurdî li
qeyd û merbendan ketibû. Herçiqas ev kovar jî bi armancên siyasî derdiketin û
zimanê wan bi tirkî bû, dîsa carina di nav re cih didan kurdî û heta Edîp
Karahan di kovara xwe (Dicle-Firat) de gelek çîrok jî nivîsandin. Çîrokên ko
Karahan dinvîsandin bi tirkî bûn, lê wî her tim bi zanebûn an gotinên kurdî
tevlî çîrokên xwe dikirin an jî di nav çîrokan de cih dida stranên kurdî.
Karahan jî wek gelek kesên wê demê, ji ber nebûna nivîskaran navên cihê bi kar
dianî û di bin navên cihê de dinivîsand. Di nav hemû çîrokan de wî bi tenê
çîrokeke xwe (Heydo û Ferho) xwerû bi kurmancî nivîsandiye. Me ew çîroka wî ya
bi kurdî û çîrokên wî yên tirkî jî dan hev û bi wergera Mustafa Aydogan weke
kitêb di sala 2001ê weþand.
Ji ber sebebên siyasî, sînorên qewîn yên ko di navbera kurdan de hatibûn
kiþandin û zarava û alfabyên cihê, ne haya tevgera kurdên bakurdê Kurdistanê
yên pêncî û þêstî, ne jî haya tevgera kurdî ya salên heftêyan ji tevgera kurdî
û entelektuelî ya kurdên Sovyeta berê, dema Hawarê û baþûr û rojhilatê welêt
hebû.
Tevgera kurdî ya salên heftêyî ya bakurê welêt ji tevgereke kulturî û edebî
wêdetir wek tevgereke siyasî derket. Ew li dijî sîstem û desthilatdariya
Tirkiyê dengekî protestoyê bû û bi nêrîn û îdeolojiya çepîtiyê ve rapêçayî bû.
Piþtî avakirina komara Tirkiyê, cara pêþî bû ko kurd dibûn xwediyê evqas kovar
û rojname. Armanca hemû kovar û rojnameyên salên heftêyî, mîna yên salên pêncî
û þêstî siyaset bû û ew siyaset jî bi tirkî dihat meþandin. Ji xwe imkanê
kirina siyasetê ya bi kurdî qet tunebû û zimanê kurdî qaçax bû. Qaçax bû û
cezayê wê qaçaxê jî giran bû. Kovar û rojnameyên ko bi tirkî dest bi weþana
xwe kiribûn, gava nêzîkî li salên heþytêyî dikir, êdî cih didan nivîsên bi
kurdî jî û piraniya tiþtên ko bi kurdî dihatin weþandin jî helbest bûn.
Gava di sala 1979an de kovara Tîrêjê dest bi weþana xwe kir, di kovarê de dîsa
bi giranî helbest dihatin weþandin, lê kovarê cih dida þaxên edebiyatê yên din
jî. Di kovarê de bi herdu zaravayên kurdî; kurmancî û zazakî nivîs hebûn û di
nav van nivîsan de mirov êdî pêrgî çîrokan jî dihat. Çîrokên Rojen Barnas ko
di bin naznavê Flît Totanî de diweþand çawa di warê helbestê de Rojen Barnas
bêdengiyek diþikand, di warê çîrokê de jî ew bêdengî diþikand. Barnas dabû dû
þopa Hawarê. Rojen Barnas bi zimanekî mîzahî rewþa welêt ya civakî, siyasî û
psîkolojî radixist ber çavan. Ew bêtir çîroknivîsekî bajarî bû. Lê di eynî
salê de kitêba Mehmed Emîn Bozarslan ya bi navê Meyro (1979) jî derket.
Bozarslan bêtir motîvên xwe ji jiyana gundiyan distand, di siya jiyana
gundiyan de hem rabûn û rûniþtina kurdan, urf û adetên wan, hem jî tirs û
tesîra leþkerên tirkan dianî zimên.
Ji xwe hê kovara Tîrêjê û kitêba Bozarslan firsend nedîtibûn ko di nav
xwendevanan de belav bibin, cûntaya leþkerî dest danî ser hukum û bi
desthilatdariya leþkerî re ev berhem jî hatin qedexkirin û bi carekê ve ji
navê rabûn.
Hatina cûntayê û derketina kurdan ya derveyî welêt
Dibe ko trajediyek be, lê min gelek caran gotiye ko hatine cûntaya leþkerî ji
bo pêþdexistina zimanê kurdî û avakirina edebiyata kurdî ya modern bûye
bingehek, bûye alîkariyek. Gava leþkeran dest danîn ser desthilatdariyê, hemû
partiyên siyasê qedexe kirin, bi hezaran kurd û tirk girtin û ew di îþkenceyên
nedîtî re derbas kirin. Yên hatin girtin, hatin girtin, lê yên ko xwe ji nav
lepên leþkeran filitandin û firsenda derketina derveyî welêt dîtin, li derveyî
welêt karên ko nêvcî hiþtibûn birin serî û di vî karê nû de jî ziman, çand û
edebiyat cihekî mezin û taybetî digirt. Bi avakirina komele, federasyon û
enstîtuyan û bi riya weþanên wan mîna Berbang, Hêvî, Kurdistan Press, Roja nû,
Armanc, Rewþen û hin kovar û rojnameyên din êdî çîrokên kurdî di nav rûpelên
wan de hatin xuyakirin. Digel ko çîrokên kurdî dihatin nivîsandin jî, dîsa
mirov nikare bibêje ko çîroknivîsandin wek huner li ba kurdan rûniþtibû, an jî
çîroknivîskarî wek karekî profesyonel di nav me de bi cih bûbû. Di wan salan
de bi taybetî jî di kovar û rojnameyên ko me navên wan li jor hejmartin de
gelek çîrok hatin weþandin. Bi weþandina çîrokan re hêdî hêdî hezkirên çîrokan
jî peyda bûn û herçiqas heta salên 1985an hê kitêbên çîrokan nehatibûn
weþandin jî, lê dîsa navin derketin ko li ser nivîsandina çîrokê konsantre bûn
û di nivîsandina çîrokê de jî berdewam bûn. Gava ez navên hin çîroknivîsên wan
salan bi bîr bînim divê ez behsa Þahînê Bekirê Soreklî, Hesenê Metê, M. Alî K,
Lokman Polat, Fewaz Husên û Ridwanê Alî bikim. Lê heta sala 1985an jî ev
çîroknivîsên me ne xwedîkitêb bûn. Di sala 1985an de kitêbeke Torî ya bi navê
»Qolinc« li Stockholmê derket, di sala 1986an de kitêbeke min bi navê »Girtî«
derket û piþtî avakirina weþanxaneya Welat (1988-1995) kitêbên Hesenê Metê, M.
Alî K., Ridwanê Alî û Fawaz Husên derketin. Ji aliyê din ve kitêbên Þahînê
Bekirê Soreklî û Lokman Polat jî derketin. Di dîroka edebiyata kurmancî de, an
jî ya rastî di dîroka edebiyata kurmancî ya serxet û binxetê de êdî
çîroknivîsên kurd berî mirina xwe kitêbên xwe yên çîrokan didîtin. Ev yek jî
nîþana bingehekî qewîn yê çîroknivîskariya kurdî bû. Êdî ev nivîskarên me bi
çîroknivîs dihatin bi nav kirin û wan jî xwe di hunera kurteçîrokê de kûr
dikirin. Hin ji van navan hê jî berdewam in, hejmara kitêbên hinan ji yekê
zêdetir bûne, lê hin jî di kitêbekê de mane.
Piþtî salên 1990î
Piþtî sala 1990î hem li Ewrûpayê, hem li Sûriyê û hem jî li Tirkiyeyê liv û
tevgereke baþ di warê çapemenî û edebiyata kurdî de çêbû. Min di sala 1991ê de
bingehê kovara Nûdemê avêt û di bihara 1992an de hejmara Nûdemê ya yekê
derket. Di eynî salê de li Stenbolê kovara Nûbihar û rojnameya Welat jî dest
bi weþanê kirin. Paþê jî Jiyana Rewþen derket. Ev hersê weþan jî xwerû bi
kurmanciya jor bûn. Nûdem kovareke bi temamî çandî, edebî û hunerî bû, Nûbihar
kovareke çandî, lê bi ser bawermendên musilman ve bû û rojnameya Welat jî
rojnameyeke siyasî bû. Lê ji bilî Nûdemê di van weþanên din de jî tibabek
nivîsên edebî, þiroveyên kulturî û çîrok hatin weþandin. Çîrokên herî pir di
Nûdemê de hatin weþandin. Min bi zanebûn dixwest ez cih bidim hunera çîrokê,
bikim ko bala xwendevan û nivîskarên kurd ji helbestê hebekî jî dagere ser
çîrokê, loma min di her hejmareke Nûdemê de çîrokek, carina du çîrok, carina
jî sê çîrok dihatin weþandin. Lê van kovarên piþtî salên 1990î hem bal
dikiþandin ser zimanê kurdî hem jî di aktuelhiþtina edebiyatê de roleke
berbiçav dilîstin. Gelek roman û kitêbên çîrokan yên ko piþtî 92an derketin,
pêþî di Nûdemê de hatibûn weþandin. Di navbera salên 1992-2000î de Nûdemê
gelek kitêbên çîrokan weþandin. Kitêbên çîrokan yên Nûredîn Zaza, Rojen
Barnas, Hesenê Metê, F. Cewerî...
Di wan salan de weþanxaneya Dozê jî hat sazkirin, digel ko weþanxaneya Dozê
kitêbên kurdî jî diweþandin, lê wê giraniya xwe dabû weþandina kitêbên bi
tirkî.
Weþanxaneyên ko piþtî 1995an û ji salên 2000î û vir ve ava bûn, bêtir
weþanxaneyên meyildarên kitêbên kurdî bûn. Deng, Avesta, Doz, Pêrî, Nûbihar,
Weþanên Enstîtuya kurdî ya Stenbolê, Aram, Sî, Mîr... Hinan ji van
weþanxaneyan bi tenê kitêbên kurdî weþandin, hinan jî hem yên kurdî hem jî yên
tirkî weþandin. Weþanxaneyên herî pir kitêbên çîrokan weþandin, weþanxaneyên
Avesta û Sîyê ne. Weþanxaneya Avesta bêtir nivîskarên berê; yên li Ewrûpa,
Kurdistana Sûrî, Iraq û Îranê gihandin xwendevanên kurmanc. Kitêbên Avesta yên
çîrokan ko di destên me de hene, ev in; Hesenê Qizilcî, Kenê Parsek; Ferhad
Pîrbal, Çolistan; Helîm Yûsiv, Jinên Qatê Bilind, Mirî ranazin, Mêrê Avis,
Memê bê Zîn; Hesenê Metê, Epîlog, Smîrnoff; Fawaz Husên, Amîdabad; M. Alî. K.,
Mehkûm; Kamîran Haco, Kelevajî... Di vê navê de weþanxaneya Avestayê kitêbin
çîrokan jî ji tirkî wergerandin kurmancî. Kitêba Suzan Samanci, Bajarê Mirinê;
ya Migirdîç Magrosyan, Li ba me li wan deran derxist.
Weþanxaneya Sîyê jî piranî meyla xwe berda ser nivîskarên ciwan an jî
nivîskarên nû û wê jî di hundirê kurtedemekê de gelek kitêbên kurteçîrokan
gihandin ber destên xwendevanên kurd. Çîroknivîsên ko Siyê kitêbên wan ên
çîrokan derxistin ev in: Yaqob Tilermenî, Êþbazî, Bermeqlûb; Dilawer Zeraq,
Kakil; Sedat Yurtdaþ, Xelat, Enwer Karahan, Þevbuhêrkên þevên xalî; Çiya Mazî,
Mistek jiyan; Fewzî Bîlge, Jidilara; Roþan Lezgîn, li bin dara Bîþengê...
Hin weþanxaneyên din jî yek libin kitêbên çîrokan weþandine.
Piþtî salên 1980 li derveyî welêt û piþtî 1990î jî li hundirê welêt (bakurê
Kurdistanê), di warê hunera kurteçîrokê de gavên pir baþ hatin avêtin û navên
balkêþ derketin qada edebiyatê.
Li gora rêza alfabê çîroknivîsên bakurê welêt yên ko di vê antolojiyê de cih
girtine, ev in: Abidin Parilti (1977), Adar Jiyan (1962), Bûbê Eser (1955),
Çiya Mazî (1960), Dilawer Zeraq (1965), Dr. Cuwan Batû, Edîp Karahan (1930),
Edîb Polat, Enwer Karahan (1962), Felat Dilgeþ (1965), Fewzî Bîlge (1962),
Firat Cewerî (1959), Fûad Temo, Hasan Kaya (1964), Hesenê Metê (1957), Hêvîdar
Zana (1976), Îbrahîm Seydo Aydogan (1976), Lokman Polat (1956), Mahmûd Baksî
(1944), M. Alî K. (1964), Mehemed Dehsiwar (1959), Mehmet Sanri (1967),
Mustafa Aydogan (1957), Rojan Hazim, Rojen Barnas, Roþan Lezgîn (1964), Sedat
Yurtdaþ (1961), Serdar Roþan (1958), Serkan Birûsk (1969, Silêman Demir
(1956), Suut Kiliç (1967), Suzan Samanci (1962), Evdile Koçer (1977), Torî, û
Yaqob Tilermenî (1972).
Çîroknivîsên ekola Hawarê; Celadet Alî Bedir-Xan (1893), Kamran Bedir-Xan
(1895), Nûredîn Zaza (1919), Osman Sebrî (1905) û Qedrî Can (1911) herçiqas ji
Tirkiyê û û bakurê Kurdistanê bin jî, lê wan çalakiyên xwe yên edebî li Þamê û
biyanistanê dikirin. Loma, mirov dikare wan ne ji perçeyekî welêt, lê
Kurdistanî bihesibîne. Ev yek ji bo Mele Mehmûdê Beyazîdî (1797–1858) jî
derbas dibe.
Çîroka kurdî ya binxetê
Rewþa çîroka kurdî ya li Sûriyê jî çi bigire di rewþa çîroka kurdî ya Tirkiyê
de ye. Piþtî salên 1990î di çîroknivîskariya kurdên binxetê de jî livek çêbû.
Ev liv û tevgera ha pêþî bi riya kovarên kurdî mîna Gurzek Gul (1989-1991),
Zanîn (1991-1997), Aso (1992-...?) û hin kovarên din û dû re çîroknivîsan
çîrokên xwe ji kovar û rojnameyên ko li Stenbolê û Ewrûpayê derdiketin re
þandin. Ji ber ko kurdên binxetê jî alfabeya latînî bi kar tînin, di bin
tesîra Hawarê de û nêzîkî zimanê Hawarê dinivîsînin, di navbera wan û weþanên
din ên ko bi kurmanciya latînî derdikevin de tu pirsgirêk dernakevin. Lê
kurdên binxetê ji bilî ko wan çîrokên xwe di kovaran de didan weþandin, dest
pê kirin çîrokên xwe gihandin hev û mîna kitêb weþandin. Hinan ji wan kitêbên
xwe bi xwe derxistin, hinan jî kitêbên xwe di nav weþanên kurdî ên din
derxistin.
Mîna nivîskarên kurd yên beþên din, gelek nivîskarên kurdên binxetê jî ji
welatê xwe derketibûn û li derveyî welêt dijiyan. Çîroknivîsên ko ji refê
pêþîn yên ko li derveyî welêt dijiyan mirov dikare navên Þahînê Bekirê
Soreklî, Bavê Nazê, Fawaz Husên û Ridwanê Alî bide. Lê vê dawiyê hejmara wan
zêdetir bû. Hejmara çîroknivîsên kurd ên binxetê jî zêdetir bûne. Çîroknivîsên
vê antolojiyê bi alfabetîk, ev in; Cankurd (1948), Ebdilbaqî Huseynî (1961),
Fawaz Husên (1953), Fewaz Ebdê (1961), Helîm Yûsiv (1967), Jan Dost (1965),
Kamîran Haco (1959), Pîr Rustem (1963), Qado Þêrîn (1967), Ridwanê Alî (1959),
Silêman Alî (1963) û Þahîn Bekirê Soreklî.
Çîroknivîskariya kurdî ya ko berê tenê di çarçoveya rûpelên kovar û rojnameyan
de bi sînorkirî bû, di hundirê bîst salên dawî de hêdî hêdî gihîþt karaktereke
xwe ya taybetî. Îro ne bi sedan be jî, bi dehan kitêbên kurdî yên çîrokan li
ber destên me hene. Ji aliyekî ve gava ji edebiyata dinyayê çîrok werdigerin
kurdî, êdî deriyê çîroka kurdî jî li zimanên dinyayê vebûye û çi bi celebê yek
û yek çîrokan be, çi bi wergera kitêban sihê be, çi jî bi celebê antolojiyan
be êdî çîroka kurdî werdigere zimanên biyanî û rexneyên baþ jî werdigirin. Ev
beþa hunerî, ya ko hê berî zêdeyî sed û pêncî salî di zimanê kurdî de dest pê
bûye, lê pir hêdî meþiyaye, gelek caran hilkimiye û ketiya, ez karim bê dudilî
bibêjim ko êdî bi ser xwe ve tê û hêviyeke baþ jî dide mirov..
Çîrok
Me navê vê antolojiyê kir »Antolojiya çîrokên kurdî«. Tê wê manê ko ez niha,
di dema îro de, ji bo vî þêweyê hunerê gotina »çîrok" an jî mîna kurmancên jêr
dibêjin »kurteçîrok« dipejirînim û loma min ev nav bi kar aniye. Di kovar û
rojnameyên mîna Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946),
Hêviya Welêt (1963-1965), Çiya (1965-1970), Hêvî (1983-1992) û gelek kovarên
kevin û nû de navê »çîrokê« hatiye bikaranîn. Heta di kovara Rojî Kurd (1913)
de çîroka Fûad Temo ko heta niha mîna çîroka kurdî ya pêþî dihat qebûlkirin,
di bin sernava »çîrok« de hatibû weþandin. Herçî kurdên Sovyeta berê ne, wan
ji »çîrokê« wêdetir, gotina »serhatî« bi kar anîne. Gotina serhatî, çîrok,
kurteçîrok, serpêhatî, serbûrî her maneya »story« an jî »short story«a
îngilîzî dide ko tê maneya çîroka me.
Digel vê jî, bi taybetî piþtî salên 1990î, li ser hin kitêbên çîrokan, an jî
di hin kovar û rojnameyan de ji berdêla »çîrok« gotina »novel« hat bi kar anîn
û li ser vê gotinê carina devjengî çêdibin, ji bo vî þêweyê hunerê, an jî ji
bo zimanê kurdî rastî û nerastiyê wê tê minaqeþekirin.
Hunera çîrokê, bi qasî navê xwe, di warê naveroka xwe de jî her tim cih ji
minaqeþeyê re hiþtiye. Di gelek zimanan de ji bo navê vî þêweyê nivîsê ne
zelalî çêbûye, lê paþê, bi riya akademî û lingivîstan ev problem hatiye
çareserkirin. Tirk berî komarê, demekê piþtî komarê û heta niha jî gotina
»hikaye« bi kar tînin. Lê piþtî kampanyaya pakkirina zimanê tirkî, bi giþtî
meyildarên Kemalîzmê, ji berdêla gotina »hikaye«, gotina »öykü« bi kar anîn.
Ev gotina dawî, ji bilî konservatîvên Tirkiyê îro ji aliyê piraniya tirkan ve
tê bikaranîn.
Di zimanê swêdî de jî ev serêþî û gengaþî heta demekê hebû. Di swêdî de ji
çîrokê re »novell« tê gotin. Nêzîkî naveroka »novell«ê »berättelse« û
»historia« tê bi kar anîn. Lê »novel« bi îngilîzî »roman« e. Novela îngilîzî,
yanî ya ko roman e bi 'l'yekê û ya swêdî ko »çîrok« e bi du 'll'eyan e. Li
gora zimanên swêdî û îngilîzî bi lêvkirina wan jî cihê ye. Lê kurd bêtir bi
celebê îngilîzî bi kar tînin, bi vî awayî çîrok ji maneya xwe derdikeve û
maneya romanê werdigire. Ya din, ev gotin, ji bilî kesên ko li Swêdê dijîn, bi
awayekî giþtî ji aliyê xwendevanên kurd ve nayê zanîn. Loma, min maqûltir dît
ko ez ji berdêla navê »Antolojiya novelên kurdî« navê »Antolojiya çîrokên
kurdî« li vê antolojiyê bikim û hêvîdar im hûn ê jî vê kirina min maqûl
bibînin.
Lê ev jî rastiyek e ko gotina »çîrok« ji aliyê gelek kesan mîna »masal«a
tirkî, an jî »saga«ya swêdî tê fêhmkirin. Li gelek deverên Kurdistanê kurd ji
»masal«ê re jî dibêjin »çîrok«. Lê, li hin deveran jî gotina »çîrçîrok« heye
ko ev gotin di kovara Hawarê de jî hatiye bi kar anîn. Herçiqas »çîrok« û
»çîrçîrok« li hin deveran werin eynî maneyê, an jî mirov tu ferqê nexe navbera
van herdu terman, lê di jiyana rastî de ev bi awayekî zelal ji hev vediqetin.
Di jiyana rojane de, di danûstandinên civakî de gotina »çîrok« di zimanê gel
de pir tê bi kar anîn. Gava yek ji yekî re behsa jiyana xwe an jî behsa jiyana
hinin din bike û yê ko jê re tê behs kirin hê jî bipirse, yê ko behs dike
dibêje »çîroka wan dûr û dirêj e«, an jî »ev çîrok dirêj e«, an jî »ev
çîrokeke dûdirêj e«.
Di vir de em dibînin ko gotina çîrok dibe serpêhatî, dibe serpêhatiya kesekî,
du kesan, evînekê, xayîntiyekê, diziyekê, mêrxasiyekê, bûyerekê...
Ji xwe çîrok jî ev e; li ser van e, van tîne zimên. Lê van çawa tîne zimên, bi
çi awayî bi lêv dike, çawa þirove û taswîr dike, kurtî û dirêjiya wê çawa ye,
ev jî kêm zêde bi qasî navê wê li ser hatiye peyivandin. Çîrokên nîv rûpel jî
hene, yên heta dused rûpelî jî hene. Hin zanayên edebiyatê gotine, çîrok divê
li dor deh rûpelan bin, hinan jî guh nedane kurtî û dirêjiya çîrokê. Ji xwe,
me bi xwe jî di amadekirina vê antolojiyê de guh neda kurtî û dirêjiya
çîrokan. Hin ji çîrokên vê antolojiyê zehf dirêj in, hin jî kurt in.
Edgar Allan Poeyê emerîkî (1809-1849) kurtbûn û dirêjbûna çîrokê bi dirêjiya
dema xwendina wê ve girê dide. Li gora pîvana Poe divê dema xwendina çîrokekê
ji nîvsaetê, heta saetekê an du saetan be. Lê ew di çîrokê de gotinên zêde red
dike, konsentrasyonê dixwaze, gotineke ko di çîrokê de hatibe bi kar anîn lê
dîrek an jî îndîrek têkiliya wê bi temaya çîrokê re tunebe, wê ji bo çîrokê
qelsiyeke mezin dibîne.
Bi vê tarîfa Poe ve girêdayî Çexovê (1860-1904) ko li dor 600 çîrokî
nivîsandine û bi taswîreke psîkolojiyeke realîst mirovên ji sinif û
kategoriyên cihê salix dide, weha dibêje: »Heke di çîrokekê de tivingek bi
dardekirî be, berî ko çîrok xelas bibe divê ew tiving biteqe.«
Li ser naveroka çîrokê, li ser forma wê, li ser konsentrasyon û kompozisyona
wê gelek tiþt hatine gotin û nivîsandin.
Lê di derheqê hunera çîrokê de tarîfeke Çexov ya meþhûr heye, dibêje: »Çîrok
nivîsek e, tu hinekî ji serî hinekî jî ji dawiya jê bikî wê bibe çîrok.« Di
eslê xwe de Çexov dixwaze bi vê kurtetarîfa xwe ya di derheqê çîrokê de cih ji
fantaziya xwendevanan re jî bihêle. Bi gotineke kurmancî, ew naxwaze ko
nivîskar xwendevanê xwe ehmaq bihesibîne û jê re ta bi derziyê vebike
Yek ji bavên çîrokê, yê ko li gora gotina Gorkî edebiyata Rûsyayê ji bin
»palto«yê wî derketiye, Gogol, li ser çîrokê welê dibêje: »Te divê bila
dewlemed an feqîr be, bîrfireh an bîrteng be, çê an xerab e, alavê sereke yê
ko divê nivîskar li ser hûr bibe, jiyana mirovên ji rêzê ne».
Çîrok mîna þaxekî edebiyatê pir ciwan e, ji romanê ciwantir e. Lê li gora hin
fikiran jî, çîroka nenivîsandî xwediyê dîrokeke pir kevin e, dîroka çîroka
devkî digihîje hezar salan. Gelek çîrokên kurdan ên devkî, çîrokên orientê,
çîrokên hezar û þevekê nimûneyên destpêkê yên çîroka hunerî ne. Lê cara pêþî,
florensiyekî nenas di salên 1300î de, berhevokek bi navê «Conto novelle», yanî
«Sed çîrok», an jî «Sed nûçe» ko ji çîrok û serpêhatiyan pêk hatibû weþand.
Paþê Boccaccio derket û bi «Decameron» terma çîrokê bêtir bi cih kir. Herçiqas
di sedsala 17an de jî nivîsên bi forma çîrokê ji pênûsa fîlozofê fransiz
Voltaire derketibin û li Îngîltereyê çîrokên tirsê û pîrebokan hatibin
nivîsandin jî, dîsa mirov dikare bi hêsanî bibêje, ko temenê vê forma nivîsê
kêmî 200 salî ye û ji nav þaxên edebiyatê þaxa herî ciwan e.
Di pêvajoya dîrokê de gelek nivîskarên mîna Balzac, Tolstoy, Hugo û Hemingway
çîrok nivîsandine, lê mîna çîroknivîs heta niha kesî cihên E. Allan Poe, A.
Çexov û Guy de Maupassant negirtine.
Çîroka kurdî ya pêþî
Gava mirov dîroka hunera çîrokê li ber çavan digire û çîroka vê antolojiyê ya
pêþî digihîne sala 1856an, rehetî û aramiyek bi mirov re çêdibe. Lê ez nikarim
bibêjim ko hemû çîrokên vê antolojiyê li gora pîvanên çîroka hunerî ne. Di vê
antolojiyê de çîrokên pir xurt, yên kêm xurt û yên lawaz hene. Ev antolojî ne
antolojiyeke çîrokên bijarte, lê antolojiya çîrokên kurdî bi giþtî ye.
Li gora rêza kurteçîrokên vê antolojiyê dîroka çîroka kurdî zêdeyî sed û þêst
salî ye. Berî bi sed û þêst salî çîroka kurdî ya hunerî hatiye nivîsandin.
Heta niha dîroka çîroka kurdî di sala 1913an de û di çîroka Fûad Temo de asê
dima. Li gora lêkolîneke Ferhad Pîrbal (Xelîl Duhokî gihand kurmanciya jor)
dîroka çîroka kurdî ji ya Fûad Temo kevintir e û digihîje nîveka sedsala
hijdehan. Ev çîrok jî ji aliyê Mele Mehmûdê Beyazîdî (1799-1867) ve hatiye
nivîsandin. Mele Mehmûdê Beyazîdî di warê nesrê de gelek berhem li dû xwe
hiþtine. Hin ji berhemên Mele Mehmûdê Beyazîdî bi alîkariya A. Jaba ji
windabûnê xelas bûne û gihîþtine roja me. Yek ji berhemên M. M. Beyazîdî ko
îro di destên me de ye, bi navê «Adetên kurdan« e. Ji bilî wê jî Beyazîdî
Þerefnameya Þerefxanê Bedlîsî wergerandiye kurmancî û gelek çîrokên devkî
derbasî nivîsê kirine.
Wek Beyazîdî bi xwe jî diyar dike, ew çîroka xwe li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî
dihûne. Ehmedê Xanî jî þahesera xwe li ser bingehê çîroka folklorî »Memê Alan«
ava kiribû. Belê, ew bûyera Mem û Zînê ji xwe re bingeh digire, lê bi uslûb û
awayê xwe, bi wesf, pesin û taswîrên xwe çîroka xwe dihûne, bajarê Cizîrî,
evîna Stî û Tacdîn û evîna Mem û Zînê salix dide. Herçiqas hin kêmasiyên
hûnandina çîroka hunerî di çîroka «Çîroka Mem û Zîn«a Mele Mehmûdê Beyazîdî de
diyar bibe jî, gava mirov dîroka nivîsandina çîrokê, rewþa zimanê kurdî û wek
beþekî hunerî bi nêrîneke dîrokî lê dinere, mirov dikare bi hêsanî çîroka
Beyazîdî wek destpêka çîroka kurdî ya hunerî bihesibîne, heftê salên din li
temenê çîroka kurdî zêde bike û xwe bi vê yekî jî serbilind bihesibîne.
Lê her çiqas çîroka Mele Mehmûdê Beyazîdî »Çîroka Mem û Zînê« û ya Fûad Temo
»Çîrok« an jî wek ko Mahmûd Lewendî navê »Þewêþ« lê kiriye, wek çîrokên
destpêkê werin hesibandin û dîroka çîroka miletekî bi çîrokên wan dest pê bibe
jî, em dibînin ne Beyazîdî, ne jî Temo ji bilî her yekî çîrokekê, tu çîrokên
wan di destên me de nînin. Ez bi xwe bawer dikim hem wê Mele Mehmûdê Beyazîdî
hem jî Fûad Temo ji çîrokekê bêtir çîrok nivîsanibin. Ji ber ko di kovara Rojî
Kurd de li dû çîroka Fûad Temo, dûmahika vê çîrokê heye, hatiye nivîsandin. Lê
em dûmahika çîrokê nabînin, Mele Mehmûdê Beyazîdî û Fûad Temo her yekê bi
çîrokekê xwe digihînin dema me û bi vê yekê navê xwe di dîroka edebiyata kurdî
de nemir dikin.
Dawî
Ez zanim ko ez bi amadekirina vê antolojiyê bi karekî cidî û karekî ko
berpirsiyariyeke mezin jê re divê rabûme. Ez pê re pir westiyam jî; min xwest
ev antolojî hem bibe temsîlkara çîroka kurdî, hem jî tu çîroknûsên kurd neyên
jibîrkirin. Hêvîdar im min tu çîroknûsên kurd ji bîr nekirine û wê ev antolojî
jî bibe temsîlkara çîroka kurdî.
Min nexwest ez li ser her çîrokeke di antolojiyê de rawestim, behsa naveroka
wan bikim û têkevim þiroveya stîl û temayên wan. Ez wê ji we re dihêlim. Piþtî
ko hûn bixwînin, hûn ê ji hinan hez bikin, wê kêfa we jî ji hinan re neyê.
Edebiyata bedew welê ye, xwendina wê hilbijartinek e; hezkirina wê jî karekî
îndîvîduel e. Bêguman, nivîsandin û afirandina edebiyata bedew jî karekî
îndîvîduel e.
Heke min bixwesta ez bi tena serê xwe vî karî bikim û vê antolojiyê bi vî
awayê berfireh amade bikim, min ê nikarîba û ez ê bi ser jî neketama. Loma, ez
dixwazim spasiyên xwe ji wan kesan re bikim ko di amadekirina vê antolojiyê de
ji min re bûn piþtgir û alîkar.
Ez ji bo hilbijartin û peydakirina çîrokên bi kurmanciya jêr spasî Ferhad
Shakely dikim; ji bo wergerandina çîrokên soranî bo kurmancî spasî Husein
Muhhamed, Elîþêr, Mûrad Ciwan, Emîn Narozî, Elend Darvîn, Þikriya Salih û
Firat Kelehkî dikim; ji bo nivîsandin û tîpguhêziya çîrokên kurdên Sovyeta
berê spasî Têmûrê Xelîl dikim; ji bo tîpguhêziya ji alfabeya erebî jî spasî
Xelîl Duhokî, Mahmûd Lewendî û Emîn Narozî dikim.
Firat Cewerî
Stockholm, 2003
Biçe Jora Rûpelê
|
girêdanên
sponsor
|
|
|